Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 28 peyam
aziz sancar - tirşik
aziz sancar
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. xwediyê nobela îsal e. di beşa kîmyayê de xelatê standiye. ew bixwe doktor e û di beşa pisporiya bîyokîmyayê ya tibê de bi pêş ketiye.

zanîngeha stenbolö xelas kiriye û paşê çûye amerîkayê. xebatên xwe li wir domandiye.

li ser saeta biyolojîk xebatan kiriye ku ji bo kanserê derman bibîne an jî rê jê re veke.



ne tirk e ne jî kurd e. ji mêrdînê ye. mirovê wekîlê hdpê mithat sancar e. yanî ereb e.



07.10.2015 20:13 | simurg56


3. kesê xelata nobelê stendîye xelat stendina wî deng da û pêşî di medya tirkîyêda wekî tirk hat nîşandan(mafdarin kesên li tirkîyê dijin tirkin li gorî wan * lê paşê edît kirin gotin merivê mithat sancare hdpyîye ew jî xayîne.. û di cîhê xwede tepişbûn. kesê pîrozbahîyê heq dike em jî wî pîrozdikin xelata pîroz û bimbarek be lê.



07.10.2015 21:03 | shorbevan

4. ser xêrê be. pîroz be. lê mixabin ev çi rewşekê xedare ku sancar qet qala kurdan nekir xwezî bala medyaya cihanê kêşaba rewşa kurdan. an jî mesela bıgota 'ez vî nobelê dîyarî zarokên cizîrê dikim' lê mixabın tiştek çênedu. kurd dîsa belengaz ın dîsa jar û exsîr in. dem dema guhdarîkirina kemana farjad e gujdar bikin û bigîrin bila hêsir ji çavê me bê...



08.10.2015 12:29 | azad30

5. Ne kurde erabe.



08.10.2015 19:27 | şivanizm

6. mêrik di daxuyaniyek de gotiye, ez ne kurdî diaxivim, ne jî erebî. ev xelat hema ji welatê min tirkiyê re ye. li malperê gelek wêneyên wî hene, li ber wêneya ataturkê hatiye kişandin. min jî got: ok cnm's! * lê her çi be, ne xema min e. zilam karekî gelek baş kiriye, ew xelat heqê wî ye.



08.10.2015 20:03 ~21:44 | biruya hayao miyazaki

7. Xelata xwe bi heq stendiye. Ji ber ku tê gotin ku herkes bawer dikir ku ew rojek xelat bistîne.

Tişta kêfa min jê ne hat ew bû ew eslê xwe înkar dike. Ev jî encama siyaseta Tirkiyê.



08.10.2015 20:33 | hola êzîda

8. Aqûbet li serê Qasim* be. (berî ku wî halê ne xweş bîne serê xwe, iyyyyyy...)



*Bo qasim, bnr; Pirça winda, M.şarman, Axaftina Nobelê.



08.10.2015 21:09 | bêhna_piştî_baranê

9. Camêr ne kurd e ne jî tirk e,ereb e.Eger kurd bûna emê pê serbilind bûnan.Lê ew jî zêde ne girîng e,ya giring ew e ku vî camêrî kar û xebata xwe ya zanistî di nav kîjan sîstemê de kiriye û bûye sedema bidestxistina xelata Nobelê.Ew jî sîstema Amerîkî ye.



09.10.2015 00:32 | doktorodi

10. Yê ku me got belkî mirovek rewşenbîr be, di vê pêvajoya ku li tirkiyê şer heye, me digot belkî wek mirovek derkeve û 2 peyamên aştiyê bilêv bike, lê mixabin ker kurê ker derket..

Çawa mirovek wisa serkeftî kariye bibe neteweperest ez ecêbmayî mam. Ev ne tiştek normal e ..



09.10.2015 09:44 | brusk56

11. mirovê ku gotiye "min ev xelat di siya sîstema perwerdehiya tirkiyê de bi dest xist". wey li mino, ev sîstema perwedehiyê ev qas baş e, çima haya me jê tune.



09.10.2015 11:19 | nazim tolhildan

12. erebekî bi fikra xwe ji kemalîsta xerabtire wî jî gotîye hemû gelên tirkîyê tirkin ez jî tirkî fêrbûme edî tirkim divê wisa ne gota xwe pir bê rûmet nekira.. lê belê mêrik bi aqile û dîsa mafdare dema ewil gotin merivê hdpyîyaye wî birin ber qedandinê lê derket got hop! hop! nehlet li erebbûn û kurdbûna min were ez tirkim xwe ji binî qedand..



09.10.2015 12:17 ~12:18 | shorbevan

13. ez bawer im ti carî rojeva tirkiyê naşopîne, ti carî bi rojnameyeke tirkiyê dest bi rojê nekiriye. wî bi xwe gotiye: “Türkiye haberlerine bakmıyorum. Çünkü üzülüyorum. Bu da, beni araştırmalarımdan alıkoyuyor.” ango: "Ez nanêrim nûçeyên tirkiyê. Lewre diqeherim. Ev jî, nahêle ez lêkolînên xwe bikim."



û evqas. xilas.



09.10.2015 13:14 | xendekî

14. xwe weke çi bide nasîn, wisa ye. gotiye ez tirk im, wê demê tirk e. jixwe wêneyên wî yên li ber ala tirkan û ataturk hene. lê serkeftina wî bi tu awayî ne ya tirkan an jî tirkiyê an jî mêrdînê ye.



mêrik berî 40 salan çûye amerîkayê û bi devê xwe dibêje rojeva tirkiyê naşopînim û ger di tvyên amerîkan de jî bibînim qenalê diguherînim. ê ev tirkbûnek çawa ye? ji aliyê din ve, xpiştî 40 salên wisa ji welêt dûr, ger were tirkiyê wê ji tûrîstên swêdî zêdetir şaşwaz bibe û xwe xerîb hîs bike.



ez û ew me heman zanîngeh û beşê qedandine, bandora zanîngehê li ser mirov bêguman girîng e. lê ger mirov ji wê zanîngehê derkeve û li deverên din bibe pispor, profesor û bi salan di wan hawirdoran de lêkolînan bike, êdî ew bandor encax bi qasê %5 be.



bi kurtasî, tirkek serkeftî ye. lê malê amerîkayê ye.



09.10.2015 22:05 | simurg56

15. ji hinek wêneyê wî ê berê xuya dike ew jî berê kûçik bû. Here lînkê wa ji kûçikan jî tişt derketiye. lê ev 40 sal li derveyî tirkî be ne tirkbûna wî maye ne kûçiktiya wî.



15.10.2015 15:52 | berxweda

16. piştî zanîngehê çaxa ku li stewrê bûye ji bo nexweşiya jinên kurd fahm bike xwe hînî kurdî kiriye. ji ber ku wan çaxan di derdorê wî de hîç tercumanên jin nîbûye neçar maye xwe hînî kurdî bike. lê qala beriya 50 salan dikim, xwedê dizane aniha peyvek jî nemaye di hişê wî de.



16.07.2021 14:58 | tizbîkêş

17. pan-tirkistek e.


ji xendê wê,
dema axaftineka xwe, gotiye ku ew ji hin pirsên ku nûçegihanê BBCê ji wî pirsî pir hêrs bûye.
mesele ew e; rojnemawanekê ji BBCyê jê birsiye û gotiya ka ew "Ereb e an Tirk'.
aziz sancar beg pir hêrs bûye.
gotiye 'ez ne bi erebî ne jî bi kurdî diaxivim. ez tirk im. tenê ew e. li mêrdînê ji dayik bûna min ne giring e'.

bi kurtasî aziz sancar ew e.
li kurdistanê ji dayik bûye. lê ne kurdistanî ye.
***
birangekê xwe heye, tahir sancar. ew tam faşîstek e.
Here lînkê



16.07.2021 19:43 ~19:52 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» aziz sancar

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî