Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
torchwood - tirşik
torchwood
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmekî spinoff a rêzefîlma doctor whoyê ye. cureya rêzefîlmê honaka zanistî, car carnan jî fantastîk e. bi rastî min heta nuha bi muntazam dr. whoyê temaşe nekir.lê bi rehetî ez dikarim bibêjim ku têkiliyên her du rêzefîlmê hema bêje tune ye, yan jî gelek lawaz e, ji bilê têgih û cîhana honakî ya hevpar. ji xwe torchwood ji bo cîhana dr. whoyê xweştir û berbiçavtir bike, hatiye kişandin... ha peyva torchwood anagrama doctor who ye û ev navê ekîbek e.

ez anuha di sezona dawî me, li 4. gelek tişt hene gotin. lê bê spoiler, ez dikarim bibêjim ku ti têkiliya 2 sezona ewil û 2 sezona dawî bi hev re tune ye. di 2 sezona ewil de her beşek, çîrokek bû. lê beşên sezona 3. li ser babeta children of earth û sezona 4. jî miracle day hatiye geşandin. û 3 sezona ewil li cardiff a gallerê ya brîtanyayê derbas dibe, sezona dawî li amerîkayê. ku hunê ferqê bibînin ku endustriya fîlmê ya amerîkan ji dinyê cudatir e. (ev ne wateya baştir e tenê yek-nasname ye ku dinya van fîlman dinêhirin) di beşek-çîrokek de gelek caran mere diketin bêhntengiyê lê ez we yeqîn dikim, yên sezonek-çîrokek wê we bifirîne, birijîne, biherikîne û hwd.

lehengên rêzefîlmê ya sereke û serokê torchwoodê Captain Jack Harkness (John Borrowman) e. ev lehengê mine lê bi ianto bi xweşikîneperrîn, dil min şikênandin. lehengên din ev in: Gwen Cooper (Eve Myles), Owen Harper (Burn Gorman), Toshiko Sato (Naoko Mori) û Ianto Jones (Gareth David Lloyd) in.

[spoiler: ev leheng ekîba 2 sezonên ewil in. di sezona 2. de Toshiko û Owen dihere. di 3. de jî ianto yê delal. Ji ber ianto min rojek greva temaşenekirina vê rêzefîlmê kir û ez yeqîn dikim gelek caran zingînî li guhên senarîstan girtin. * ]

Here lînkê



06.02.2016 17:10 ~2017.04.19 12:53 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» torchwood

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî