Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
çîroka dîroka kurdan - tirşik
çîroka dîroka kurdan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

3. ji aliyê tewfîq bayram hatiye xwendin û nivîsandin, di nava çîrok de hinek gotinên dijî misilmantî hebe jî (her çi qas bi awayeke mîtolojîk be jî) min jê gelekî hez kir û ji min re tesîr kir, ev 10 cara zêdetir e guhdarî dikim.



heta niha çîrokek wusa bala min nekişandibû, ji tewfîq bayram re bang dikim, ez li bendê çîrokên te me.







28.08.2015 00:41 ~00:46 | mîr

4. Çîroka dîroka Kurdan



Hêj dinya nebû



Roj nebû şev nebû



Erd û ezman nebû



Hemî unsûrên kaînatê di nêv hevde bûn



Navê wê "Kaos" bû



Ti tiştî nasnameyek nebû



Tevlihevî bû



Lê tovê gerdûnê di nêv wê de bû



Piştî demekê



Di nêva van unsûran de şer derket



Erd ji ezmanî,



Ax ji avê,



Sar ji germê cuda bû



Û xwedayê mezin* Mezeûsî dinya afirand



Masî li behrê gerand



Çûk li ezmanî firand



Heywan li erdê bezand



Lê hêj mirov tinebû.



Xwedayê mezin bang kir



Got:



Mirometheûs ka were!



Got:



Belê ezbenî



Got:



Mirovî çêke!



Got:



Çawa?



Got:



Ji tovê erdê



Ji axê û ji avê



Û wî mirov çêkir.



Mirov mezin bû



Adem çêbû



Hewa çêbû



Zarokên wan çêbûn



Zarokên zarokên wan çêbûn



Mirov zêde bûn



Her yek ji yê dî cuda bû



Xwedayê mezin biryar da



Bang li xwedayên biçûk kir



Got:



Ji her mirovek cuda qewmekê çêkin



Gotin:



Qewm çi ye?



Got:



Komên mirovan



Gotin:



Em ê çawa çêkin?



Got:



Hûn kom bikin ez ê çêkim



Çûn



Ingilometheûsî qewmek çêkir



Navê wî kir Ingilîz



Fransometheûsî Fransî,



Îtalyometheûsî Îtalî çêkirin



Qewmên dinyayê hemî hatibûn çêkirin



Tirkometheûsî Tirk,



Erbometheûsî Ereb,



Farsometheûsî Fars çêkiribûn



Lê hêj Kurd nehatibûn çêkirin.



Kurdometheûs mabû di xewê de



Dereng rabû



Berê xwe da dinyayê



Dît dinya ne dinyaya ji berê ye



Rûnişt û seyrê kir



Her qewm hat ber destê xwedê



Xwedê her yek pîroz kir



Ji her qewmî re



Parçeyek ji laşê xwe vekir



Û ji wan re diyarî kir



Ji hin qewman re mêrxasî,



Ji hinan re camêrî,



Ji hinan re aqil,



Ji hinan re hûner



Ji hinan re fen û fût



Xwedayî got:



Xelatên xwe biparêzin



Ev e we dike qewm



Û ev e çek û sîleha we



Biparêzin da ew jî we biparêze



Ji Kurdometheûsî re lê hat



Çimkî wî hemî xelat dîtin



Hemî sirr û raz dîtin



Û hemî ji xwe re girtin



Û xwe kir pişt çiyayî re



Ji dizî ve dest bi çêkirina qewmê xwe kir



Hemî parçe gihandin hev



Û ji sûretê xwedê qewmek çêkir



Qewmê wî:



Hem mêrxas bû hem zîrek



Hem biaqil bû hem wêrek



Û hem camêr û çeleng



Çi tiştê baş bû li nik bû



Û sê caran bang kir



Kurd! Kurd! Kurd!



Navê qewmê xwe kir Kurd.



Dîwan ferikî



Mezeûsî berê xwe da derî



Kurdometheûs ji pişt çiyayî derket



Ji pişt wî rep rep û dengek hat



Kurdometheûsî bang kir



Got:



Ey xwedayê mezin



Mezeûsî hêdîka berê xwe ba da



Got:



Kerem ke ey...



Çi bizivire...



Nekarî gotina xwe temam bike



Qewmê ji sûretê xwe dît



Tirsê girt



Lingên wî lerizîn



Destûra vê nedabû



Sirrên wî hemî aşkere bûbûn



Û li vî qewmî kom bûbûn



Hêrs bû



Pêt ji çavan çû



Di dilê xwe de sondek xwar



Got:



Soz li min



Heta ruh li ser vê bedenê ye



Ez qewmê Kurd serfiraz nekim



Berê xwe da Kurdometheûsî



Û got:



Kê destûra vê da?



Kî ne ev?



Kurdometheûs li qewmê xwe zivirî



Ji wan pirsî



Got:



Kî ne em?



Kurdan vêkre got:



Em in em Kurd in serhişk û hesin



Mezeûs di cihê xwe de cemidî



Kurdometheûsî got



Ev qewmê min e



Ka xelat bike



Xwedayê mezin got:



Min hemî belav kirin



Tu mayî dereng



Xilas bûn



Kurdometheûs ne xişîm bû



Dizanî tiştek maye



Mezeûsî ew ji xwe re hêlaye



Got:



Ma agir para kê ye?



Agirî bide qewmê min!



Mezeûsî hêza agirî dizanî



Dizanî agir bikeve destê Kurdî



Kurd dê dawiya wî bîne





Got:



Na!



Te ew bêdestûr çêkirin



Kurdometheûs jî hêrs bû



Li derî da û çû



Wî jî sondek xwar





Û got:



Soz li min



Hêj ev ruh ji vê bedenê derneketî



Ez ê bidim qewmê xwe vî xelatî



Şev hat



Dinya tarî bû



Çavî çav nedidît



Ji dizî ve çû nik Kawametheûs



Xwedayê hesinkar



Şûrê xwedê tûj dikir



Agir ji derbên wî diçû



Kurdo tirsa, xwe veşart



Qitîsk ji ber derbên wî difirîn



Ew kom kirin



Û tûrikê xwe ji agirî dagirt





Anî danî ser serê çiyayî



Û got qewmê xwe:



Hûn dibînin ew çi ye?



Ew agir e



Here û bisitire



Ew xelatê te ye



Ji xwedayê te ye



Û kurd çûn



Li dora agirî kom bûn



Govend girê dan



Cara pêşiyê bû



Nîvê şevê



Dinya ronî dibû



Şev bûbû rûz



Navê wê kirin Newrûz



Bû sihar



Tavê li dinê da



Mezeûs hişyar bû



Lê bêhna şewatê li difnê da



Veciniqî



Zanî...



Li dinê nêrî



Dît her der agir û pêt e



Aciz bû aciz bû



Agir ji difnê fûra



Kir biteqe



Got:



Zû Kurdometheûsî bînin vêrê



Leşkerên wî çûn



Ew anîn



Mezeûsî ew girt



Bi kevirek mezin ve zincîr kir



Zikê wî dirand



Mêlak le berçav kir



Û her rojê teyrek berda mêlaka wî



Rojekê teyrê Erebaz,



Rojekê Farsebaz



Û yekê Tirkebaz



Rojê teyrî mêlaka wî dixwar



Şevê mêlakê xwe nû dikir



Ji êşa wî dinya dihêja



Lê kesê arî nedikir



Lê tirsa Mezeûs xilas nebûbû



Agir di destê Kurdî de bû



Ho çû ho hat



Mejî li xwe teqand



Û dawiya dawî dît



Got:



Ha ha ha



Ez dizanim ez ê çi bikim



Bang kir



Got:



Ho birametheûs ka were!



Birameheûs hat



Got:



Kerem ke ezbenî



Got:



Birayekê çêke ji Kurdan re



Got:



Çawa?



Got:



Mirovekê çêke û bixemilîne



Got:



Bila ezbenî



Û derket



Çû mirovek di şeklê jinê de



Navê wê Biradora



Çêkir û xemiland



Zêr û elmas lê aland



Sorav û spîav lê reşand



Bêqusûr û bêkelem bû



Gelek delal û bedew bû



Anî pêşberê xwedê



Xweda jî jê têr nebû



Biradorayê bi wî dengê xweş



Bang li xwedê kir



Got:



Ey xwedayê min



Zû li min ke barê min



Xwedê qûtiyek da wê



Berê wê da dinê



Û got:



Here nêv hozên Kurdan



Vê bike diyariya wan

Biradora ji jor hate xwar



Çû nav çiyayên nizar



Qûtî di destê wê de



Pir nerihet û mereqdar



Rûnişt li cihekê



Xweda hat bîra wê



Lê xwe negirt û qûtî vekir



Jê bir sêhra wê



Dît tiştek ji qûtiyê firî



Hema di cih de girt derî



Lê êdî ew çûbû



Qiyametê jî nedizivirî



Sirrên Kurdan hemî di wê de bûn



Lê "Yekîtî" jê firîbû



Ev ne tesadif bû



Ev biryara xwedê bû



Ew jê nefiriya



Kurd zeîf nedibû



Hat nêv hozên Kurdan



Kurd hemî bûn heyran



Tev êkudu ji bîr kirin



Hemî lê civiyan



Heft eşîr bûn



Biradorayê bang li wan kir:



Sînga min mîna zozan e



Zozanên heft eşîran e



Xortê Kurd lawikê serxweş



Tê bikî keyf û seyran e



Ew qewmê mêrxas



Hem çeleng û xwenas



Ji ser hiş çûn



Ketin dava nenas



Vî got ji min re



Yê dî got ji min re



Ne wî xwar



Û ne ma ji yê dî re



Hemî ketin bedena hev



Bêyî roj û bêyî şev



Xweda ket xewa şîrîn



Kurdo ket şerê hev



Ji wê rojê ve ye



Yekîtî ji nêv Kurdan derket



Ji wê rojê ve ye



Li Kurdan bû qiyamet



Ji wê rojê ve ye



Li ser Kurdan e ev ne"let



-----------



*Di vê nivîsê de li şûna “Mezeûs”î carnan “Xwedayê mezin” carnan “xweda” û carnan “xwedê” hatiye gotin. Bi ti awayî behsa Xwedayê îlahî nehatiye kirin. Hemî xwedayên di vê nivîsê de xwedayên mîtolojîk in.







Çîrok:Tewfîq Bayram



28.08.2015 00:44 ~00:45 | mîr

5. dîroka kurdan ne ji dûrî me ye. wekî çîrokekî (bnr: edgar allan poe) ye. pekî kîjan çîrok? Ahan ev:



(bnr: the fall of the house of usher)



https://www.youtube.com/watch?v=o4m7PeRHDP8



28.08.2015 00:48 ~01:03 | wiha wilo wisa

6. yek hebû yek tinebû,

xelk hebû dewlet tinebû..



28.08.2015 02:44 | kurêpîrê

7. çîroka ku li gor (bnr: apîcî) yan bi damezrandina pkkê re despêkirîye û bi avakirina (bnr: xweserîya demokratîk) dê bigihîje asta xwe na herî bilind.



28.08.2015 09:49 | resençiyayî

8. Çîrokeke gelekî xweş û serkeftî ye ku mixabin ew jî dê wisa bê xwedî bimîne ji ber ku medya me û rewşenbîrên me bi kar û xebatên dagirkeran ve sermest in û ji bîr dikin li yên xwe binerin.

Bifikirin çîrokeke mîtolojîk bi awayekî wisa hatiye nivîsîn lê ti kesî nexwendiye û lê neneriye yan 200 kesî tenê xwendiye.



31.08.2015 13:27 | dijber

9. xebatek ecêb e. fikrek wisa çawa hatiye bîra wan nizanim lê xweş e.

li gorî teriya çîrokê, sedema belengaziya kurdan tiralê kurdumetrus e.



tirkumetrus, erebumetrus, farsumetrus



03.09.2015 17:54 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîroka genc xelîl û hewsê
» dîroka veşartî
» kurdane

Kategoriyên mijarê:: cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî