Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
felakeddîn kakeyî - tirşik
felakeddîn kakeyî
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. pêşmerge, nivîskar, lêkolîner, parlamenter û wezîrê berê yê çandê yê Herêma Kurdistanê.. di sala 1943an li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye. Yek ji endamên binemala seyîd û şêxên Kakeyiyan e. Despêkê ligel çalakvanên siyasî yên erebên Iraqê wek kesekî kurd ê çep dest bi nivîsîn û karê siyasî kir. Piştre di rojnameya El-Taxî ya Partiya Demokarta Kurdistanê (PDK) de ji girtîgehê quncikek bi navê ‘Heceliyet’ bi nehênî (Celal) nivîsî. Li ser jiyana karker û pirsgirêka kurd nivîsand. Di dema şoreşa îlonê de tevlî karûbarên ragihandinê bû.

Piştî têkçûna şoreşê, penaberî rojhilatê Kurdistanê dibe. Di despêkirina şoreş û serkirdayetiya demkî ya PDKê de rolekî berçav hebû. Heta kongreya 12mîn, endamê komîteya navendî û polîtburoya PDKê bû. Kesekî nêzî Idrîs Barzanî, Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bû. Di hemû çalakiyên rewşenbîrî û rêxistinên rewşenbîrî de wekî pêşmergeyekê rolekî berçar di sazkirin û dirûstkirina wê de hebû.

Piştî raperînê bû yekemîn endamê parlamentoya Kurdistanê. Herî dawî jî postê wezîrê rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê wergirtibû.

Felakedîn Kakeyî piştî hilweşîna rejîma Seddam, li Bexdayê bû edîtorê rojnameya El-Taxî. Wê demê yek ji rojnameyên herî zêde li Iraqê dihat belavkirin bû.



31.07.2013 22:55 | endazer

2. li gorî nÛçeyên rojnameyan îroj emrê Xwudê kiriye.. Xwudê ruhê wî yê pak û paqij bi rehm û dilovaniya xwe şa bike.. cara pêşîn min navê vî xweşmêrî saya serê kejê bêmalê bihîst û min ew nasî.. kejê ji bo lêkolînan derheqê baweriya kakeyiyan de bike çûbû başûr û ji bo lêkolîna xwe hevpeyvînek bi felakeddîn kakeyî re jî kiribû.. barê wergerandina hevpeyvînê ya li tirkî jî mabû ser milê min.. ji bo ku bi serê kejê biêxe anku bide fêmkirin çendî di jiyana xwe ya rojane de zaraveyê lurî-hewramî biaxive jî di hevpeyvîna xwe de heta jê hatibû zimanek têkel ku ji kurmancî û soranî û hewramî pêk dihat bikar anîbû.. ji bo deşîfrasyon û wergerandina hevpeyvînê dema min ghdarî hevpeyvînê dikir hê penç deqe derbas nebûyîn xemîroka xewê diket çavên min.. xwediyê sewtekî svik nerm û hênûn bû.. têra xwe zana bû û derheqê her baweriyeka li kurdistanê xudan agahî bû Û bi dilk rihet dikarî baweriyên li kurdistanên rûberî hev û din bike.. min gelek dixwest ku di civata wî de rûnim û pê re biaxivim lê qey ne nesîb bûye.. dubare rehma xwudê lê be.. xwudê qebra wî bike baxek ji baxên buhuştê û ji ezabê qebrê û ji xezeba xwe û agirê dojehê bisitirîne..



31.07.2013 23:07 | endazer

3. nivîskar û rojnamegerê kurd yê ji rojhilatê kurdistanê kakşar oremar derheqê felakeddîn kakeyî de dibêje: ''Roja 31.07. 2013an ji min re rojeke herî nexwesh bû.

Îro me kesek ji dest da ku him fîlsofekî mezin, him jî nivîskar, rojnamevan û rewshenbîrekî mezin bû. Mamosta FELEKEDÎN KAKEYÎ mirovekî ashtîxwaz û Kurdistanî bû. Baweriya wî bi diyalogê pir bi hêz û hurmeta wî ji hemû komên etnîkî û olî re bêsinor bû.

Bi qasî 5-6 saetan min pêre hevpeyvîn heye. Me di kongire û konferasnên mezin da rojên xwesh bi hev re derbas kirin. Her carê ez ji wî hînî dersên nû dibûm.

Di rewsheke wiha hesas de me dengekî bilind û mejiyekî aktîv wenda kir. Heyf û mixabin ku me Kurda kesekî wiha mezin û hêja ji dest da.



01.08.2013 03:44 | endazer

4. bila ew tenê bibêje navê min nav e, rehma Xwedê lê be



01.08.2013 21:58 | quto

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» felakeddîn kakeyî

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî