Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dicemidim - tirşik
dicemidim
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. strana koma hîvron a bêhempa ku bi dîmenên filma vodka lemon klîbek jî jê re hatiye çêkirin:



http://www.youtube.com/watch?v=EOzL8rmIKNk



Min veşêre deşta min, min veşêre deşta min

Di şikeftên çavên xwe da, di şikeftên çavên xwe de

Gulîyên xwe bike star,

Gulîyên xwe bike xemla hêvîyên min

Dicemidim dîsa...

Min veşêre, min veşêre

Min d'bedewiya xwe de veşêre

Di bêdawiya xwe de...

Çavên xwe ji min re veke

Derdê xwe ji min re bêje



Dicemidim min veşêre deşta min

Di şikeftên çavên xwe de biniqumîne

Guliyên xwe bike sitar,

Guliyên xwe bike xemla hêviyen min ku şa bibe dilê min

Dicemidim min bedewiya xwe de veşêre, di bêdawiya xwe de

Dicemidim min hembêz bike, dicemidim deşta min, min hembêz bike

Dicemidim...



Min bedewiya xwe de veşêre

Di bêdawiya xwe de...

Çavên xwe ji min re veke

Derdê xwe ji min re bêje



13.08.2013 00:00 | azadixwaz

2. strana ku ez çiqas guh didim jî, dîsa jî jé tér nabim..



13.08.2013 00:02 | gabarî

3. stranek gelek biwate ye.



min bedewiya xwe de veşêre

di bêdawiya xwe de...



piştî wan gotînê êdî ez nîkarîm tutişt bibêjim...



13.08.2013 00:09 | bahrewan

4. navê helbesteke muhsin yazıcıoğlu ye.



24.01.2014 02:00 | nazim tolhildan

5. serma dikim...



24.01.2014 06:39 | zero

6. strana koma hîvronê ye ku li du wê stranê peyva cemidîn di devê min de bûbû benîşt kêngî hewa sar bûbûya min digot dicemidim dîsa min veşêre*) di wateya cemidîn de peyva qerisîn jî tê bi kar anîn lê li gorî min ji bo sarmaya pirr zehmet re qerisîn tê gotin. ez şeş heft sal li qersê mam di wir de mariv diqerisiyan û ez bawer im di navbera peyva qerisîn û qersê de têkîliyeke heye lê nizanim qerisîn ji ber sarbûna qersê hatiye yan qers ji ber sarbûna xwe navê xwe jî kiriye qers' în..



24.01.2014 16:55 | ferhenga şikestî

7. min sar e.. li cem me yanî li cizîrê dema ji ber sir û sermayê mûyên laşê mirov dibin wekê şûjinê, dibêjin min sar e, forma ez dicemidim li cem nayê bikaranîn.. wek nimûne:

- qey te ne sar e, hey malmîrat, ne tê di vê bûzxanê de bibî eskîmo..

- belê min sar e, ez diqufilim lê ka ez çi xweliyê bi serê xwe de kim, ez xwe bi çi germ bikim?!



(min nedizanî di binhişîna min de nimûne û çîrokên ev çend trajîk hene,.. *)



24.01.2014 18:28 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dicemidim

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî