79209. Pesna wî : temburxwaz twittera monoton ji bo kurdînûsan ji holê rakir. Helbet di vê serkeftina wî de henekên li ser evîna razber a "ûcdansizê" difitile xwediyê bandoreke mezin e. Bi şêwaza xwe ya bêar û evîna romantîk bi hev re dimeşe û gelek jî Serkeftî ye.
Tu kes nikare bêje temburxwaz keseke derveyê hunerê ye û tev bi dijûn û çêran xwe dide pêş. naaa temburxwaz bi nezîreyên serkeftî hostatiya xwe ya qafiyeyê û fêhma hunerî jî ispat kiriye. Mînak beyta Ehmedê Xanî ya bi "Ez mame di hikmeta Xwedê de" ve dest pê dike gelek xweş li gorî xwe û ucdansiza xwe nûjen kiriye.
Aliyekî din e temburxwaz ku xweşa min diçe jî ev e ku ew ne dijminê tu tevgereka Kurd e. Gelê Kurd ji çi û ji kê hez dike temburxwaz jî xwediyê wan hesasiyetan e.
Rexneya wî : tenê yek rexneya min heye ew jî li ser bikaranîna şêwaza tirkmancî ye. Henek bandora xwe li ser civakê dike, civak jî wan henekan wekî henekbêj bi kar tînê û ev şêwaz bandora xwe li zimên dike. Divê tirkmanciyê hindiktir bike ;
Pêşniyarî :
Em ê bi hev re wî bikin henekbêjek e serdema nûjen lê em hêvî dikin ku kesayeta wî wek xwe bimîne. Dîsa em hêvî dikin quna wî ji pozê wî bilintir nebe. Tim bi gelê xwe re be û bigihije ûcdansiza xwe..
|