Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 21 peyam
duayên kurdî - tirşik
duayên kurdî
(7) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. dua ew hêvî û rica û xwezî û xwestekên mirovan yên ku ji Xwudê ji bo xwe an ji bo keseke din tên kirin û xwestin in.. di kurdî de gelek duayên xweş hene..

(bnr: xwudê te bihêle)

(bnr: xwudê ji te razî be)



31.07.2013 15:14 | endazer

2. 1-mala wan ava be.

2-xwedê kesî nexe tengaye. 3-miradê te pê bê.

4-xwedê bihêle (ji bo zarokan).

5- xêrê jê bibîne.

6- bi xêr biqetîne.

7- xwedê yarebî me mecbûrî nebaşa neke.



31.07.2013 16:05 | serpale

3. (bnr: ji lawikan re): mala te ava, xwede te bike zava.



(bnr: ji qîzikan re): xwedê te bistrîne.



xwedê ji te razî be, rahme li miriyê we be.



31.07.2013 16:46 | seydayê_peyvan

4. her çikas tu di beşa wek mamostetî û herwekîdinde bixwînî jî tu dikarî vê duayê gelek caran ji meznan bibihîzî: tu bibe hakim û sewcî lav.



28.08.2013 19:37 | firat

5. xwedê te salih binivîse law.



29.08.2013 12:34 | înano lo

7. Xwedê karê te li hev bîne



29.08.2013 20:28 | mitra

8. Mala te ava, kurê te zava...



30.08.2013 04:28 | mamostemem

9. xwedê tirr én te bike fiss da ku deng nede,fiss én te bike tirr da ku bîn nede...



30.08.2013 12:36 | doktorodi



12. Mixabin nifşên nû zedetir nifiran dikin û peyvên nebaş dibêjin. Lê mezinên me her tim diayan dikin hevalên me û ji wan bihîstîn wek hingiv şekir e ji bo min...



perê xwedê li ser te be...



pêxember û ewlÎya bibin rêberên te...



oxira te xêrê be, rêya te vekirî be, kevir li ben lingên te wek penîr nerm bibe...



xwedê alikariya te bike...



mala te ava be, kurê te zava be...



xwedê îmana te kamil bike...



xwedê karê te li hev bîne...



Xwedê te rûspiyan û salihan binîvîse...



tu her tim şad û bextewar bî...



tu her tim serfiraz û jîr bi....



çiqas xweşik in ne wisa?...



29.09.2013 13:16 | nuçevan

13. xwedê jê standiyê

rahma xwedê lê be

xwedê bela te bide



29.09.2013 19:22 | newenda

14. xwedê miradê te bike. Tu bardaxekê av jî bidî jineke kurd wê vê duayê li te bike



29.09.2013 19:27 | ceso

15. (bnr: xwedê jê stendiye) heger ev dia be xwedê me ji nifiran bistirîne * ev jî diayeke dî bû.



28.12.2013 23:06 | dijber

17. Xwedê,avekî li vî agirî bike.



29.12.2013 16:48 | gulan

18. xwedê bela xwe bide eskerê romê.!



29.12.2013 23:40 | xendekî

19. Xwedê, kesî neke tora bêbavan.



28.02.2014 11:34 | gulan

20. emanet qencî,

xwudê te serfiraz û rûspî biket

xwudê miraza te hasil biket

xwudê deryê qenciyê bo te veket.. filan fîstan



28.02.2014 16:48 | gulgenim

22. Xwedê kure bide te

xwedê kurê te/ birayê te xweyî bike



EV JÎ DUAYÊN ME YÊN pederşahî ku ji berî de me ji xwe re xistîye edet. xwedê kirî ev bikaranîna duayên perderşahî gora ewilê zêde nîne lê dîsa jî nemaze dayîk û pîrikên me dev û hişên xwe ji van hevokên nebaş paxiş nekirîye. wek mînak dayîka min. bîra min tê rojek ku ez biçûk bûm dayika min firakên cînar da destê min û got '' here van firaqAn bi de xalojina filankes û bêjE dayîka min gotîye xwedê kure bide wî'' min ji dayîka xwe re got '' çima qîz ne kur dibêjim. ez bi xwe qîz dibêjim'' carek dayîka min rikê xwe ji min re anît û bi denge bilind '' min ji te re çi got tu ewî bike'' hÊj ji ew çax de dijbertîyek di giyana min de hebû qey ez qet rehet disekinîma ? neyse min girte firakan û ez çûm mala cînar. xalojin derî vekir, firakên xalojin dirêjê wî kir û got '' xalojin dayîka min got xwedê qîze bide wî'' min dît xalojin di cîhê xwe de ma bêhnek û got ''xwedÊ jê razî be'' hey wisa hey wisa min jinê mehleyÊ hînê vê gotîna nû kir. ji bo vî jî jinên kurdistan spasek ji min re deyndarin.



28.02.2014 23:03 | deqlok

23. hin dua jî hene em nikarin bêjin xêr tê de heye.

(bnr: xwedê kurikekî bide te.)

ewil gelek dihat gotin lê vega zehf neyê gotin. hêdî hêdî xilas dibe,



01.03.2014 03:18 | rêzan

24. xwudê te heeevqa bikeeee..



(duaya mezina ye ji bo biçûkêt kurmanca, dema vê duayê dikin destê xwe jî qasekî bilind dikin)




25. (bnr: xwedê bela xwe nedê te) *



08.01.2015 10:51 | xendekî

27. Ya rabbî tu avekê li vî agirî ke.



05.02.2015 02:53 | seydayê_peyvan

28. kesayetiya herî îdeal xwedê ye, lê dîsa jî lê rexne û jê gazin têne kirin.



19.03.2015 19:43 | remlavêj

29. destê şahê bedo li ser pişta te be



19.03.2015 23:18 | tivirloismail

30. Dapîra min her tim bi min re digot;
Tu nekî bixwî.
Li rûyê wê em bûn mirasyedî.



03.02.2017 20:41 | elaziz izzetpasa camii

32. Tu nekî û bixwî
Duaya dapîra min ew bû.
Yanê dixast em jiyana xwe bêxebat qezenc bikin.
Nizanim ew dua ye ya nifir e.



08.01.2021 09:09 ~09:11 | cinorek

33. xwedê te biparêze, xezretxanî (bnr: ehmedê xanî) rêhevalê te be



08.01.2021 18:23 | doesntmatter

34. 1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa düşürmesin.

2. Tu nekî û bixwî. Ew yek ji duayên dapîra min bû. Dûayek ecêb e. Yanê dibêje tu bêyî xebat pere qezenc bikî.

3. Tu li dora xwe topkî bixwî Ew jî ji duayên dapîra min bû. Yanê ku tu ji bo xebat nerî dûr. Tiştên dora te têra te bikin.



13 roj berê 06:08 | cinorek

35. Dapîra min ji bo kurramê min gotibû
Xwedê simbêlê wekî ya berhat bide te*



13 roj berê 09:30 | horhorik

36. xwedê hevza me jê bike
Yqnê xwedê me ji wê tiştê an jî kesê,î biparêze, bistrîne



13 roj berê 10:17 | çaya germ

37. Çavên xwedê li te be,
Destê xwedê li ser serê te be,
Xwedê piştevanê te be,
Xwedê te berminwt neke....

Wekî din jî miroveke me heye, dema dîbîne kesek xirabiyê dike, dibêje; xema nekin, kîrê kerê xwedê dirêj e. Nizanim eve dua ye an tiştek dîtir e lê her cara ku seh dikim, dibime êsîrê kenîneke dûv û dirêj. Djjdmdj



12 roj berê 17:57 ~2024.04.20 14:36 | bayê xerbî

38. Xwedê te hidayet bike
Xwedê rêya rast ber te xe
Xwedê te nexe ber dest û nigan



11 roj berê 14:29 | keloş

39. Xwedê di ber te re be



11 roj berê 20:54 | çaya germ

40. Rehmet li day-babê te,
Xêrê ji bazara xwe bibînî,
Xwedê bi te bide xwarin.



11 roj berê 23:33 | bayê xerbî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» duayên kurdî
» kurdîstan a sor û bêdengîya rêxistinên kurd

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî