1. hunermendê Kurd yê navdar e. jiyanek him ji aliyê hunerê him jî ji aliyê welatparêziyê ve têr û tijî derbas kir. li qamişloyê hatiye dinê û di sala 1989 an de li wir miriye. stran û helbestên wî aliyê gelek hunermend hatiye şîrovekirin. minak : ciwan haco. |
|
31.07.2013 01:57 |
fuad hemedxan
|
2. (bnr: ay lê gulê) |
|
31.07.2013 05:15 |
seydayê_peyvan
|
3. stranbêj û stranên wî bi salan ciwan dibin.kevin nabin.ere ere wela tam wisa bû. vîdyoyê veke |
|
04.11.2013 21:14 |
diljan
|
4. eman dilo vîdyoyê veke |
|
04.11.2013 21:20 |
diljan
|
5. Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şunda dest ji mektebê ber didê. Di salên xwe yê mektebê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji tesîra wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’an de bi hinek hevalên xwe re bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din re saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçavkirin. Ser wê yekê carek din berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan de cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana Başûr re ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne. |
|
05.03.2014 15:42 |
rêzan
|
6. Mihemed Sêxo bi stran, stîl û awazên xwe kartêkirineke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. stranê şêxo li kurdistanê hate belavkirin. mihemed şêxo hunermendekê nemir e, şêxo bavê felek e. |
|
05.03.2014 15:50 |
rêzan
|
8. ciwan haco şagirtê mihemed şêxo ye, gelek caran stranên şêxo de vokalîstiye dike. |
|
05.03.2014 15:56 |
rêzan
|
9. yek mihemed şêxo û yek jî miradko do camêren mezin in. |
|
06.03.2014 11:39 |
mamostanısebin
|
dil perîşanim vîdyoyê veke |
|
27.03.2014 13:17 |
xwelî li ser
|
|
|
27.03.2014 14:38 |
xwelî li ser
|
12. Dengê dildarê evînên serbixwe û azadîxwaz |
|
27.03.2014 19:23 |
mam selam
|
13. di nava miletê kurd de ewqas deng dabû ku şêxo dema wefat kirî di nava du saetan de 70 hezar mirov li ser cenazeyê kom bûne. |
|
28.03.2014 00:01 |
zero
|
14. (bnr: lê lê ciwanê) |
|
30.11.2014 17:36 |
rêzan
|
15. îro (09.03.2015) bîst û şeş sal e bavê felekê ji nav me bar kiriye. |
|
09.03.2015 02:57 |
xendekî
|
16. Mihemedê şêxo bawê min ê esasî ye Xwedê Zane |
|
25.04.2015 02:36 |
zergahemzaerdaldilbirîn
|
17. Fertarî zereyê çewî de yew qêrîyayîș bêveng xo bi xo kay keno ya, wina. |
|
25.04.2015 02:44 |
ladyzazarus
|
18. bavê felek e.di heman deme de hunermende pir heja û bi nirx e. |
|
25.04.2015 08:16 ~08:17 |
cemilcanbegî
|
19. hunermendek kurde wekî her hunermendekî kurd di feqîrîyade perişanîyade mire çû. hunermendê kurd hetanî saxin kes qimeta wan nizane. |
|
25.04.2015 13:14 |
shorbevan
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |