Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
murathan mungan - tirşik
murathan mungan
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Nivîskar, helbestvan û şanogereke kurd e.. Murathan Mungan di 21ê avrêla 1955'an li Stembolê ji dayîk bû û li Mêrdînê mezin bû. Ji aliyê bav de ji malbatek kurd-ereb e. Ji bo ku lawê wî ji ber nasname û koka xwe rastî astengî û çavsorayiyan ji aliyê tirkan û dewleta tirk neyê, bavê Murathan li wî qedexe dikê ku bi kurdî bipeyive. Bi vê yekê Murathan ji biçûkaya xwe de di nav hevûdin qebûlnekirin û berberiya çandî de mezin dibe.

Li zanîngeha Enqerê Murathan zanistiya şanoyê dixwînê û li şanoyên dewletê yên Enqere û Stembolê weke Dramaturg kar dikê. Di sala 1980'î de yekemîn pirtûk wî a roman tê çapkirin û di 1981'ê de jî yekemîn lîstika wî ya şanoyê tê lîstin. Ji hingî ve Murathan zêdetir ji 30 roman, pirtûkên helbestan û pirtûkên çîrokan nivîsnadine û dane çapkirin. Piraniya berhemên Murathan bi zimanê tirkî hatine nîvîsandîn û di van salên dawî hinek ji wan bo zimanên din û bo kurdî jî hatine wergerandin. Yek ji wan wergeran pirtûka helbestan a bi navê balgîfa mar e, ku lal laleş û Îrfan amîda amade kirine. ya din jî dîsan pirtûka helbestan a bi navê li rojhilatê dilê min e ku rûken bağdu keskin wergerandiye û cara pêşÎn û çapa pêşÎn di sala 1996an de û çapa didoyê jî di sala 2012an de hatiye çapkirin.

Murathan Mungan xwe eşkere wekî kesekî homoseksûelî tê naskirin. Weke kesekî navdar Murathan vekirî piştgiriya mafê gelê kurd dikê. Di sala 2002'a ew yek ji wan kesan bû, ku deklarasyonek ji bo piştgiriya dehapê destnîşan kir. Li Tirkiyê Murathan êdî weke nîvîskarêkî jîrek tê naskirin, bi taybetî xwendevanên ciwan û lîberal jê hez dikin. Gelek Helbestên wî ji aliyê gelek hunermendên tirk mîna sezen aksu, ajda pekkan, nükhet duru, mor ve Ötesi, aylin aslım, hümeyra ve weke gotinên stranan hatine bikaranîn û tên gotin..



berhemên wî yên ku heta niha belav bûyîne:



Osmanlıya dair Hikâyat, 1981

Taziye, 1982

Kum Saati, 1984

Son İstanbul, 1985

Sahtiyan, 1985

Cenk Hikâyeleri, 1986

Kırk Oda, 1987

Lal Masallar, 1989

Eski 45'likler, 1989

Yaz Sinemaları, 1989

Mırıldandıklarım, 1990

Yaz Geçer, 1992

Yaz Geçer - Özel Basım, 1992

Geyikler Lanetler, 1992

Mahmud ile Yezida, 1992

Bir Garip Orhan Veli, 1993

Oda, Poster ve Şeylerin Kederi, 1993

Omayra, 1993

Kaf Dağının Önü, 1994

Metal, 1994

Murathan’95, 1996

Ressamın İkinci Sözleşmesi, 1996

Li Rojhilatê Dilê Min, 1996

Paranın Cinleri, 1997

Başkasının Hayatı, 1997

Dağınık Yatak, 1997

Dört Kişilik Bahçe, 1997

Oyunlar İntiharlar Şarkılar, 1997

Mürekkep Balığı, 1997

Başkalarının Gecesi, 1997

Metinler Kitabı, 1998

Üç Aynalı Kırk Oda, 1999

Doğduğum Yüzyıla Veda, 1999

Meskalin, 2000

Soğuk Büfe, 2001

Çocuklar ve Büyükleri, 2001

Erkekler İçin Divan, 2001

Yüksek Topuklar, 2002

7 Mühür, 2002

Timsah Sokak Şiirleri, 2003

Yabancı Hayvanlar, 2003

Yazıhane, 2003

Çador, 2004

13+1, 2004

Bir Kutu Daha, 2004

Beşpeşe, 2004 ( bi hevkariya Elif Şafak, Pınar Kür, Faruk Ulay, Celil Oker)

Eteğimdeki Taşlar, 2004

Erkeklerin Hikâyeleri, 2004

Kadınlığın 21 Hikâyesi, 2004

Elli Parça, 2005

Söz Vermiş Şarkılar, 2006

Kâğıt Taş Kumaş, 2007

Kullanılmış Biletler, 2007

Büyümenin Türkçe Tarihi, 2007

Yedi Kapılı Kırk Oda, 2007

Dağ (pirtûka helbestan), 2007

Kadından Kentler, 2008



30.07.2013 04:13 | endazer

2. ji bo şamîşamîkirina tama helbestên wî ez ê helbesta wî ya bi navê yaz bitti ya ku ji aliyê loran ve li kurdî bi ser navê havîn qediya hatiye wergerandin li vir belav bikim..



''li her cihê ku havîn diqede tê gotin

tiştên nehatine gotin, dimînin



û piştre wek ku tiştek nebûye

amadehiyeke giran, hêdî

dest bi demsaleke nû ku rengê xewê dide, dike



li wir, li vir, di nav malan de, li qehweyên gundan, li ber behran

di bayên şevê yên havîna tenik de

dem, hêdika dizelite ji nav me

heta ji nava xwe em dibihîzin paşeroja pêşerojan

wekî din çi tê ji destê me

li dûrahiyeke mezin dibişirin û

pişt guhên xwe ve diavêjin tiştên ku me pê negirtine



Bayên aramker

lodos, poyraz û rojavayên di (dilê) me de der dibe

me vedişêre

navê aramiyê li xemgîniya di çavên me de dike

yên dibêjin "min tu baş dîtî"

em ê jî xwe baş hîs bikin

ma ji xeynî vê çi tê ji destê me...



berêvar, bêhn û serê koşeyan

di valahiya demê de

xwe winda dikin û

tevlî hişê tenha yê bîranînan dibin

dibe ku piştre rojekê

bi heman kederê werin bibîranîn



Li her cihê ku havîn diqede tê gotin

yên dibêjin, bi rastî jî bawer dikin ku hin tişt qediyane

havîn diqede

şev kevn dibin, hênik, xembar

amadehiya bo demsala nû: cihên şûl ên emrê



esrên dawiya havîna ku

aliyeke wê telaş e

aliyê din lerizînok

we ji damaniya we ya kûr derdixînin

hûn bêriya pirtûkên ku we demekê xwendibû, dikin

odeyên germ, balgîvên spî û paqij

panjûrên darîn



havîn qediya

tiştên ku neqediyane, man

havîn qediya

havîn qediya

bi dengekî bilind, ji xwe re dibêjim vê yekê

wek li her cihê tê gotin

havîn qediya

havîn qediya



tu tişt, tu tişt

tu tişt

tenê dicemidim niha...''



30.07.2013 04:16 | endazer

3. Li jorê hatiye gotin -kurd e an jî ji malbatekî arap- kurde lê ez baş zanim malbata wî aşîrekî ereb yê midyatî ye. Ew xwe jî her tim vî eşkere dike dibêje ez ne kurdim ereb im.dema mirov hemberê zilma li kurda re bisekine ne pêwist e illakî kurd be...

Here lînkê



10.07.2015 14:43 ~14:56 | ronahî

4. min nuha pirtuka çîrokê ya bi navê kadından kentler a vî camêrî xelaskir. mijar û şêweya çîrokan gelek baş bû.



qeweta wî ya bikaranîna tirkî ya mungan pir bilind e, dema meriv helbestên wî dixwîne ji xwe ferq dike lê di van çîrokan eşkere kiriye ku ew hosteya tirkî ye. nêrina wî ya jin jî qewî ye û ez dibêjim vê bandorî çîrokekî bûye.



10.07.2015 15:26 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» murathan mungan

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarweje tiyatro
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî