Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 39 peyam
kilam - tirşik
kilam
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. di kurdî û kurmancî de stran, awaz.. an gotinên levhatî yên ku di ber rîtm newayeke diyarkirî re de tên gotin.. bi piranÎ ji bo stranên dengbêj distirên û dilorînin ev peyv bikar tê.. nivîskarê kurd eskerê boyîk derheqê kilaman yên di nav cih û civak û civata kurdan de wiha dibêje: Ne şînê kurda bê kilam dibin, ne jî şayî… Dema tenêbûnê kilam kurd ra heval e. Civaka kurdî bê kilam û dîlan nameş e…Dema evîntyê, dilxweşyê hogirê herî dilsoz kilam e, dema bêgumanyê kilam guman e… Dayîk bi kilaman zaroka xwe şa dibin, bi kilaman dergûşa radizînin… Bi kilaman bûka siyar dikin, bi kilaman mêrxwesên xwe dişînine ber şêr, heta bi kilaman mirîyên xwe verêdikin… Şivan bi kilam û bilûrê kerê xwe diçêrînin, cotkar bi kilaman xeta cotê xwe li ser axê dikşînin. Kilam xerîb ra dilbînî ne, ew bi kilaman agirê hisreta dilê xwe ker dike…Kurd bi kilaman laqirdya dikin, bi kilama dikenin, bi kilama digrîn…"



28.07.2013 15:32 | endazer

2. li gorî tezekî ev peyv ji peyva kelamê ya ji erebî ya di wateya peyv, gotinê de ye tê an çêbûye..



28.07.2013 15:37 | endazer

3. eskerê boyik gotiye 'kilam evda re heval-hogir e' û jê pêştir tiştna gelek xweş nivîsandiye. nizamettîn arîç jî wan tiştan kiriye straneke serasa: http://www.youtube.com/watch?v=vPrzOGxW0sQ



28.07.2013 15:51 | spizello

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» kilama dilan a j.alfred prufrock

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî