Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
zana farqînî - tirşik
zana farqînî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Serokê enstîtuya kurdî ya stenbolê ye. Ferhenga Mezin ya Tirkî-Kurdî û Ferhenga Mezin ya Kurdî- tirkî amade kiriye. ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî kedek mezin da ye û hîn jî didomîne keda xwe ...

http://www.enstituyakurdi-stenbol.com/search/label/Serr%C3%BBpel



10.08.2013 16:19 | gabarî

2. xWEDÊ EW ''ZANA'' YE HEMAN DEMÊ JÎ Jİ FARQÎNÊ YE.



10.08.2013 16:22 | kelha bayê

3. zimannasê kurd e.



02.04.2014 13:54 | xwelî li ser

4. Nivîskar, zimannas û rewşenbîrê kurd e.

Xwediyê ferhenga farqînî ye.

Ecêb e ku li Tirşikê zêde qala wî nehatiye kirin.
vê hefteyê rexneyek pir baş li siyasetmedarên kurd kir ku li şûna kurdî tirkî bikar tînin.

Namzetino, dempartîno ev çi ye ku hûn parevekirinê xwe wisan bi giranî bi tirkî dikin? Çi bi kurdî hatiye ku wisan bi we tehl e?

Hilbijêrino, raya xwe bêberdêl nedin. Kesên bi zimanê we bi we re nepeyive, bi wan qayîl nebin, bibêjin wan “Berdêla raya min, ziman û xwebûna min e”.



06.03.2024 11:23 | cinorek

5. Pir caran qala ferhenga/ên wî dibe. vir de û wir de Min navê wî pir bihîstibe jî bi salan bala min neçûye ser kar û xebatên wî. dizanim keda wî di xebatên dezgehan ên wek enstîtûya kurdî ya stenbolê û weqfa mezopotamyayê de heye.

Ji ferhengan pir hez bikim jî di nav her cure ferhengên kurdî de yên tirkî-kurdî ji berê de bala min nakişînin.

Dawiya dawî Bi nivîsên wî yên li botan timesê min wî nas kir. Piştî xwendina çend nivîsarên wî, di hişê min de jêhatîbûna wî hêdî hêdî ket şiklekî ku Dûre ew bû Yek ji nivîskarên li ber dilê min ên di rojnameyê de. Birêkûpêk dinivîse. ji nivîsên wî yên li wir Min derxistiye ku Zana Farqînî aliyê zimanî de akademîyek e. the school of farqînî

Di Nivîsareke xwe de şaşnivîsînên nivîskarên Botan Timesê serast kiribû ku pir kêfa’m jê re hat *

"Li ser zimanê hin nivîsarên Botan Timesê çend têbînî" Here lînkê



07.03.2024 18:48 | mirovekirind

6. Kesê muameleya ferhengê lê tê kirin û kesê ji vê muameleyê gelek aciz.



09.03.2024 05:39 | bayê xerbî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» zana hanar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî