Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
botan - tirşik
botan
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Botan ango Bohtan navê herêmeke Kurdistanê ye. Herêm ji Cizîrê hetanî parçeke Wanê, Colemêrg û Sêrtê digire navxwe. Navenda wê Cizîra Botan e.



Botan li gor dîroknas Minorsky û gelek dîroknasan ji êla 'Bextî', 'Boxtî' navê xwe daye herêmê. û navê robareke herêmê ye jî.



28.07.2013 20:02 | pezkûviyê cûdî

2.

Bêriya Botan



( Celadet Ali Bedirxan )





Kanî Dêrşew, ka Herekol, ka Kepir

Ka zozanên Bavê-Têlî ka kê bir

Dibêjin ko Burca-Belek hilweşî

Text û bextê botîyan de ka geşî

Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû

Naxuyîn qet xişr û xemlên wê li kû

Ka westanî ka Qesara ka kanî

Kanîn zozan, cihên bilind kebanî

Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng

Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng

Basiret kû, neqşibendî, terîqet

Ka şêxên me, kanê rêzik şerîet

Kanî Seqlan, Seqnefis kû, Nêrgizî

Gul û rihan zeriyane, tev rizî

Ka Azîzan, şêx û seyda û axa

Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava

Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî

Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî

Mîr Miheme ê nêçîrvan, kanî kû

Ka gêra wî, Gera-Xanî, gejgering

Ka şalên me, bekirbegî, xweşdevling

Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng

Kanî lo lo, lê lê li kû, kanî deng

Kanîn çeper, bestî li kû, ka celab

Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab

Bor-mirîşkan tenik bûye kete ba

Ez botî me diştexilim her bi pa

Ka banê me, yê Azîzan, kanî war

Kepirê de ne kozik in, ne jî dar

Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim

Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im

Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr

Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr

Teter li kû, Axayê-Sor û ew reng

Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng

Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî

Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî

Kanî civat, fîl û şetrenc, ka zindan

Ko tê de mir, şahê mexrib, Mîr-Alan

Dotmîr li kû, ka mîr şeref, mîr Ezîn

Kanî bavê sitîya Zîn, mîr Zengîn

Beg û axa kanî tovrind, kanî dot

Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot

Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr

Ne rîsipî, ne kefxweşî, ne kizîr

Ne buhar e, ne Havîna mîr şeref

Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf

Ne dêmîr in, ne şahînet, ne hevşîn

Kanî mîr şem, Kanî Tacîn û Gurgîn

Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer

Sadon li kû, ew serekê şevînger

Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî

Ka li kû man ew gernasên nedîtî

Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp

Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep

Pira Bafet belê ev e, kevane

Kevin bûne, ne tirî ne, sorane

Ji Delavê qitikan ve naye deng

Kew û kevok di şînê de ne man çeng

Şeylo bûne kaniyên me ka rejû

Mazîyan de ne pel mane ne gezû

Kanî Xanî, Feqeh-Teyran û Mela

Ê cizerî, ne jî bate, kes ne ma

şax li kû ma, ka Berwarî, ka Dêrgul

Tu tişt ne ma, vemirîne deng û gul

Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêlîyan

Şûvî li kû, Welat-kelhok û Goyan

Batûyan kû, Welat-Kilîs, Sipêrtî

Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî

Kiçan, Teyan, Dûdêran kû, ka Mîran

Hacîbêra, kanî Şernex, Garisan

Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî

Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî

Ji Garisan ne koçer in, ne dêman

Kanî Zêwkî, Welat-Kêver, Ebasan

Dawûdîyan, Omerkan jî, ka Kheran [1]

Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan

Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewêrî

Şûrkêşên me, filehên me, Hewêrkî

Ka şikefta mîr Miheme, ka perî

Kanî dasnî, kanî keçên surperî

Kanî şingar, ka xwalên me, yezîdî

Balav bûne, bê rêzik in bê serî

Dêra-Reben weke berê vala ye

Hejale jî diyar niye raza ye

Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj

Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj

Ne eşîr in, ne bajarî, ne fileh

Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh

Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen

Tarî her der, ne kulek in, ne rojen

Di Tanzê de ne feqeh in ne mela

Medresa-Sor xerabe ye ji nû va

Kela Ewrex ber bi ba ye, kela kevn

Tê de îro pîrhevok in û çend tevn

Kanî şêx im, Evdirehman garisî

Ew jî kuştin sorgula me çilmisî

Herê lawo tev de çûne nînin nîn

Destê me de ne hesp mane ne jî zîn

Kurdistanê tu abadîn, her heyî

Îro, sibe û hergav jî dê hebî



28.07.2013 21:02 | pezkûviyê cûdî

3. botî dibêjin bûta



28.07.2013 23:07 | quto

4. herêmê cizÎra botan buyî navenda wê. Ji ber wÊ çendê Cizîra botan tê naskirin. navê Botan ji eşîra Bextî yan Boxtî tê. Gorî Celadet Bedirxan Bextî, kurtkirina Bextiyarî ye.



17.10.2013 20:28 | cizira botan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» botan

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî