1. hacka ku îro berî çend deqeyan qewimiye û ta niha jî malpera ekşisözlükê ne çalak û berdest e.. li gorî gotegotan ji aliyê kesên îslamî ve bi egera ku çêr û heqaret li pêxemberê îslamê cenabê muhemmed hatine kirin ev êrîş pêk hatiye.. ji bo rewşa têkçûyî ya ekşisözlükê: http://i.imgur.com/QaJdIBL.jpg?1 |
|
28.07.2013 17:03 |
endazer
|
2. bûyera rojê ye. |
|
28.07.2013 17:15 |
simurg56
|
3. çêr û heqaretên li cenabê pêxemberê îslamê bi raya min nakeve jêr azadiya derbirrînê de.. ya rast çêr û heqaretên li tu bawerî û eqîde û ayînan nakeve ber serbestiya vegotin û derbirrînê û li gorî min divê bê darizandin û mehkûm kirin.. yanî eger hînduyek rabe û çêlekekî bihebîne an êzidiyek rabe û bi ser navê tawusî melek şeytên bihebîne mafê me nîn e ku em çêr û heqaretê li baweriyên wan bikin eger ev bawerî bi me gelekî bêwate û bêbingeh pûç û betal bêne jî.. gerçî vê taliyê mijarên ku ji bo çêr û heqaretê li cenabê pêxemberê îslamê hatibûn vekirin piştî bertek û aciziyên misilmanan hatibûn jê birin lê qey kela dile wan dananiye û dilê wan hênik nebûye hê.. |
|
28.07.2013 17:32 |
endazer
|
4. hacka ku digel ekşisözlükê ferhengên wek incisözlük û uludağsözlükê û halk tv'yê jî behra xwe jê hilaniye.. artêşên îslamê hêdî hêdî bi ser tirşikê ve jî têne.. * |
|
28.07.2013 22:53 |
endazer
|
5. keremkin tirşikê lewra li vir çêr ji ol û bawerîya re nayê kirin. |
|
29.07.2013 05:03 |
baz21
|
6. ka kê ji çêr û dijûnê xêr dîtiye ku ew tişt tên kirin |
|
29.07.2013 11:12 |
fizikzan
|
duayên kurdî [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
femonasyonalîzm [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |