Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
cizb - tirşik
cizb
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. jixweçûyîn...

jihişçûyîn...

trans...

asta şehwetê ya herî jor û xweş...

hîsa bextewarîyê ya herî bi tesîr û bandor...

asta herî bilind a erojen...



09.08.2013 15:24 | devliken kelogiri

2. orgazmeke bêhempe.



09.08.2013 15:39 | reşkêşevê

3. Dema ez 12 salî bûm dibistan bihatine girtin ez jî 3 mehên havînê diçûm medreseyê. Yên medreseyê de hemî ji min mezintir bûn û kitêbên rêzê (ji binayê dest pê dike heya cem'ûl cewamiê nêzîkê 15 pirtûk tên xwendin û hin derên wan jî têne jiber kirin) dixwendin. Min nû ji elîf bêyê dest pê kir. Vêca her êvara înê em hemî feqe bi pêşengiya seydayê medreseyê kom dibûn û me zikir dikir. Min bi aqilê xwe yê zarokî tiştek ji zikirê fêm nedikir. Herkesî çavê xwe digirt. 99 caran Allah, 99 caran la îlahe îllallah, 99 caran Allahû heyyûn (yanî Xwedê zindî ye) digot. Vêca dema zikir dewam dikir hin feqe diketin cezbê û xwe winda dikirin. Min jî meraq dikir û çavê xwe di vekir. Feqeyên diketin cezbê xwe li erdê didan, diketin ser ling û kabên me.
Bi dehan caran min di xeleka zikirê de zikir kir lê carekî jî min xwe winda nekir. Min hîç fêm nedikir ka ew feqe çawa xwe wenda dikin. Gellek caran di zikrê de ez dikeniyam jî.



27.11.2019 01:00 ~01:01 | nan û av

4. tew çend kesên wan diqîrîn! Roja înê em li mizgeftê bûn mele wez dida, min ne dît gundîyê me qîriya Xwedê! ez ev qasî ditirsiyam destmêjê min xira bû *
Dibêm bi vê qîrînê dengê digihêjin Xwedê!



27.11.2019 01:10 | kajav

5. "...Bi cizbê ketin hêsire te yên firyalî.."
Helbest: Rênas Jiyan 'hebhinarkê'



27.11.2019 11:21 ~11:27 | rizgarm

6. şanoya misilmanan a ku herkes weke ku rast be, bi performansek gelek baş dilîze û ji hev re jî behsa şanoyê nakin.



27.11.2019 23:36 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» cizb

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî