Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
daxwaza aşkerekirina vexwarina alkolê - tirşik
daxwaza aşkerekirina vexwarina alkolê
(0) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. piraniya alkolvewaran de heye. ez bawer im sedema wê ew e ku ev mirovên hanê bawer dikin ku kesên ereq venaxwin "nikarin vexwin" û loma kiryara ku ew dikin serkeftinek e.

li gelek cihên ne pêwist jî ev mirov bi peyv, tevger û nivîsên xwe diyar dikin ku ew vedixwin.

li vî welatî psîkolojiya tu aliyî ne saxlem e welhasil û kelam.



13.08.2013 22:25 | simurg56

2. pirsgirêkeke derûnî ye. ev daxwaz ne tenê ji bo alkolê ye. hema bêje kî çi rêxî dike, dixwaze eşkere bike.

-ez di tirşikê de dinivîsim.

-min hemû pirtûkên dostoyevski xwend.

-ez her dawiyên hefteyê golf dilîzim. û hwd.

bi ya min, ev rewş nîşana kesekî ya di hundirê xwe de, xwekêdîtina xwe ye. an jî hewldaneke ku xwe ji yên derdora xwe cûdatir nişan bide ye. ango (bnr: hewldana marjînalbûnê) ye.



18.11.2014 12:18 | nazim tolhildan

3. Ji ber ku di nav civata xwendeyên ji derve biçekî elît û entelîjaans dixweyin de alkol û tiştên bohem wekê statûyekî tên qebûlkirin. kesên dixwazin tevil vê civatê bibin bi xwe re wekê şertekî dibînin.
gelek caran dema dikevim di nav civatek ji van civatan de û mesele tê ser alkolê û dibêjim ez venaxwim, devê wan şeş gazan ji hev dimîne, wekê ku ez ji dinyayek din hatibim pirsên wekê pirsên oryantalîstan ji min dikin. ya rastî ez jî ji wan şaş dimînim, nifşek di ser wan re, bavê wan, bapîrê wan devê xwe li alkolê nedane, nimêjek ji xwe bernedane. lê dima tu dibêjî ez venaxwim an nimêj dikim, bi çavê "jordehatî"yan li te dinêrin.



29.11.2016 02:46 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» daxwaza zarokê qamişloyî
» vexwarina cixareyê vs kişandina cixareyê
» alkolê ezîz, min qet polîs venexwar

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî