Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
biaqila malê - tirşik
biaqila malê
(19) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskareka nû ya tirşikê ye. duh li tirşikê xwe qeyd kiriye. belkî jî fêkiyeke 16.11.2015 kampanyaya danasîna tirşikê a li twitterê be *

bi xêr hatiye..



17.11.2015 12:25 | brusk56

2. bi xêr hatiye, li ser twitterê gelekî tebitî (çalak) ye. ne şaş bim ji farqînê ye. wek brusk56 gotî, fêkiya 16.11.2015 kampanyaya danasîna tirşikê a li twitterê ye.



edît: ez şaş bûm, ne farqînî ye, ji dêrika çiyayê mazî ye. *



18.11.2015 15:16 ~16:24 | xendekî

3. nivîskarek xwedîyê kromozoma xx .



18.11.2015 15:26 | mijdar

6. Nivîskara ku wel avatara xwe xweşik bûya, dê hejmara nivîskarên tirşikê di 5 rojan de bibe 500000.

Welhasil ez nizanim bê yeka çawa ye û hîn neletiye ber xezeba min lê şîreta min lê bila ne wek pirraniya nivîskarên tirşikê be.



18.11.2015 15:45 | dijber

7. nivîskara ez îtirafdikim dixwaze min ji xwera eyarbike wê demê başe bi xêrhatîye..



18.11.2015 16:07 | shorbevan

9. Nivîskara tenê bi hatina xwe hejmara peyaman ducar kiriye. Pir bi bereket e. Xwedê zêdetir bike.



18.11.2015 20:12 | azadixwaz

10. Bi xêr hatiye, bila ne weke min be, domdar be.




11. law bela xwe jê vekin, li îşê xwe binêrin, peyamên sûdewer binivîsin!



18.11.2015 21:56 | ferhenga şikestî

12. keçikek xweşik nazik û bozik e.

ji Dêrikê ye. Kurdîhez û Kurdperwer e.

piçkî feminizm pê re heye. têra xwe no û zîrek e.

lêvên ancelîna cûlî nikare piyê xwe bide ber piyê lêvên wê.

temenê wê nêzîkî 20î ye. perestar e.

ew jî dixwaze ji xwe re dilekî çêke lê pêde nake.



30.03.2016 16:21 | medê

15. nivîskareke tirşikê ye. xweş dinivîse. ji hêla rastnivîsê problemên wê tune. xwe weke feminîstekê pênase dike. lê nizane ku feminîstbûn ne safî parastina jinan e. feminîstî parastina mafên jinan e. ku neheqiyek li jinekê çêbûbe dikare biparêze, lê ku jinek nehekî bike parastina wê jinê ne karê feminîstekê/î ye. ew karê fêhmkorekê/î ye.

(bnr: parastin heye, qerf û tinaz heye)



sererastkirin: rêziman



22.04.2016 01:45 ~01:47 | mergehez

16. Nivîskara ku dikare heqî û neheqî ji nav hev derxe * û ji xwe ew zêde nabêje ez feminîst im dibêje " ez mafên jinan diparêzim " . Û wekî din jî gelek caran bi hevalên xwe yên keçik re şer kiriye ji ber ku ta'de li dergistiyên xwe re dikirin *



22.04.2016 01:48 | biaqila malê

18. divê hay ji ewan û gelacên tirşikê yên bi dev dost bi qelb û dilê xwe kafir hebe ;)

nizanim ne ji ber şehweta peyvê ne ji ber kîn û nefreteke şexsî ''bêaqila malê'' dibêjin jê re. ;)



13.08.2016 05:57 | endazer

20. Nivîskara ku serê wê mişkan re ketiye belayê *) dibe ku êvar de tirsa nerazabe jî *



13.08.2016 11:04 | çarçoveya bextewariyê

21. Nivîskareke aqilmend e çimkî bi kurdî dinivîsê.nivîskara ku bi kurdî dinivîsê li nik min hê ji vê aqiltir kesek nînê.ne wisa ye gelo?



13.08.2016 22:28 | rûbar

22. nivîskara ji hêjayan hêjatir.. kêfa min gelek ji vê peyama wêre hat biaqila malê/88412

bi taybetî jî vir û jê berjêr *;

"Nivîskara ku dikare heqî û neheqî(rastî û şaşî) ji nav hev derxe"



xwedê wê ji nava me û mişkên di mala wêde kêm neke *



14.08.2016 20:30 ~20:31 | shorbevan

23. hej sîmir rûdan û serxweşa j dengê sîmir rûdan dike.

ev tê wê wateyê ku kêm zêde ji mûzîkê fêhm dike, aferîn jê re!

vî çaxî keçên kurd yên ji mûzîkê fêhm bikin tovê wan li ber manûnemanê ye, min ji hevala xwe re carekÎ lînka vê stranê şand, xanimê çi erênî çi neyênÎ qene bersivek jî neda! paşê min go min duh ji te re stranek şand tê bîra te? go erê -sîmirli bir şeydî galÎba- yanî ser guhê xwe re avêjtiye, û bi ser de jî jimin re got; tu çima min dikî kobayê cerbên xwe yên sosyal? wê gavê shorbevan hat bîra min, min go ez jê re bêjim bila bê mehra min û sihûda min bibire û tirşik jî şahid ;)



belkî guhdarÎ kiribe lê dîsa jî min divê vê stranê jê re bikim diyarî;



15.08.2016 03:02 | endazer

24. (bnr: nifşa nû ya dijminatiya li pkkê)

Edît: rêziman



17.08.2016 02:56 ~11:16 | mergehez

25. çavê wê li rekora dijber e.



19.08.2016 23:38 | endazer

29. navê wê yê rastîn melîs e.



29.08.2016 13:51 | çarçoveya bextewariyê

30. bûye dînemoyê tirşikê yê van rojên dawiyê. nema dikarim bibêjim bi xêr hatiye, ji xwe tişik bûye mala wê *



15.09.2016 00:15 ~14:43 | berxweda

31. 4 saet û 42 deqe ye onlîne/girêdayî ye işev bi werîsan ve xwe tirşikê va girêdaye *



(bnr: dibe ku rekoreke din were şikênastin)



15.09.2016 01:33 | bûtîmar

32. nivîskara ku wê û hozan serhad êdî endazer ji nav reqîbên min derxistine xwedê jiwan razî *, pir çalake pir..



15.09.2016 11:46 | shorbevan

33. çi biaqila malê, wellehî biaqila dinyê ye* xwedê heye, nivîskareke jîr û jêhatî ye lê herî zêde zimantûj e.



24.09.2016 16:46 | nazim tolhildan

35. nivîskara ku wexta nuh hate tirşikê û bi domdarî nivîsand, xwîna lê keliyabû. min gotibû weke miroveke baş xuya dike, piştî elimîm ku ji dêrikê ye, min got na bavo dêrikî baş in, nêrîna wan serast e lê mixabin her ku nivîsand ev fikrên min berevajî bûn. bûye endazerê duyemîn. di tirşikê de mêrek hebû ku li fersendan digeriya bo ku pkk reş bike, va ye jinek jî lê zêde bû û temam bû. ser xêre be gelî tirşikvanno..



24.09.2016 17:35 | mergehez

36. nivîskara zana, çeleng... * riya rast/heq yeke ew jî di wê riyêde dimeşe.. ew qelema xwe tev saxbin û hevî evin ku ti kes ji pênûsa wêre nebin av/cam/naylon.. mijarên ku vedike ji rexneyanre, ji rastkirinanre vekirîne ne rastbin rastbikin...bixêrhatiye



24.09.2016 20:52 | shorbevan

37. Nivîskara kerhatî û jêhatî.

Nerîna her kesî ji bo xwe ye û mafê wî/wê heye ku vebêje. Tenê ji bo meseleyekê ji tirşikvanekê sar bun ne zêde rast e. Tekane meseleya tirşikê ne siyaset e (û helbet yeke giring ew e), ya herî giring jî ziman e loma qîmetê nivîskaran di serê minde gorî wê yekê ye.



24.09.2016 21:33 | azadixwaz

38. Nivîskara dîsa eşkere kir ku dema di nav gel de guherînên siyasî çê dibin hêrsa partîzanokan har dibe.



Heke min 2 meh berê bi sedan alayên tirkan di destê dêrikiyan li sûka dêrikê heta xeraca dolmîşan ne dîtiba - hin partîzanok jî berê rahiştibûn alaya tirkan - min fahm kir dêrika pesnê wê tê dayîn ne Ew dêrik e. Xewn û xeyalên hinekan e.. û nerastiye.



Bila hinek xwe nexapînin û nebêjin filan der çawa ye. Ev guherîna ku ne ji pkkê û ne ji tcyê re dibe riya rastiyê ye. Ji îdeolojiyan dûr e. Niha hunê jî werin vê riya. Xwedê bike hun heta wê roja tiştê hun ji ber fedî bikin nekin...



24.09.2016 22:31 ~22:42 | berxweda

40. (bnr: melîs)



04.06.2017 18:46 ~18:47 | çarçoveya bextewariyê

41. (bnr: quzzulqurt)



05.06.2017 01:05 | biaqila malê

42. yeka xwînşêrîn e



05.06.2017 15:02 | ferhenga şikestî

43. biaqila malê ye lê li mala xwe da bi tenê dijî *

Laqirdî alîkî..
xwediyê navekî zehv orjînal e yaw..

arekî twîtterê da jî dinivîsand, ez zêde nakevime twîtterê, loma nizanim ku hê dinivîse yan na..



01.12.2017 03:13 | bûtîmar

44. Twîtter li ser serê wê bûye xezeb , hê dinivîse *



01.12.2017 03:15 | biaqila malê

45. li ser sosyal medyayê mixabin bêtir (di sedî de 99) bi tirkî dinivîse.
ez dibêm qey ji bela ku di nava tirkan de dijî bivênevê xwe mecbur hîs dike ku bi tirkî îş û emel bike.
wexta ku ez li stenbolê dijiyam hevalên min ên tirk hebûn, ji min re digotin tu bi kurdî dinivîsî em fêm nakin, loma min jî car caran tirkî dinivîsand. dûre min nihêrî ku helwesteke şaş e min dev ji tirkî berda, sankî fêm bikin dê çi gû bi destê min bikeve, jixwe çend meh şûnde min ew giş asteng kirin em ji hev pak bûn



01.12.2017 11:42 ~11:44 | ferhenga şikestî

46. Stara xwedê lê be. Zehf baqil e. Bila binivîse bi nivisên bedew bibe



01.12.2017 18:57 | hêvî

47. Tirşikvana ku ez meraq dikim gelo çi alemê da ye..



21.02.2018 03:06 | bûtîmar

48. Tirşikvana meraq dikim ku gelo a niha çi dike *



30.04.2019 23:29 | bûtîmar

49. yek ji wan nivîskran e ku ji roja ku me hev nas kiriye heta îro çi di tirşik netê de û çi jî di mecrayên din ên înternetê de peywendiya me qet qût nebûye.
(bnr: emojiya rûtirş)
(bnr: emojiya bişirînê)



01.12.2019 02:18 | ceso

50. tirşikvana ku ez şa kirime ye * ji ber ku serê vê sibê ketim tirşikê min dêhna xwe dayê behsa min hatiye kirin û ez şa bûm *



01.12.2019 12:43 | bûtîmar

51. kurdên ku tirşikê dixwînin lê nanivîsin/122627

bi vê entrya xwe va careke din jî eşkere kiriye ku biaqila mala tirşikê ye *



07.05.2020 18:36 | bûtîmar

52. Nivîskara min îro lê anîye der avatara wê

nexşeya kurdistanê
ye. Ji dûr wêneyek artîstîk xuya dikir, ji nêzîk gava 5 saniye lê dinêrî mahabad tê bîra mîrov.



01.06.2020 23:52 | hespêsor

53. Nivîskarek Mêrdînî, keçikek lihev, ji gelek kesan nêrxastir û qenc e. Çiqas bi xêra tirşikê min navê wê bihîstibe jî, mala çêkerê twîttirê/çivîktirê hezar carî ava ku berî aniha çend rojan kir ku em bibin heval. Jixwe gava li ser space di civîna yekem de diaxivî, min pê derxistibû ku ji xaka min e. Kêfa min zaf ji axavtina wê re tê, gava wê dibhîzim wek ku merivên min bi min re diaxivin.
Ji ber ku hêjayê jî li Izmîrê ye, ku Xwedê bê erê îca em ê hev du rûbirû bibînin..



02.09.2021 00:15 | pîroz

54. tirşikvana ku li hêviya romana min e. ez ê evîna wê û ya xwelîserekî wek destanekê binivîsim û wê bibe bestseller.*



02.09.2021 00:28 | xelîl

55. nivîskara ku peyameke wê gelekî dereng fehm kirime ye.

heval.js/136742

ji min re gotiye "incel". dema min li googleê "what is chad" nivîsand, çend term derket chad, incel flan. jixwe dema min peyama wê xwend, migo "incel çiye lo aha ji te re reşşik". mhahahaha. lê êdî incel çi ye dizonim. heta niha nivîskareke re qe tiştek giran negotim lê ev ehmeqî û fanatîkî ye. peyamên ji bo kenina xwe nivîsandime, wekê jindûjminî fehm kiriye. sorrî heval, ne incel, jindûjmin nizamçik im.



28.01.2022 18:25 ~18:25 | heval.js

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» biaqila malê
» malêz

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî