Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
zayenda peyva rêziman - tirşik
zayenda peyva rêziman
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. prof. dr. qanatê kurdo: rêzimana kurdî.

samî tan: rêzimana kurmancî.



argumanên zimannasên din ne xema van mêrxasî ne. dibêjin ku: "min niyayî argumanan, di kurmancî de heger du peyv hev du maçî bikin, bi rastî jî mê dibin.û celadet bedirxan jî wanî dibêje.wê çaxê bêjeya duyemîna rêzimanê tenê serê xwe tu desthilatdarî nake. bi îdayek wanî were pêşberî me emê zayendê rê wî din." bi rastî jî vê gotinên wan ê pederşahî qet neçû kêfa min jî lê haqê wan hene. ziman kî ye ma bi tena serê xwe dengê xwe derdixe. peh.



got û silav da olric.



17.09.2015 23:45 ~23:49 | biruya hayao miyazaki

2. ji bo peyvên darêjtî yên wekê rêziman û elegezvan û peyamdank ku cinsê herdu peyvên hatîn ba hev ne wekê hev e, teorîyeka hussein muhammed hebû, min kir û nekir bi ser ve nebûm.. lê di wir de jî hinek jê dibêjin divê li gorî peyva eslî qertafa cins bistîne, hinek jî dibêjin peyva dawiyê zayenda wê çi be, divê wê qertafê bistîne, em bêjin ellahû e'lem û ji nav derkevin..



17.09.2015 23:47 | endazer

3. peyva ku zayenda wê divê bi vî awayî were diyarkirin: peyv ji du beşan pêk dihê: rê û ziman: ku di esilê xwe de wisa ye. anku rêya zimanî ye. ji ber ya ku em behsa wê dikin, rê ye lê ne ziman e, lew divê rêzimana kurdî be, tevî ku samî tanî di çapa pêşî ya pirtûka xwe de gotibû rêzimanê kurdî lê dûre di çapên dî de serrast kir.

herwiha rojava û rojhilat jî peyvên wisa ne ku ez ê bêm ser wan jî.



18.09.2015 00:30 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» zayenda peyva xelk
» peyva yekî/ê li rû bûn
» rêzimana zazakî ya devoka gimgimê

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî