Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
lokman polat - tirşik
lokman polat
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. KÊMCARAN TIŞTEKÎ BIKÊR DIBÊJE, GELLEK CARAN NIZANE ÇI DIBÊJE....



05.08.2013 18:22 | rojgar

2. di edebiyata kurdî de wek derfeteke folqlarî loqman polatî.

1.dil dixwaze nobel bistîne

dayê ka loqmanênê min bîne



2.ger dibêtin hûn cavê bidin loqman

bi eşk û şewq bêjin ya nivîskar



3.li nav bajêrê ewrûpa rastî loqman hatim

bê pênus digeriya,delalê delalê....



24.08.2013 20:45 | tivirloismail

3. divê sernivîs bibe loqman polat



24.08.2013 20:45 | tivirloismail

4. di vê nivîsa xwe (http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=5405) de romana xwe ya bi navê robîn sêyemîn romana serkeftî ya kurdî hesêb dike. h



24.08.2013 21:24 ~2021.05.20 18:06 | înano lo

5. romannûsê nelazim û nehewce. ji kerema xwe bila êdî nenivîse.



24.08.2013 21:27 | terkexem

6. Lokman Polat ger zîrekiya xwe ne ji bo romannûsiyê lê ji bo ticaretê bixebitîne wê kurdistan jî bi saya wî dewlemend bibe. êdî wê kurd pereyan bi deyn bidin imfyê..



24.08.2013 23:00 | rojan

7. bêyî ku ez sebeb û hincetekÊ nîşan bidim, min jê re gotiye kîrbetal, vêca jî ez ê sebeba xwe bi vê nivîsa ku min ji dîwarê mala wî ya facebokê wergirtiye bi wergereke kurdewarî ji we re bêjim:



"li stenbolê kîrê min betal e. li hevriyeke ku betaliya min safî bike digerim. kêfa min gelekî ji ger û geryana ber çemê çetelê û gundê ku sêvên wan erzan in re tê; heke rojekê bilêta piyangoyê ji min re derkeve dixwazim li geliyê godernê tatilekê bikim. ez heyran û hijmekarê filîmên mahso, îbo û emro me, di ber re li bavê teyar jî temaşe dikim. ez dixwazim teriya xwe bi qîz û jinan re biqusînim û eger hat û çêbû, dixwazim ku pireke insaniyetê di navbera me de ava bikim. ez dixwazim canik û camêrên tirşikê bibin heval û hogirên min; lê û belê, ama, yÊn ji dil. kêfa min ji pirtûkan re tê, lê yên kurt û kurmancî, ez her pirtûkê naxwînim, ku wek elif şafak populer bin ez dixwînim, wekî din dilê min dixele. ma min ji we re negotibû ez rexnegirekî pirr mezin im, li gel romanan ez filîman dikim piç û parî û tehlîlan dikim, ellahwekîl. û her wekî din...

xewna min a zarokatiyê ye ku ez herim moğolistanê, emma, kar û barên min ên ji bo azadiya kurdistanê, nahêlin ku ez ji vê stockholma xopan xelas bibim, ji ber hindê, ji aciziyê, ji xwe re diçim sînemayê û ji xwe re li wê pirtûkan dixwînim, tew min romaneke xwe li sînemayê nivîsî gidî, tu qala çi dikî.

ez ji xwe re li dostikekê digerim gelî tirşikvanino, ez ji xwe re li canikekê digerim...ihi.."



https://www.facebook.com/vatantim.baron.trkey/info?collection_token=1051663278%3A2327158227%3A8



01.09.2013 13:57 | înano lo

8. niviskar û çîroknûsê kurd mihemed şarman di kovara zarema de nivîseke qerfî-rexneyî li ser lokman polat nivîsiye ku mariv ji xwendinê têr nabe min sê car xwend û xitim kir bi ser de jî min wêneya nivîsê girt û belav dikim û hetta di metroyê de heta ku diçim li karî dixwînim û dikenim, xelk û elem dibêjin ev zaro dîn bûye lê nizanin lokman qeraseyek xwariye:-)



20.06.2014 22:12 | ferhenga şikestî

9. serwerê ''edebîyataya veradayîya'' yo



21.11.2014 12:07 | teberkerde

10. nivîskarekî ku di berhelîya (îstîqamet) xirê xwe de dihere...tenê pirtûka wî ya kewa marî'yê mereq dikim, ji ber ku rexneyên giran tê kirin..ji bona nivîsa mihemed şarmanî re bersivek kurt dayê jî bi qestî an nezanî mijar nehatiye fam kirin...

https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=693591910712605&id=616627658409031



24.11.2014 00:00 | havka

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» lokman ayebe

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî