Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
özgür amed - tirşik
özgür amed
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar û nûktedareke hemdem e. di demeke nézik de bawerim wé geleki deng bide. pirtûkek a wî ya bi navê (bnr: kürdocul işler) heye.



06.08.2013 10:57 | saryaudisasarya

2. li ser malpera "yuksekova haber"ê heta êvarê bi tirkî dinivîse. kurdan gotiye "xwediyê kerê nagihîje tu derê", mirov dikare vêya ji bo kurdên têkchûyî yên ku bi tirkî dinivîsin jî bibêje.



06.08.2013 11:01 | rojgar

3. bi gotina AMEDÊ '' GEDÊ BAJARÎ''.



07.08.2013 01:16 | reşkêşevê

4. mirov dikarê tirkî jî binivîsîne lê lazimê mirov herî pêşî bi zamanê xwe binivîse.



07.08.2013 21:58 | zîpik

5. dema bi kurdî binîvîse belkî ez wî biecibînim lê a niha tenê xizmeta zimanê tirkiya diyarbekiriyan dike.



21.10.2013 14:40 | gulan

6. klîşezadeyeke kurdê ji amedê, paşnavê wî çiqas klîşe be mîzaha wî jî li ser qirixîzmê ye. pênûsa wî her çiqas xurt be jî ew bi zimanê tirkî xizmetê ji zimanê tirk ê serdest re dike, qirixbûnê meşrû dike.



22.10.2013 00:28 | zero

7. nivîskarê ku tirşikvanan tenê behsa tirkî nivîsandina wî kiriye . heçko hemû nivîskarên kurd bi kurdî dinivîse lê tenê ev maye . temam bi kurdî nivîsandin ser vî zatî jî farz e lê ka xera xwe hinekî nivîsên wî jî binirxînin heyra ! *



22.10.2013 00:33 | brusk56

8. mijar li ser navê kê be ez ê li ser wî/ê şîrove bikim.

heyfa min ew e ku: hestên kurdî bi zimanê tirkî dinivîse.

xuya ye ku dikare meselok û mijaran xweş rave bike lê nizanim çima xwe li zimanê tirkî sor dike.



22.10.2013 13:56 | gulan

9. nivîskarê ku kurmanciya wî serkeftî û rewan e. Bi tirkî dinivîse û xweş jî dinivîse..



27.06.2014 23:37 | mergehez

10. b zilameke bi kurd 2.0 û komên din yên facebook û twitterê û paşê bi hin malperan deng vedaye. wextê ku nu dinivîsand pir kêfa min jê re dihat, ji ber wê yekê jî bi hêviyeke mezin min pirtuka wî ya bi navê kürdocul işler stand. lê weke hêviya min derneket û bi ya min nivîsên wî hineke xav bun. lê tişta rast pir tiştên xweş jî nivîsandibu. van demên dawiyê çi dike nizanim û naşopînim jî.



28.06.2014 00:52 | azadixwaz

11. nivîskarekî cûda ye.

xwezî bi kurdî binivîsanda lê ew jî weke bi dehan hevalên xwe yên nivîskar ên tirkînivîs, bi tirkî dinivîse. tê gotin ku kurdiya wî jî baş e. ger kurdiya wî baş be û dîsa jî nenivîse xerabtir e *

pirtûkekî wî a bi navê kürdocul işler heye.



28.06.2014 13:57 | brusk56

12. bi nivîsa wî ya jêr ez lehengiya masîro agahdar bûm. pirtuka wî jî min xwand û nivîsên wî ji carna di şopînim lê gava navê wî dibihizim masîro tê bîra min.



http://ozguramed.blogspot.com.tr/2013/05/bir-gidememe-oykusu.html#!/2013/05/bir-gidememe-oykusu.html



28.06.2014 16:14 | ciwanpiroz

13. di derbarê şewitandina konên li ber sînora kobanê de çend tiştinan nivîsandiye. kerem kin: http://yeniozgurpolitika.info/index.php?rupel=nivis&id=6269



22.07.2014 22:27 | kurê xelkê

14. Yê ku hatiye girtin. niha di girtîgehê de ye.

Birayê wî ji hesaba wî a twitterê agahiyan dide..



Hesab ; twitter.com/Ozgur_Amed



03.03.2015 10:49 | brusk56

15. nivîskarê Özgür Gündemê yê hatiye girtin. Mehmed Said di evrenselê de, piştî ketina wî a hindur nivîseke werê nivîsandiye.



http://www.evrensel.net/haber/106345/isim-ozgur-tutuklu-sifat-ozgur-uzundur-yasak



03.03.2015 17:51 | diclefirat

16. di rojnameya radikalê de rojnameger ezgi başaran di derheqê wî de nivîseke xweş nivîsiye..

Here lînkê



09.03.2015 09:14 | ferhenga şikestî

17. êdî di zrîngê de jî dinivîse. bi hejmara duyem beşdar bûye. serpêhatîyek xwe ya di girtîgehê de nivîsandiye. tabî ger ne xeyalî be.



01.12.2019 17:29 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» özgür gün tv
» amed xweş e lê

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî