Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
duayên kurdî - tirşik
duayên kurdî
(4) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. dua ew hêvî û rica û xwezî û xwestekên mirovan yên ku ji Xwudê ji bo xwe an ji bo keseke din tên kirin û xwestin in.. di kurdî de gelek duayên xweş hene..

(bnr: xwudê te bihêle)

(bnr: xwudê ji te razî be)



31.07.2013 15:14 | endazer

2. 1-mala wan ava be.

2-xwedê kesî nexe tengaye. 3-miradê te pê bê.

4-xwedê bihêle (ji bo zarokan).

5- xêrê jê bibîne.

6- bi xêr biqetîne.

7- xwedê yarebî me mecbûrî nebaşa neke.



31.07.2013 16:05 | serpale

3. (bnr: ji lawikan re): mala te ava, xwede te bike zava.



(bnr: ji qîzikan re): xwedê te bistrîne.



xwedê ji te razî be, rahme li miriyê we be.



31.07.2013 16:46 | seydayê_peyvan

4. her çikas tu di beşa wek mamostetî û herwekîdinde bixwînî jî tu dikarî vê duayê gelek caran ji meznan bibihîzî: tu bibe hakim û sewcî lav.



28.08.2013 19:37 | firat

5. xwedê te salih binivîse law.



29.08.2013 12:34 | înano lo

6. Xwedê karê te li hev bîne



29.08.2013 20:28 | mitra

7. Mala te ava, kurê te zava...



30.08.2013 04:28 | mamostemem

8. xwedê tirr én te bike fiss da ku deng nede,fiss én te bike tirr da ku bîn nede...



30.08.2013 12:36 | doktorodi



11. Mixabin nifşên nû zedetir nifiran dikin û peyvên nebaş dibêjin. Lê mezinên me her tim diayan dikin hevalên me û ji wan bihîstîn wek hingiv şekir e ji bo min...



perê xwedê li ser te be...



pêxember û ewlÎya bibin rêberên te...



oxira te xêrê be, rêya te vekirî be, kevir li ben lingên te wek penîr nerm bibe...



xwedê alikariya te bike...



mala te ava be, kurê te zava be...



xwedê îmana te kamil bike...



xwedê karê te li hev bîne...



Xwedê te rûspiyan û salihan binîvîse...



tu her tim şad û bextewar bî...



tu her tim serfiraz û jîr bi....



çiqas xweşik in ne wisa?...



29.09.2013 13:16 | nuçevan

12. xwedê jê standiyê

rahma xwedê lê be

xwedê bela te bide



29.09.2013 19:22 | newenda

13. xwedê miradê te bike. Tu bardaxekê av jî bidî jineke kurd wê vê duayê li te bike



29.09.2013 19:27 | ceso

14. (bnr: xwedê jê stendiye) heger ev dia be xwedê me ji nifiran bistirîne * ev jî diayeke dî bû.



28.12.2013 23:06 | dijber

15. Xwedê,avekî li vî agirî bike.



29.12.2013 16:48 | gulan

16. xwedê bela xwe bide eskerê romê.!



29.12.2013 23:40 | xendekî

17. Xwedê, kesî neke tora bêbavan.



28.02.2014 11:34 | gulan

18. emanet qencî,

xwudê te serfiraz û rûspî biket

xwudê miraza te hasil biket

xwudê deryê qenciyê bo te veket.. filan fîstan



28.02.2014 16:48 | gulgenim

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» duayên kurdî
» kurdîya helloyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî