Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mîgren - tirşik
mîgren
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. bela seran e .

nexweşiyek e ji hêla tipê hatiye nasîn lê jê re çareyek nehetiye dîtin .



05.08.2013 01:13 | brusk56

2. hevalê minî wek sî ya mine. qet terikandina min nake û êdî ez jî hîn bûm. bi rastî gele caran êşa wê xweşa min jî diçe, dermanên êşbir venaxwim û jîyana min de astengîyê ji min re peyda nake.



19.03.2014 19:41 | nazim tolhildan

3. nexweşiyek îdiyopatîk e, yanî hê nehatiye fêhm kirin ku bingeha wê çi ye.

kesên ku dema êşa mîgrenê dikişênin, ji rehnî û deng aciz in, hin jî çavtarî bi wan de tên, êşbirên wan cuda ne. odeyek tarî û bêdeng de bikevin xewê,bi piranî êş wenda dibe.

carna xwarinên fermente wek penîr û mast, an go kakao, qehwe dibin sedema êşê. heta hevalek min gotibî dema cixara xwe diguherim serêşa mîgrenê destpê dike.



26.04.2014 10:25 | kevçiyê dil

4. Mîgren nexweşîyeke ecêw e. Wekî mînak nîşane/amajeyên wê ji her kesî cihê ye lewre jî divê meriv bikaribe tiştên ku mîgrena wî/wê tesîr dike ferq bike û li gorî wê bijî.
Wekî mînak gava ez bêxew bimînim û li hemberî bêxewîya xwe şirînayî an jî qehveyê vexwim teqes mîgren dest pê dike. Lê ev yek nayê wê wateyê ku hemû kesên mîgren wiha nin, dibe ku tesîra hin tiştên din li ser wan hebe.
Wekî wê gava mîgren dest pê dike, pozê min hemû bêhna zêde tûj hildide lewre siyarbûna otobus/metro/asansorê dibe cehnem.
Bo min a herî xweş ew e ku li cihekî tarî, bê behn û bê deng de razê'm û wisa bisekinim da ku derbas bû.
Li bakurê Kurdistanê dermaneke pir giran a mîgrenê heye (bnr: majezîk), doxtir hema bi wekî şekirê mala bavê xwe belav dikin lê bi rastî dermanekî zêde giran e. Bi taybetî bo gurçikan hîç ne baş e.



30.03.2018 04:32 ~04:34 | jifêzagorda

5. êşeke bela ye. ji pirtûka firat cewerî, "ez ê yekî bikujim" qalkirina êşa serî û mîgrenê:

“gava ez hatim berdan û bi alîkariya hin merivan, diya min ez birim ser dixtorekî nas, dixtor jê re got ku min derbên mezin ji serê xwe xwarine, loma, divê ew min rakin enqerê û li wir fîlmê serê min ê magnetî bigirin.

serê min pir diêşe. carina ji nişkê ve mîna yek mîrkutekî lê bixe, êşek dikeviyê, aliyekî serê min ji ber ditevize, li ber çavên min reş tê, mehdê min dixele, piştî demekê derbasî mîgrenê dibe û bi saetan jê xelas nabim. carina êşek dikeve stûyê min, mîna artêşek gêrik di bin çermê stûyê min re ber bi mêjiyê min ve radipelikin û hemû bi hev re bi diranên xwe ên pola mêjiyê min gez bike."

"aniha, gava ez kuçê li xwe dizîvirînim û bêarmanc dimeşim, mîna ku mirov şîşek sor kiribe û wê şîşa sor di hundirê serê min de dibe û tîne. min hebên xwe jî bi xwe re neanîne ku ez hebekê bixwim û hinekî êşa serê xwe sivik bikim.”



31.03.2018 15:39 ~2019.06.18 00:23 | mirovekirind

6. Nexweşiya go axlebe bela serê jinan e.

Di pitûkeke behsa evîn-zewac-jin û mêr de nivîskar çîrokek digot.
Digot:
- xwedê hz adem afirand û gotiyê
- ‎xwe berde newalê
+ Newal çiye ya xwida? ‎(xwidê jê re behsa newalê kir)

- ji vî çemî derbas bibe.
+ Çen çiye xwidayê min? (Xwidê jê re çem got)

- ji wî çiyayî derbas bibe.
+ Çiya çiye xwidayê min? (Û xwidê jê re got)

- tê li pişt wî çiyayî şikeftekê bibînê.
+ Şikeft çiye xwidayê min? ( Û xwidê jê got)

- tê di şikeftê de jinekê bibînê.
+ Jin çiye xwidayê min? ( Û xwidê jê re got)

- ez dixwazim hûn pev re şad bibin û zarokan çêbikin.
+ Ez ê çawa zarokan çêbikin xwidayê min? (Û Xwida dîse jê re got)


Û adem derkete rê. Xwe berda newalê, ji çêm derbas bû, ji çiyê bihûrt û kete şikeftê de..... Û 45 deqiqe peyre dîse hate cem xwidê.

Xwida hinekî jê qeherî û got:
- dîse çibû adem?

Adem pirsî:
+ Mîgren çiye xwidayê min?



14.04.2018 14:00 | gumgumok

7. Nexweşiyeke êdî ez jî pir jê aciz bûme. Bi takekesên malbata min hemûyan re heye mixabin. Ez çiqasî baldar bim jî dîsa bi awayekî diêşe. Heta ji min tê ez hebên serêşê naxwim lê dema mecbûr dimînim dixwim. Min îro erebe ajot serê min neka hinekî diêşe. Ma ez ê bi peyatî ji gund werim Mêrdînê ya Xwedê?



27.05.2020 14:17 ~2021.04.05 21:37 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mîgren

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî