Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
fûara pirtûkan ya sanal a weşanxaneya lîsê - tirşik
fûara pirtûkan ya sanal a weşanxaneya lîsê
(6) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. fûara wê di navbera 2 û 15ê mijdarê de bi hevkariya weşanxaneya lîsê û pirtukakurdi.com'ê li ser malpera pirtukakurdi.com'ê bê lidarxistin e. avantajên fûarê:

1-) li ser înternetê li dar dikeve, ango heqê rê nîn e *

2-) hemû pirtûkên weşanxaneya lîsê hene û di her pirtûkê de % 50 erzanî heye.

3-) avantaja kargoyê; heke buhayê pirtûkên we kirîn ji 50 mîlyonî derbas bibe kargo belaş e.



29.10.2015 18:35 | xendekî

2. nûçeya fûarê di sputnik.com'ê: Here lînkê



lînka pirtukakurdi.com: Here lînkê



29.10.2015 18:39 | xendekî

3. fûara dezavantaja wê ya herî mezin, nekarîna dizîna pirtûkan e.



29.10.2015 21:04 | azadixwaz

4. haya min ji malpera sputnîkê bû. bi rastî min got ev çi nûçeyekî bêhna reklaman jê tê. * û min karta xwe ya kredî amade kir ku çavê min bi tarîxa fûarê ket. ka ezê binêrim, hewesa min qût nebe, ezê danûstandineke xweş bikim. inş.



29.10.2015 22:02 | biruya hayao miyazaki

5. (bnr: hêcetên bo standina pirtûkan)



29.10.2015 22:37 | brusk56

6. fûara ku ceo'yê tirşikê simurg56 dikare pirtûkên bo 3. xelatên tirşikê ji vir bistîne.



29.10.2015 22:51 | brusk56

7. Sibê destpêdike jê neminin



30.10.2015 00:04 | şivanizm

8. fûara ku destpê kiriye: Here lînkê



03.11.2015 10:00 | xendekî

9. fuara ku ez ê ji xwe ra pirtûkek hilbijêrim ji bo 3. xelatên tirşikê.



03.11.2015 11:51 | brusk56

10. A ku ji bo 3. xelatên tirşikê du pirtûk jê hatî xwestin.



03.11.2015 19:02 | azadixwaz

11. fuara ku bi buhayên xwe yên maqûl bûye derfeteke baş. me jî siparîşên xwe dan û em li bendê ne ku bigihêjin ber destên me. bi rastî pirtûkfiroşê min heye lê heke ji (bnr: pirtûkakurdî) memnûn bimînim, dibe ku ez di demên periyodîk de ji vir jî kitêban bistînim.



07.11.2015 00:11 ~00:11 | diclefirat

12. ez jî di vê tunebûnê de ketim xefka vê daxistinê û min seta fêrîkê ûsiv stendin

de emê binêrin, di rewşeke normal de her sê pirtûkên fêrik, 120 tl falan e lê vêca bi qasî 58 tl bû



07.11.2015 00:16 ~00:17 | ferhenga şikestî

13. min jî bîska din sparîşa xwe da. lê pêvajoya kirînê ne pir zelal bû, hindik mabû minê dev ji sparişê berdaya. û ya ecêb ev e ku qala kargoya ku ew bikartînin, nekirine. bi kîjan kargoyê dişoxlin kesek dizane? û qala mudeta peydekirinê yên pirtûkan nekirine û li cem wê agahiyek din nedane: bi kargoyê li çend rojan wê bê şandin?



wele ji % 50 daxistinî gelek baş bû. hêviya min ev e ku mîna vê fûarê gelek çalakî bê li dar xistin. bi tevayiya weşanxaneyên kurdî..



12.11.2015 10:40 | biruya hayao miyazaki

14. Ev bûyer ji binnî li xweşa kêvçî neçû mixabin* xwedê neke weşanxaneyên din jî bielimin û herin li sanalîstanê fuaran vekin.. Ji xwe salê carekî mafê me xwendekarên belengaz heye em li fuarê pirtûkan kamulaştirmîş bikn ew jî ji destê me derkeve emê çibkin yaw..



12.11.2015 11:07 | kevçiyê dil

15. îro û sibî ma, ma du roj xwînêrno!



Here lînkê



14.11.2015 11:41 | xendekî

16. sparîşên min hatin jî*



Here lînkê



14.11.2015 11:47 ~11:48 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fûara pirtûkan ya sanal a weşanxaneya lîsê
» weşanxaneya rûpel

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi nuce pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî