Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
tawusî melek - tirşik
tawusî melek
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ''Êzîdî mîna fileh û misilmanan bawer nakin ku Tawûsê Melek (Şeytan- Divel), serkêşê xerabiyê ye. Belku ew bawer dikin ku serokê tevaya firîştane û ew digel Cibraîlî rohê xelkê dikişîne. Lê xerabî bi xwe di dilê mirovî de ye û serekanî jî ne Tawûsê Melek e. Herwesa çîroka dirustbûna gerdûnê, li cem êzîdiyan, ne weke ya olên din e. Ew bi vî rengî şirove dikin: Berî ku Xudê, heft firîştên din dirustke, Tawûsê Melek ji ronahiya xwe çêkir û ferman dayê ku ji kesekî din re sucdê neke. Dema Xudê heft firîştên din çêkir û ferman da ku ji erdî axê bînin û ji wê jî, helametê Ademî çêkin. Xudê ji roha xwe pif kirê û ferman da tevaya firîştan ku, sucdê ji bo Ademî bikin. Hemî firîştan sucde kir, lê Tawûsê Melek ne kir. Xudê sedema vê yekê jê pirsî, wî jî bersiv da: "Ez çewa sucdê ji bo yekê din bikim! Ez ji ronahiya te me û Adem ji axê ye. Ez şîret û raspêra te li erdê naxînim..." Hîngê Xudê wî xelat dike û dike serokê tevaya firîştan û cêgirê xwe yê li ser erdî. Ji ber hindê jî êzîdî bawer dikin ku Tawûsê Melek, nûnerê Xudê yê li ser erdî ye û salê carekê, di çarşema yekê ya meha nîsana rojhelatî de, tê xwarê ser erdî. Û ew roj jî li cem êzîdiyan dibe cejna serê sala nû. Di wê rojê de, Xudê ji ronahiya xwe Tawûsê Melek dirust kiriye. Êzîdî baweriyeke mukim bi vê çîrokê tînin û xuya dikin ku, Xudê viya ye Tawûsê Melek taqî bike ka şîr eta wî ji bîr kiriye û li wê pileyê ye ku bibe nûnerê wî li ser erdî yan ne? Nexo çima Xudê ferman da firîştên xwe ku sucdê ji bo Ademî bikin, li demê ku Xudê ferman dide. Bibe, dibe( kun feyekon). Tawûsê Melek, wek hizreka felsefî, ji aliyê wî xelkî ve tête peristin, yên ku bawerî bi rastiyê tînin. Êzîdî dibêjin ku bi tenê ew e gelê yekan e û hişyar ku, bawerî bi rastiyê anî. Herwesa hizra peristina Tawûsê Melek, mîna hizra pileya bilindbûnê di zanista ciwaniyê (sublime) de ye û yê baweriyê bi vê hizrê neyîne, nikare vê rastiyê jî bibîne. Lewre gelê êzîdî şiya vê rastiyê û vê hizra ciwaniyê jî bibîne.''



(bnr: felsefa ola êzîdiyan û koka wê), (bnr: pîr memo osman)



28.07.2013 07:19 | endazer

2. melekê tawus



28.07.2013 11:53 | arami

3. rêza min li hemû olan heye û bawermendên Êzidî jî birayên hêja ne, gelek ji wan hez dikim lê dengê teyrê tawis... ew qas bedew, ew qas spehî be û dengê wê jî ew qas pîs be.



28.07.2013 13:53 | parsek

4. navê wî yê din ezazîl e. yanî ezîzê îl.


Îl, di zimanên semîtîk de navê xweda ye. îl-lah (el-îlah); enlîl, ezraîl, cebraîl, îsrafîl, mîkaîl, derdaîl, Samuel, Emmanuel, îsmaîl, îsraîl, hansel, gratel.


ezîz tê wateya bilindbûyî, hatiye bilindkirin.

balkêş e, tawûsê Melek jî di nava milyaketan de yê herî ezîz e. û ji ber ku Fermana xwedê ya sicdekirinê ji bo adem, red dike, dibe berpirsiyarê mirovan. lê bereksê şeytanê dînên îbrahîmî, Melekê tawûs xebîs nîne. Ew fermana xwedê ji nefsmezinîyê red nake, li gor wî ti tişt hêjayî sicdekirinê nîne ji xeynî xwedê. Û di şûna cezayê de, xwedê berpirsiyariya mirovan Dide wî.



27.04.2021 01:11 ~2021.07.02 02:59 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» tawusî melek
» melek

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî