Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
peyama 1000ê ya nivîskarên tirşikê - tirşik
peyama 1000ê ya nivîskarên tirşikê
(11) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. peyama 1000ê yan peyama 1000emîn (bi nivîsê; hezaremîn) ya nivîskarên tirşikê ya di tirşikê de ye.. bawer im cara pêşîn ev paye û rutbeya bilind bûye behra min.. de zû bikin û bilezînin û destê xwe sivik bikin tirşikvanno.. ''axa naxwe, xatûn naxwe, ev pê keda destê me ye, destê me ye haahhhhh..''*



29.07.2013 20:54 | endazer

2. ji coş û xiroş û heycan û sergermî û sersûmiyê min ji bîr kir ku navnîşana peyama xwe ya 1000.binivîsim.. belê fermo ji vir kerem kin.. ehmedê huseynî/5659



29.07.2013 20:59 | endazer

3. bûye para min jî.

mirov dibêje qey nivîsandina hezar peyaman gelekî zehmet e, lê dema mirov her roj hinekê çav li tirşikê bigerîne û mijarên ku balê bikişîne de tiştokek binivîse, rojek wer dibîne ku ji hezarê zû ve derbas bûye.

(bnr: damlaya damlaya göl olur)

(bnr: versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyên tirkan)

(bnr: ki zane?)



23.09.2013 21:41 | simurg56

4. ev e .

erê . vaye min peyama xwe ye 1000emîn jî nivîsand. ser xêrê be .

(bnr: kulûba 1000ê a tîrşîkê)



17.12.2013 00:11 | brusk56

5. Weke mesela pîrê.. Ez Vê bişkênim dimînin 19.. Ev jî vê peyamê binivîsim dimînin 398 peyam..



17.03.2014 00:55 | nan û av

6. Ez jî ketime nava " koma hezaran" lê haya min nû jê çêdibe. Peyama min a hezarî jî ev e kurm û tibê'etên asyaya navîn ên ku heya îro li ser tirkan ji koçeriyê mane/34029 çi peyamek e! Lawo!!!



10.04.2014 18:54 | ceso

7. me go merheba *



19.04.2014 17:42 | mergehez

8. me jî go merheba*



11.11.2014 21:09 | ferhenga şikestî

10. ji bo tirşikvanan sînoreke derûnî ye. xwedê bike hejmara nivîskarên ku vê sînorê derbas bûne berê bi sedan ve, paşê jî bi hezaran ve bên îfade kirin.



12.11.2014 10:27 | nazim tolhildan

11. a ku ez jê bêdeng û bê xeber derbas buyîm, lê tenê ji bo vê sermijarê *

peyama min a hezaremîn: https://www.tirsik.net/index.php?peyam=44806



12.11.2014 19:28 | azadixwaz

12. peyama ku ez ê salek din binivîsim *



12.11.2014 21:03 | berxweda

13. (bnr: kulûba 1000ê a tirşikê)



07.12.2014 02:34 | nazim tolhildan

14. Bi hêvî me. Ma 290 *



07.12.2014 04:38 | xendekî

15. Hey maşele. Dinya çiqa piçûk e. Tirşik çiqa xweşik e *

Ev e, ev jî peyama min a 1000'ê ye.

Bi xêr û xweşî, xêr û xweşî li hemû Kurdistanê.

Ez xwe pîroz dikim *

(bnr: hûn çawane hewal :)))))) )



17.01.2015 20:08 | xendekî

16. ev peyama min ya hezarî ye *



18.03.2015 01:41 | berxweda

17. Peyama dê xêr û xweşî ji nivîskaran re bîne. Xwedê nîşanî her nivîskarî bide.



18.03.2015 21:50 | azadixwaz

21. Hêvî dikim bibe nesîbê min jî lê bi vê bêxîretiya xwe bawer nakim di demek nêz de be...



15.09.2016 13:00 | biaqila malê

22. niha 3500 peyam ji vê hejmarê bihirîm yanî ev peyama 4500 î bû hêdî hêdî textê simurg56 diheje.., demek rihmetiyê rasteqîn hezarî temam kiribû digot di tirşikêde armanca shorbevan peyam zêdekirine peyamê bereday dinivîse * kenê min hanî bû û mafdar bû.. * wan roja ez jî zirtek bûm min xwe pêre di qehirand... merivek başbû... *



15.09.2016 14:52 | shorbevan

23. peyama min a 1000emîn: têgehên avahîsaziyê/99008
derbarê pîşeya min da ye. Min niznibû yê wisa be. Wisa lê hat. Lê xaş lê hat.

werhasil me go hello *

Têbinî: ez avahîsaz nîn im..



01.05.2017 22:43 ~22:44 | bûtîmar

24. xwedê qebûl bike ev peyama min ê 1.000 e ;)

Di sala 2014 an meha Nîsanê de li twitterê ji min re peyamekê hat, kî bû navê wê nayê bîra min, ji min re pirsî "tu dixwazî kerem ke tirşikê de bibe nivîskar" min jî jê re cab da, mi go, "Kurmancî min têrê nake" ev jî go "tiştek nabe çi dikarîbî ewqas..." Ji ew ro û pê ve li vir im.

Tecrûbeya​ Min di ferhenga înteraktîfan de hebû ez ekşi sözlük ê de ji 2007 an li vir nivîskar im, loma formata ferhenga înteraktîf ji min re xerîb nehat.

Di destpêkê de van pirsgirêkan derket pêşiya min, hinek ji min re zorî da:

+ Peyvên ji derveyî herêma serhedê
+ Peyvên çêkirî ya modern
+ rastnivîs (daçek li ba me de hema bêje tune ye)
+ rêziman
+ hevoksazî (xeberdan û nivîsandin li hev hinekî cuda ne)

Min ji wan pirsgirêkan wiha çareser kir:

+ Pêşî min nivîsandinê zêdetir piranî peyamên hatiye nivîsandin dixwend, çimkî meriv pêşî dikare bixwîne lê nivîsandin piçek jê zehmettir e.
+ wîkîferheng (her peyvên heremî têde hene)
+ Xwendina pirtûk û rojnameyên kurdî,
+ Sêrkirina televîzyonên kurdî
+ Nivîsandina kurdî (meriv qisûrên xwe roj bi roj kêm dike)

Malbata me ji 30 salê zêdetir e ji welat derketiye, meraqa min ê ziman Piştî 20 salî xwe dest pê kir, derdora min de kes tune ye pê kurdî xeber bidim xeberdana min ê kurdî jiyana min de %1 heye tune ye nizanim, sed mixabin...

(bnr: îtîrafên tirşikvanan)

Bi saya tirşikê min xwendin û nivîsandina kurdî pêş de bir. Spas Tirşik...

(bnr: enstîtuya kurdî ya tirşikê)



23.06.2017 22:37 ~23:12 | mîr

25. ha ev e ya min! pîroz be kezep!
https://tirsik.net/index.php?peyam=107316



01.08.2018 21:05 | xwelî li ser

26. Mijara ku ez jê zehv dûr im :(



01.08.2018 22:55 | xelîl

27. haja min jê tune bû ku min peyama xwe ya hezaran nivîsandiye.*

ew peyama pîroz:* the dispossessed/120355



14.04.2020 23:08 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyama cejnê ya qeymaqamiya licê
» nivîskarên tirşikê yên di profîla xwe de wêneyên xwe yên taybet pêşkeş dikin
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî