Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê - tirşik
17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê

Navê mijarê ya ewil ev bû:10.04.2016 hevdîtina tirşikvanên stenbolê
(82) (6) (6)
di mijarê de bigere

1. Bihar bû lê hebkî serma jî hebû. Ez û hevalê xwe yê ku nicknameyaa wî @çiyayêmêrdînê ye dîsa ji Medya kitabevî derketin û ketin ser rêya Kaçakçayê... mijar vebû, tirşik û tirşikçî bûn. Li ber guhdarîkirina "stranên pir xweş" yên Kaçakçayê me çaya xwe ya tehl vedixwar û me di nav wê mij û dûmana ku wek tenura Xaltîka Xalîsa seba nas û hisiman diikir. Jixwe em wek Entellektûelên Mêrdînê, me çay bê şekir vedixwar. Li ser maseya me jî pirtûka Michel Foucault ya bi navê "Hapishanenin Doğuşu" hebû. Bawer nakim ku hevalê mi ev pirtûk xwendibe lê her tim di destê wî de êdî ev pirtûk kevin bûbû. Ji nişka ve ji min re got;

-Yaw ev çi tirşikçîne, çima festivaleke ku hemû tirşikçî werin ba hev li dar naxin? Min jî got;

-Yaww ma tu nizane? Hemû sîlahşorên klavyeyê xwe ne û qet tiştên wisa nayên bîra wan.



Ji wir bangî koma tirşikçiya dikim û dibêjim, WERIN RÊ an jî rajin pirtûka xwe û werin Kaçakçayê...

Piştî vê bîranîna derew ez dixwazin werim mijara girîng, heval, hogir û eyşê yên ku li Stenbolê ne an jî yên ku dikarin bi tayeraya bavê xwe werin Stenbolê... bila werin û em Tirşik Festa 2016an li dar bixin. Bixwin, sebê bikin, Kurdistanê ava bikin û xera bikin, hendeka bikolin an jî nekolin... Hevalên ku dixwazin-dewlenend dikarin ji kîsê me, ne ji kîsê bavê xwe vîskiyeke vexwin... û birîn.

Festîvaleke mezin nebe jî em dikarin li kantonên Stenbolê wek Roştiya-Cîhê Selman an jî li Kaçakçaya bi nav û deng hev bibînin... û hew!



wek sloganeke komünîstik: TIRŞIKÇIYÊ HEMÛ DINYAYÊ BIGIHÎJIN HEV!

Sponsorên me:

Ji bo pirtûkan ji Medya Kitabevî Kekê Selahaddîn û ji bo çayên "bayatlamîş"Kaçakçay e *)

Spasiyên xwe yên teybet jî ji stranbêje kurd û kurdistanê Halit Bilgiç re dişînin...



Şerm nekin û ji bo programê pirsê xwe ji "kirmizibiber72@gmail.com" bipirsin.



19.03.2016 17:45 ~2016.03.20 16:58 | gulêê

2. Ez çiyayê Mêrdînê, û Entellektûelê Kaçakçayê,

Silav ji were wek hevala Gulêê gotî tirşik festa 2016an bila bi xêra me were çêkirin. Ji bo naskirina hev tişteke wisa lazim e. Jixwe sponsorên me wek ku we jî xwend diyar in û hemû jî ji hev çêtir in. Ez û hevala Gulê ji bo tişteke wisa were çêkirin, em lotika bavêjin, filan û fîstanê sor amade ne. Yên ku bavê wan sewta xwe dane AKAPA, CEHAPA û MIHAPA jî dikarin werin. Wek ku hevalên tirko dibêjin, Bizde ayrım mayrım yok, bizim de kürt arkaaşlarımız var.

Jê nemînin...

Û bila di navbera me de be, Ji bilî Halit Bilgiç, Aynur û Beytocan jî ê teşrîf bikin û bilet milet tune ye. Organizasyon is free.



19.03.2016 18:08 | çiyayê mêrdîn

3. ne mina festivalek be jî, weke civînek dikare were lidarxistin.

mîna yên berê; (bnr: 20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li stembolê) û hwd.



ez bixwe ne li stenbolê me û ne jî dikarim werim lê ger hevalên cîdî hebin, bila roja wê diyar bikin û vê mijarê bişopînin. ger hinek din jî bersivên erênî bidin, bila civîn were çêkirin.



19.03.2016 23:40 | simurg56

4. Naxwe divê ji vira dîsa bangî hevalên li Stenbolê bikim. Em dikarin li ser vira mijareke hevdîtinê vekin û xeber bidin hev. Lê pêşî divê ev heval destê xwe rakin *



20.03.2016 00:46 | gulêê

5. Festîvala ku heger beşdarbûn zêde bixuye ez jî tev lê bibim. Lê soz nadim. *



20.03.2016 01:30 | endazyar

6. Çeppik, Şabaş şabaş ji hevalê endazyar re. Erê, em li benda hevalên din in.



20.03.2016 01:33 | gulêê

7. eger navê civînê biguhere ez jî tevlî wê bibim. ma şerte ku her tiştî ji tirkan bistînin? hinek kurdewarî bibin ji boyî xwedê! a dido jî dev ji peyva tirşikçî berdin: tirşikçî/364



(bnr: tirşikvan vs tirşikçî)



20.03.2016 12:22 | bijîmillah

8. (bnr: formata tirşikê)

(bnr: herimîna formatê)



divê ne li stenbolê be, li bajarek kurdistanê be. bila esnafên me qezenc bikin.



henek li dera he, lê bila vê carê bajarek din ê kurdistanê be. li stenbolê çêbû, li amedê çêbû. dora cihek din e.



20.03.2016 13:09 | xendekî

9. Ez li Stenbolê me, tişteke wisa hat hişê min û @çiyayêmêrdîn. Lê ger hûn li bajarekî Kurdistanê programeke amade bikin ez ê jî hewl bidim ku werim *



20.03.2016 13:17 ~13:18 | gulêê

10. stenbol çîye vêca !

ez nikarim ji cizîr ê derkevim ,lê kerem bikin hûn dikarin werin, cihê xira ne bûyî hene.



20.03.2016 14:02 | mijdar

11. Naxwe hevdîtineke eyar bike hevalê Mijdar.



20.03.2016 14:11 | gulêê

12. li îstenbolê û bi şertê rîçala tirşikê tunebe ez heme

(bnr: rîçala bacanên reş)

(bnr: :)



20.03.2016 14:34 | shorbevan

13. Waweylê ev jî çi bû? * min qet tişteke wisa nebihîstiye ger li ba te hebe bi xwe re bîne em jî li tehma wê binêrin.



20.03.2016 14:42 | gulêê

14. tirşikvanên ger bixwazin tevî vê civînê bibin servîsa tirşikê(tirşiktur) heye emê trênek bikin xeta îstenbolê û kurdîstanê bira ji tirşik.netê re bixebite, mesrev aîdê simurg56ye haya we jê hebe divê em hinek wî li zirarê bixin.. ji herçar perçeyên kurdîstanê hûn dikarin beşdar bibin, gunehê xwe pê neynin li hesabê wî tê dibêje ez dixtorim û pozbilindim min we çêkiriye filan û bêvan wê demê tu dixtorî wê pêşa pera tu pê çi dikî? salê me bi pirtûkeka bênivîs dixapînî..



22.03.2016 23:34 | shorbevan

15. eze li sakarya werim stenbole loma deme civîne ji bo min gelek girînge eger dema civînê diyar be û ez jî di nava teşkelekîda nebim zehf dixwazim beşdare wî civîne bim



22.03.2016 23:51 | quşxaneli

16. civîna rojeka lehdê başe bawerim? divê em zêde zorê nedin xwe, lez nekin/nelezînin kes rihê me nastîne nabêje; hûn çima nehatine..? niha nebû carekdin û li derek din.



23.03.2016 00:28 | shorbevan

17. Ji bo hevdîtina Li Stenbolê em dikarin rojeke diyar bikin. Piştî diyarkirinê jî dikarim mijarekî vekim *) Bawerim roja yekşemê yanî lehdê ji bo herkesî baş e.



23.03.2016 01:09 | gulêê

18. ez jî bi +1 a xwe amade me .lê kurmanciya min ne kurmanciyeke wisa pêşve çûyî ye . ji ber wî hûn bi zimanê xwe yê wek hespê poz forsê nekin ji zimanê me yê wek kera gêj .



23.03.2016 06:56 | xeteraqirêj

19. Hevdîtina ku em ê 10ê nîsanê, saet 18:30an de devê deriyê (bnr: medya kitabevî)/Teqsîmê hev bibînin û paşê jî biçin çayê filan vexwin. Yên ku dixwazin helbet dikarin vîskî jî vexwin.



23.03.2016 17:28 | gulêê


dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» 17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê
» civîna tirşikvanan ya li selmê
» nivîskarên hema mijaran dinêrên
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî