Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
werger - tirşik
werger
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gotinek heye; 'Heke kurmê darê ne ji darê be narize'



Meseleya me û hinêkan jî ev yek e ha. Bi saya wan camêran te dît strana 'ji te hêz dikim, min bêriya te kiriye' bû strana şoreşgerî, strana hezar salî.. Ma ewqas? Naa babam!

Ehmeqî hê ji bend sînoran nas nake, û serdê ji gelek stran e'dem kirin bi navê wergerandin e. hin derketin stranên kurdî wergerandin zimane tirkî. eceba mezin!. Lê tu ji min pirs bikî çi werger û çi hal!

Karesatêk wiha ji hatîbû ser strana Leyla. Feqîr e Leyla destê wan bêbavan de şepirze bibû. 'keça kurda Leyla, keça soran Leyla, çawî ciwanî Leyla' bû çavuş kızı Leyla.



Ê yanî çi ji nişkava, nav ev çend tiştan de?

Îro min bihîst û min got; hin hema xwediyê xwe vî aqilî be!

Ev jî kurmê vî darî ne. Ev e yanî.



Bi kurt û kurmancî Leyla dilê xwe li me negire, hêvîya xwe ji me, xwişk û birayên kurd nebire.



04.08.2013 18:18 | lêyla

2. Spivak berê gotiye, translation is necessary but impossible (werger hewce ye lê ne pêkan e), belaheq wisa negotiye xatunê. Loma ez dibêm berhema wergerandî ji ya nivîskêr zêdetir ya wergêr bi xwe ye, çimkî dengê wergêr tê de her olan dide.



28.10.2013 22:06 | elomelo

3. karek gelek zehmet e. di ser de jî ger tişta ku mirov werdigerîne ne tiştek balkêş be, dibe îşkence. loma îşê sebrê ye lê gelek jî pêwist e.

ku mirov baş hînî zimanekê bibe, dikare tenê bi wergerê debara xwe bike.

êdî hêdî hêdî ji bo kurdî jî piyaseya wê çêdibe. (ji ber trt 6ê û berê jî ji ber kurd1ê) berî çend salan gelek baştir bû, lê êdî bûhayê wergera kurdî jî her ku diçe kêmtir dibe.



05.06.2014 23:37 | simurg56

4. ya ku carinan dikim, lê tê xwendin an na nizanim..

ji bo ku bikaribim wergereke baş bikim, pirtûkeka biwêjan MİxN itim kiriye û 5-6 cARA CARÎ LÊ ANÎYE..



-



05.06.2014 23:41 | endazer

5. Pîşeya ku min carekî dil dabûyê lê bi ser neketibûm. Min rakiribû romana yaşar kemal a bi navê kuşlar da gitti û min dest bi wergerê kir lê min kir û nekir ji rûpela pêşîn derbas nebûm û wergêrî di dilê min de bû kul û ma. Lê eger hûn qala şiîran bikin wergêriya min baş e. Tenê ji bo xwe jî be carna helbestan werdigerînim kurdî.



05.06.2014 23:49 | ceso

6. Werger xeribiyê/ dûrbûnê ji holê radike.

Xwendina A. Schopenhauer, Friedrich Nietzsche, Dostoyevskî bi kurdî watedar e.



Bi hevesekê, min jî ew karê dijwar tecrube kir:

Ji bo ehmeqbûn, bêfeydebûn û nehêjabûnê re destûr heye; ehmeqbûn û bodelebûn mafê mirova ye." lê belê qalkirina ehmeqbûn û bêqiymetbûnê sûc e, îhlalkirinek (xerakirin) adabimûaşşeret û zarafetê ye ku her kesî ecêbmayî dihêle.

Tedbîrek aqîlane!

(Schopenhauer)



03.05.2015 13:06 ~13:07 | arya jîyanda

7. wergêr û kedkarê kurdî husein muhammed li ser wergerandinê û mirov çawa werdigerîne û ew çawa wergerê dike nivîsek weşandiye: Here lînkê



28.07.2015 16:04 | xendekî

8. nivîsên ji zimankî wergerandina zimanek din.

wergerrandin, wergerîn.

wergerên ti carî wekî yê esil nabin qalîteya wan ne pêkane ku nekebe.



28.07.2015 17:40 ~17:51 | shorbevan

9. karê ku bi boçûna min ji bo kurda herî kêm bi qasî niviskarîyê gring û piroze.



07.12.2016 23:11 | şikber

10. karê ku ne hêsan e, divê mirov her dû zimanan jî baş bizanibe.
gelek caran biwêj û gotinên pêşiyan wergerê xweştir dikin. çimkî car caran wergera yekser li zimanekî din baş nayê fêhm kirin.



08.12.2021 13:29 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» werger

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî