Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
dengbêjî - tirşik
dengbêjî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hevî, hesret, evîn, xemgînî, serhildarî, canêşî, dilcoşî, serêşî ya gelê kurd bi hezar salan bi rîya dengbêja hatîye ziman. heger îro kurd wekî milletek li ser ruyê dunyayê mane,

di vê yekêde keda dengbêja gelek pêşdeye.

dengbêj ewe kû yê denga di bêjite. yanî deng, heger yê bêje tûne bi; deng jî wê tune bit.

Kê, kengî ji dengbêjare gotîye dengbêj nizanim.

gotinekî têr û ber fîlosofîke.



01.08.2013 20:38 | urartu3000

2. MIN LI GELEK DENGBÊJaN GUHDAR KIRIYE, ÇEND NÎVÎSAR JÎ Lİ seR DENGBÊJIYÊ XWENDINE; lÊ HEYF Û MIXABIN DENGÊ MIN NEXWEŞ e. YANA NA MIN Ê JI WE RE STRANEKE DENGBÊJÎ BISTRA.



07.08.2013 00:52 | seydayê_peyvan

3. mîra bihar e



Mîra bihar e li binê vê beriyê şêra bihar e li binê ve beriyê

Teyê heşîn dike kûlîlûka pîjyana mala bavê xweyî şewitî

Na wile reş tehliyê malê me wê danîne li ber kelekê li ber gemiyê

Derbasbûne Xendek û Cirehiyê na wile çemê Zihêriyê

Malxwê banî dike kevaniyê

Tûyî dagre çeltekê diyariyê, em ê nêriya qentar bikin berana bidine pêşiyê

Em ê biçine serdana mîrê kurmançiyê

Belkî berdê lawkê min rebena Xwedê, bê bibe şivanê pezikê dûşaniyê

Lo lo lo heyla li te jarê

Dinya alemê ji xwe re girtine dostik û yar e

Dilê min evdalê Xwedê nade tu soz û tu qerar e lê lê lê heylê jarê



Mîra bihar e, dilikê min bi hezêze, şêra bihar e dilikê min bi hezêze

Kerî û kervanê li Banê Xanê ziravka Hoserê bûne rêz bi rêz e

Kesekê li ser dewr û zemana neditiye mîr û hakim bigrine kere şivanê li peşya pêze

Heyla li min jarê heyla li te jarê

Dinya alemê ji xwe re girtine dostik û yar e

Dilê min evdalê Xwedê nade tu soz û tu qerar e lê lê lê heylê jarê



Mîra bahar e dilikê min bihane şêra bahar e dilikê min bihane lo lo lo

Bila Xwedê avaneke Cizîra Botan e neyê li têde sêxê mane ne melane

Neyê têde keşe mane ne metrane

Neyê têde mane cot meelmên van cuhiyane

Ezê biçim belkî berdin, bê bibe şivanê va pezane

Heyla li min jarê heyla li te jarê

Dinya alemê ji xwe re girtine dostik û yar e

Dilê min evdalê Xwedê nade tu soz û tu qerar e lê lê lê heylê jarê

...







Berhevkar: Mihyedîn DUYMAK



30.12.2013 02:29 | xendekî

5. Ji xwe pir hez dikin



17.12.2014 20:34 | cîncoqo

6. Dengbêj bi wan kesên ku nûçe, bûyer û hewalên qewimî bi şêwazeke lîrîk û meqam di nava gel de di civatande distiran re tê gotin



17.12.2014 20:43 | bahrewan

7. Her kilama dêngbêjan wek romanek e.



17.12.2014 23:01 | mîr

8. Li gor min ji van herdu peyvan pêk tê:

deng + pehtin

Ango seydayê/a dengî, kesên ku deng dipêjin.



18.12.2014 21:12 | xendekî

9. Bavê min dibêje:

(bnr: singa dengbêjan weke kitêbekî ye)



18.12.2014 21:13 | xendekî

10. serdema navîn de li brîtanyayê wê hingê çapxane nebûn, piraniya xelkê nedizanî ka xwendin û nivîsandin çi ye. çîrok bi rêya dengbêjan, bi devkî di nav xelkê de belav dibûn. “troubadour” ango mirovên xwedîşiyan dengbêjên serdema navîn bûn.



troubadour li qadên gund û bajaran digeriyan, geh li kolanan û geh li şahiyên dewlemendan, stran bi muzîk û dengê xwe yên xweş digotin. stranên troubadouran çîrokên şerî, evîndariya fêris û qehremanan bûn. dengbêjên feqîr, rojekî têr û yekê birçî jiyana xwe berdewam dikirin. ji wan yê bextewar ew bû dema derfeta wî çêba û li qesra mirovekî halxweş an jî li qesra qralekî hunerê xwe nîşan bide, hingê dibû ku qralî pereyeke baş dabayê da ku çîroka jiyana wî jî li hember xelkê bi stranî bê vegotin.



19.03.2015 20:50 | remlavêj

11. min kir û nekir kêfa min ji dengbêjiyê re nehat.
ez ji aliyê ku dengbêji çavkaniyeke dîrokê pê de grîngiya wê nabînim.

zewkên mirovan ji hev cûda dibin, ez kengî dibêjim kêfa min ji dengbêjiyê re nayê, hema çend heval li min kom dibin û dibêjin; te nizanim li çîko nehisandiye, lê bihisê wê kêfa te jê re bê.
(bnr: dinya bi dorê ye ne bi zorê ye)



30.04.2021 01:29 | merwano

12. Di vê mijarê de ez jî tevlî peyama jorê dibim mixabin. Dengbêjî ji min timî wek tiştekî ji bo pîr û kalan e hatiye. Dizanim şaş e lê ez lê germ nebûm mixabin.



30.04.2021 15:55 | xabûrî

14. dw Türkçe, li ser nûçeyek weşandiye.




03.10.2021 12:55 | merwano

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengbêjî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî