1. dewleteke kurdan e. dema ebû nasr bîn merwan de pir bihêz û dewlemend bûn. ebû nasr bîn merwan pêncî salî hukm kir. |
|
06.02.2016 23:53 |
endamê nû
|
2. navê damezrînerê dewleta merwaniyan baz e lê navê vê dewletê ji Merwanê tê. Merwan aşvanek e ku bi xwişka bazê re zewicîye û bi navê ebû elî hesen kurekî wî çêbûye. Piştî ku baz tê kuştin, ebû elî Hesen kurê Merwan bi xalojina xwe re dizewice lewma navê dewletê wekî merwanî tê zanîn. |
|
15.06.2017 20:58 ~2018.03.14 00:06 |
sloujouc
|
3. merwanî pir balkêş in. efsaneyek heye li cem ewrûpayiyan, dibêjin xanedana merovingian û merwanî yek in. gava ku împaratoriya romayê belav dibe, ev malbata yekgirtû ji qudusê radibe û berê xwe dide welatên dûr. qismê ku li kurdistanê maye bi demê re bûye kurd û misilman û dû re dewleta merwaniyan ava kirine. qismek jî çûye heta ewrûpayê û binyata frensayê daniye. |
|
11.04.2021 00:01 ~2021.08.14 14:55 |
ezcan
|
4. dewleta ku ne şaş bim wexta tirk digihên anatolyayê li dijî bizansan şer dikin ew jî ji bo xatirê misilmantiyê alî tirkan dikin. piştî demekê tirk anatolyayê tev de bi dest dixin û vê neqlê jî li dijî merwaniyan şer dikin û wan hildiweşînin. dibe ku ez dixelitînim lê tiştên bi vî rengî qewimîbû. |
|
14.08.2021 17:30 ~17:32 |
hueyn
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |