Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
28.11.2015 kuştina tahîr elçî - tirşik
28.11.2015 kuştina tahîr elçî
(5) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. serokê baroya amedê tahir elçi, wextê beriya saetekê ji ber zerar dîtina minareya çar-ling daxuyaniyekê dida hate kuştin. dihate gotin vê navberêde di nav polês û ydghêde şer derketiye.



28.11.2015 12:29 | azadixwaz

2. İro li Amedé ji aliyén kujerén Vedat Aydin û Musa Anter hat qetilkirin. Hezar carî nalet li wan û xwediyé wan be.



Edît: lé vé caré pkk jî berpirsiyaré vé qetlé ye. Qey nîv saetî nikaribûn bisekinya? 300 metrî dûr biketa? Cané gelén sivîl tiştekî nahesibînin. Eyb e yaw mirowekî delal, kurdekî bi şeref û namus, hiquqnasekî héja ket erdé. Heyf e heyf e!



28.11.2015 13:20 ~23:19 | serpale

4. kuştina di nava şerde bûye dibe bi guleya pkk jî dibe bi ya polîsan jî bi zanebûn hatîbe kuştin ewê derê rastê nayê veşartin lê meriv dikare bibêje sedem dewleta terore jiber ku mafê kurda nade wan evan şer û pevçûna dike reben û hêsîra di kuje dide kuştin sedem û kî kiriye li holêye. gelo ev şer di nava ydgh ê û polîsande bûye an polîsa bixwe bixwe şerkirine ji bû tahir elçi bikujin?



28.11.2015 14:42 | shorbevan

5. bêyî ku mirov wan binase hebûna hin însanan cihê bextewariyê û şanaziyê ye û hakeza wendabûna wan cihê hezn û şînê ye. serokbaroyê amedê parêzer (bnr: tahir elçi) kesekî wisa bû; ebûqatekî navdar, mirovekî biujdan û aştixwazekî jidil û aktivîstekî mafê mirovan bû. îro, li (bnr: amed)ê li ber mizgefta çarnig piştî daxûyaniyekê di êrîşeke çekdarî de ji terefê hêzên tarî û xwînmij ve hate qetilkirin. dema min ev agahî bihîst, min go xwedawo ev henekek be, ev xewnereşk be lê mixabin rastî bû; rastiyeke dilsoj, rastiyeke tehl û tuj. pir pir li ber merhum elçi ketim. cihê wî baxê bihuştê be, di sêrî de serê malbata wî û serê gelê kurd sax be.



28.11.2015 15:34 ~16:11 | diclefirat

6. Qetla ku kesek nizane kujer û qatîlên wê kî ne. Yên ku zanin jî ew bi xwe terefê kujeranin.



28.11.2015 15:54 | hola êzîda

7. piştî demek dirêj dîsa destpêka kuştinên kiryar nediyar e.

ev kuştin, îhtîmalek biçûk e ku ji aliyê pkkê ve hatibe kirin(bi xeletî). ji ber ku yên ku tiştek gelek bêmantiq e ku 3 kesên pkkyî werin û di çalakiyek wisa de hewl bidin polîsan bikujin.

lê kiryar kî ne bi rastî texmîneke min ya saxlem tune. min li tu derî nêrînek bi mantiq jî nedît.

1- ger kesên nijadperest bûna ku ji ber gotinên wî acix bûne, wê demê wê wisa bi hêsanî polîsan nekuştin

2- ger hizbulşeytan bûna, wê ji xwe re hedefên gelek girîngtir hilbijartina

3- ger daîş be, wê bûyer ne kuştina kesekî lê teqandina girseyekî bûya.

4- ger dewlet bûya, wê ne wisa li ber çavan bûya.



lê dîsa jî daîş îhtîmalek e. heye ku plan ne mîna daxwaza wan meşiyabe. ji ber ku dîsa ypgê gavek avêt û berê xwe da rojavaya firatê.

kengê ypg gavek nû û girîng bavêje, ev wehşên hanê har dibin.



28.11.2015 23:58 | simurg56

8. Ev dewleta hov dîsa ji me da zanîn ku ji bo kurdekî, berdêla aşitîparêziyê mirin e. tahir elçi aktîvîstekî mafê mirovan bû û kî çi dibêje bila bêje, berpirsyarê mirina wî hikumet e. Ji ber ku Tahir Elçi ji ber siyaseta hikumetê hate kuştin. Wê demê em aşitiyê ji kê dixwazin?



29.11.2015 00:52 | nazim tolhildan

9. beriya her tiştî serê malbata wî û serê tevahiya kurdistanê sax be û xwudê cihê rehmetî bike bihûşta rengîn..

de îja ez werim li ser meselê..

ezê di lînka jêr de vîdeoyekê parve bikim, di vê vîdeoyê de mîzansena dewletê gelek berbiçav e, her tişt gelek zelal e..

dekûdolapa vê dewletê li holê ye..

dema ku daxuyaniya çapemeniyê diqede,di kolaneke dî de di navbera polês û sê kesan de pêvçûn diqewime, zilamek jê ji kuçeyeke dî re direve du zilamên dî jî ber bi ciyê bûyerê dibezin, dema ku du zilam dibezin di destê herduyan de jî sîleh hene lê qet guleyan nareşînin hew direvin û baz didin, jixwe di dîmenan de ev yek diyar dibe, bi qasî penç şeş heb polês jî li wan temaşa dike û tevî ku gelek nêzik in jî hama guleyekê jî bi wan ve nakeve jixwe dema meriv bala xwe li ser nîşengeha silehên polêsan didee, mirov bi rehetî fêm dike ku armanca wan kuştina wan her du zilaman nîn e, ne şaş bim bi tenê yek ji wan ji milê xwe birîndar dibe û dîsa direve. polêsan gelek guleyan direşînin, tam di vê kêliyê de zilamê ku direve, sîleha xwe diavêje ber bi polêsekî, jê şûnda çi diqewime baş nayê fêmkirin, piştî reva wan polêsan nîşana silehên xwe ber bi tahîr elçî de didin û li ser hêv direşînin, di vê kêliyê de polêsek jê sîleha ku zilam avêtibû ber wî de, digire û diguherîne..

bi ya min polês bi sîleha wî zilamî tahîr elçî dikuje, dema ji kirîminalê rapora guleyan were, wê bê gotin ku ji guleyên terorîstan hatiye kuştin û îhale li ser pkk'yê bihêlin..

bi rastî min hê jî fêm nekir ew her sê zilamên ku ji teksiyê reviyan, kî ne..

Here lînkê



29.11.2015 16:36 ~16:38 | ferhenga şikestî

10. edît: tê gotin ku sîlehên polêsan kuru sıkı ye..

yanê bi tenê diteqin lê fîşekên wan jê napekin, birîndar nakin



29.11.2015 16:45 | ferhenga şikestî

11. kuştina ku herdû kesê direbin yên ydgh ê bin ew çêtir zanin kî kuştiye. hinek dibêjin ew kesê direbin polîs bi sîlihê deng berî wan dide paşê destê wî ji ber ceva wî dernayê ewjî bal dikşîne.. di wê demêde sîliha xwe di guherîne û berî tahir elçi dide werhasil dewlet û pkk ji dil bikin zanin kî kuştiye edî bi şaşî an jî birastî berî dabin.. mixabin çi bû ji rebeno bû ez hê jî naxwazim bawerbikim : (



29.11.2015 17:00 | shorbevan

12. heye ku ji aliyê ydg-hê ve hatibe kirin. her ku diçe ev îhtîmal zêdetir dibe.

tê gotin ku navê yek ji wan êrîşkaran diyar bûye û ydg-hyî ye.

ji aliyê din ve, dema polîsan xwestin lêkolîna cihê bûyerê bikin êrîş li wan hat kirin û bombe hatin teqandin. ev jî mîna karê pkkê/ydg-hê xuya dike.



29.11.2015 18:43 | simurg56

14. buyera îxtimala wê ya bi ydgh vê kirin hê jî kêm e. ji ber ku ew kes ydghî bin jî hê jî hinek îxtimalên din hene. ji xwe nayê dîtin ku kî kuştiye. lê ku wisa be, xwedê neke, her tişt xerabtir e jî.



29.11.2015 19:05 | azadixwaz

15. kî jî kiribe berpirsyar dewlete em hê ranebin li kesê kirîye negerin.. kesê kirîye ji dode li holêye. berpirsyar û kujer yê van şer û pevçûna dide kirine.



29.11.2015 19:08 | shorbevan

16. bûyera ku %99 ji bi plana dewletê hat kirin. ne sedî sed e ji ber ku min bi çavê xwe nedît.

tahîr elçî bi 20-30 parêzeran diçe li wê derê daxûyaniyek dide, tu tişt li wan parêzeran nayê û tenê tahîr elçî bi guleyek tê kuştin. çawa hûn dikarin vê yekê weke tesadûfek bibînin gelo ? yanê tam tahîr elçî li wê derê bû şer derket û bi xeletî hat kuştin newsa ?



serokê baroya amedê ye, beriya mehekê ji ber ku gotiye "pkk ne rêxistinek terorîst e" hatiye binçav kirin. bi sedan telefonên gefê jê re hatiye... mirovek wisa bi tesadûfî namire.



dewlet ma bendê û dema wext hat kuşt. ev yek di holê de ye. nebêjin 2 polês jî miriye nexwe ev ne karê dewlet e. tu kes nabêje ev plana wan polêsan bû. yê ku plana tiştên wisa dikin en mamûrên ji rêzê yên asayîşa amedê ne.



li vir nivîsa ahmet şik heye di derbarê vîdyoyên bûyerê de ye ku dibêje li gor dîmenan kûjer bi îxtîmalek mezin ne ydgh e.



29.11.2015 19:39 | brusk56

17. ger ji aliyê ydg-hê ve hatibe kuştin, bila kes li qusurê nenêre lê berpirsiyar ne dewlet fîlan e, rasterast ydg-h û aqilmendên vê siyaseta pkkê ya fehş e.

ger tu bi zanebûn şer bînî nava bajarê xwe, kuçeya xwe û beer deriyê xwe wê helbet jin û zarokên te jî mirovên te yên biqîmet jî bimirin. him jî carina bi destê te.



ger me bizaniya ydg-h û pkkê bi tu awayî welatiyên xwe naxe rîskê, li cihên ku sivil hene çalakiyên bi talûke nake fîlan, wê demê me wê bigota kujer esseh an dewlet e an jî hizbullah, daîş fîlan e. lê em gelek baş dizanin ku ydg-h jî li ber sîvîlan çalakiyên wisa dike û carina bi destê xwe dibe sedema mirina zarok û sîvîlan.



xwedê bike ne ji aliyê ydg-hê ve hatibe kuştin lê li gorî mantiqa "ci be bila bibe berpirsiyar dewlet e" em dikarin vê jî bêjin "çi ve bila bibe, berpirsiyar siyaseta ydg-hê ye"



divê pkkê û ydg-h vegerin polîtîkayek rasttir. an bila dev ji çekan berdin an jî bila berê çekên xwe bidin çekdaran, ne sîvîlan. ji ber ku armanca şerê çekdarî ya pkkê ne têkbirina dewletê ye, armanc êşandina canê wan e û mecbûrkirina wan ya aştiyê ye. lê di vî şerê qirêj de êdî canê kurdan 1000 qat zêdetir dişewite û di ser de jî parçe dibin, ji xwe û hebûna xwe sar dibin,.



29.11.2015 19:43 ~19:56 | simurg56

18. mêrkujiya ku tê de ji bo kurdan peyamek cûda ji bo tirkan peyamek cûda heye.

dewlet ji kurdan re dibêje ; erê min kuşt. (ji ber ku wek navê xwe dizanin kurd wisa bawer dikin) gel li pey min e. ez xwedî quwet im. ger tu dev ji şer bernedî, ez ê weke salên 90an, zanayên te jî, rêber û pêşengên te jî bikujim.



ji tirkan re jî dibêje ; binêrin em bi mirovên çawa şer dikin, şerê me çi qas şerek mafdar û rewa ye. binêrin tahîrê ku digot pkk ne terorîst e, ji ber pkkê mir.



29.11.2015 19:51 | brusk56

19. Kesê berî derkeve bernameya gotibû 'pkk ne terorîst e' min wî nas nekiribû.

Piştî ewqas roj ez gîhaştim internetê û min dît her kes behsa kuştina wî dike. Di serî de rehma Xwedê lê be.



Erê ez nuh gîhaştim netê. Min berî çend saeta hin tişt di derbarê bûyerê de bîhistin.

Heke agahiyên şaş hebe min rast bikim ji ber ku ez ê li ser rastiya hevalan bipeyivim

Li gorî digot berî bûyer biqewime erebeyek ji nav taxan nêzîkî bûyerê dibe. Anonsek tê polîsan ku herin wê erebeyê. Hin polîs derin ber erebeyê wê çaxê kesên di erebeyê de polîsekî dikujin û dest bi revê dikin. Piştî kuştinê şerr mestir dibe. Di wê rewşê de ew kesê di erebeyê de direvin û dawiya meytê rehmetî tê dîtin ku li erdê ye.

Di vir de îxtîmala ew kes pkkyî bin an jî ydg-h bin zêde ye. Dora sûrê hatiye girtin û van kesan xwestine di vê çalakiyê de birevin û di pevçûnê de tahir hatibe kuştin. Di îxtîmala din de dîsa ew kes ya pkkyî ne ya jî ydg-h ne. Lê vê carê dibe di pevçûnê de polîsekî an jî kûçikekî dewletê tahir bi qastî kuştibin.

Îxtîmala heval qal dikin ku ew kesên direvin polîs bin jî ber bi aqika ve nare.



Heke pkk bûbe sedema mirina tahir bi rastî jî wê ev bûyer bibe trajedî.



30.11.2015 01:57 | berxweda

20. Sedem kî be jî, kurd qeyb kirin..

Tahîr Elçî çû ser dilovaniyê, ji kîsî me kurdan çû..

Rehma xwedê lê be û cihê wî bihuşt be.



30.11.2015 17:33 | quzzulqurt

21. li gor selahattin demîrtaş, bi guleya çeka polês qewimiye.

http://www.radikal.com.tr/politika/demirtas-tahir-elciyi-olduren-kursunun-polis-silahindan-ciktigi-kesin-1483462



30.11.2015 21:56 | brusk56

22. Kasik xwuya diki ew polesin qelaw (hurgir) gulle berré dide :((



30.11.2015 22:44 | iştar87

23. "înna lîllah ve înna îleyhî Racîûn"

"em ji xwedê hatine emê vegerin ba xwedê"

"ewê her mehlûq(jînde/meriv mirinê tehm bike") ne kesî ev dînya dot ne kesî kirî ne kesî jî firot ev dinya ji mera jî namîne lê meriv bi mirîyare jî namire hewceye meriv xwe li pê bigre.. serê me saxbe xwedê bi cineta xwe şa bike û rihma xwe ji serme kêm neke. jixwe li vê dinyayê çavê me bi rehma wî nakebe qet nebe li wê dinyayê lî me bê rehmê..



01.12.2015 12:41 | shorbevan

24. Polîs bi 'şehadî' hatiye godarkirin, yek jé dibéje min derb bera neda, lé kamera wî derewin derdixe. Xuyaye kujerén Tahîr Elçî dewlet e Here lînkê



07.12.2015 09:12 | serpale

25. bi guleya polêsên dewleta tirk çêbûye.



07.12.2015 10:44 | brusk56

26. ya ku hêdî hêdî derdikeve holê ku ji alliyê polêsekî ve hatiye kirin.

Here lînkê



15.12.2015 01:02 | brusk56

27. Berî tahîr elçî li ber mînara çarling daxuyaniyê bide, Tê zanîn di şerê xendekan de li sûrê xendek hatin dest pê kirin û bo eniyê mezin bikin xwestin li rezan jî xendekan bikolin. Ji loma yekîneyek yps derbasî taxên kaynartepe û şeyhşamil yên navçeya rezan bûn. Li wê derê hewl dan xendekan bikolin lê piştgiriyê ji niştecihan negirtin. Bi ser de dewletê operasyonek kir û çend endamê yps şehîd bûn. Ji ber vê çendê 3 endamên yps -2 jê birayê hev bûn- yên yekîneya sûrê xwestin herin taziya yek ji wan şervanan ku li taxa kaynartepe şehîd ketibû. Çikû ew mervê wan herdu birayan bû. Belê hersê şervan diçin taziyê û gava wê vegerin sûrê li taksiya tîcarî siwar dibin. Lê ev şervan hatine tespîtkirin û li polêsan hatine gilîkirin. Loma jî di têketina sûrê de polêsan rê biriye û li benda wê erebeyê ne. Gava erebe tê, polês erebê disekinîne û ber bi deriyê erebê diçe da wan peya bike. Gava polês nêzî erebeyê dibe, ji hundir ve teqe tê kirin û 2 fîşek li sînga polês dikeve û dimre. Ji nişka ve polêsên din teqe dikin û şervan ji erebê peya dibin û ber bi kuçê sûrê direvin. Yek ji wan dikeve kuçeyekê, du heb ji wan dikevin kuçeyekê û direvin. Tesaduf jî ewe ku di wê kuçeya du şervan ketinê de tahîr elçî daxuyanî dide. Gava şervan dibînin sivîl hene berovac bi demança xwe digrin û direvin. Teqe nakin bi demançê. Lê polêsên sivîl ku dibînin du kes ji wir de baz didin dest bi reşandina guleyan dikin. Lê her du şervan jî xwe ji nav wan difilitînin. Gava derbasî aliyê din dibin, polês hîna jî bi pey wan de di nav sivîlan de gula direşînin. Li gor sîmulasyona dadgehê kiriye de tahlr elçî di menzîla demançeyên polêsan de ye. Û guleya tahîr elçî kuştiye ji demança polêsan de derketiye.


Ev mesele ne sir e. Dîmenên di esnaya revê de li ser youtubeyê heye. Herweha sîmulasyona wê esnayê jî li ser youtubeyê hatiye belavkirin. Mesela şervan û derbasbûna wan ya wêderê di rojnivîska berxwedana sûrê de bi tefsîlat hatiye nivîsîn. Min dît ku li ser vê meseleyê gelek niqaş hatine kirin û encamek jê derneketiye. Min ya ku ji min re bimentiq tê nivîsand.









09.03.2022 04:15 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» 28.11.2015 kuştina tahîr elçî
» kuştina hevûdin

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî