Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
wargeh - tirşik
wargeh
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di kurdî û kurmancî de ji bo cihê ku mirov lê disitirin û dihêwirin tê gotin.. xasma ji bo cihê ku xwendekar lê dimînin û koçber û penaberên ku ji bêgavî welatê xwe bicih hiştîn û lê hêwirÎn tê bikar anÎn.. yanî di berdêla peyva yurt û peyva kampê de mirov dikare vê peyvê bikar bîne.. ji bo nimûne: wargeha mexmûrê, wargeha ziya gökalpê, wargeha ehmedê xanî..



28.07.2013 05:46 | endazer

2. navê helbesteka şairê nemir ê kurd arjen arî ye.. cara pêşîn di kovara çirayê hejmara 5ê ya ku di bihara 1996an de li swêdê belav bûye de derketiye..



''Kî ye xwediyê van wargehan

û vî welatî

Destên xwe di nav porê min re dibe sir

roj ramûsanan datîne ser hinarkên min

di ber baskên pacê re çavan dinoqîne;

sihar ji paxila min der tê bê pêjin ...

di sira siharê de hilma axê divîbûm;

beytik divîbûm, dîk divîbûm

û ew bêhna çilo ...

guhekî min li dû bilûra şivên,

bi dengê rojê hildiçenim, looo!

bajar e birako.

sihara bajaran

naşibe xewn û xeyalên helbestkaran ...

ku lîstibûm li gasînên wê

bi xilçan, bi çavgirtînkê, bi çirrê ...

û berûyêk min lê çandibû ...

Çalê gundek e,

di zaroktiya min de ma...

vingûvala ne aniha

Cibiltînê, Xirbê Hinarê,Serê Kaniyê;

û Cinata te Miho!

Silêman! Çala te ...

de ... li xwe xe Sadûn!

ka li ku ma axatiya te?...

ev tirî, misebiq e,

rezvanê hoste kesax bike,

ma kî têr dibe ji tamê ...

ev kerkûş e,

gûnroj e Iibqurûş e...

û ev jî merzone ye,

rûmeta rezvanê çiyê,

tamekji dîroka keda me...

hesk derketine ji destên me,

kevçiyên dar, halet û gîsin ...

di kûra êgir de hesin me hilandiye.

ne..., karkerekî me bû Kawa?

navbêra herdu avan li der û dorê

ev qesr, pir ...avanî

hîmên pêşerojê ne,

ne..., da li ser bilind bûba dahatû?

nebêje çû nede dû!

ji Newrozê şerm bik û

ji wê girra xwe xwe a bi rik...

qewmekî perest û bi milk;

ev rik e..., ev dahfık? ...

veparime

û bipirse ji xwe:

-ka ez çi me?

bipirse:

-ka ez kî me?

û bipirse:

ên ji dûr hatî

an ez im xwediyê van wargehan

û vî welatî? ..''



28.07.2013 05:51 | endazer

3. cihên ku xwendekar bîranînên xwe yên li wir qet nikarin ji bîr bikin.

lê hinekan de serdestiya kûçikan heye ku xweşiya wargehê diherimînin.



28.07.2013 19:25 | simurg56

4. navê cûreyên deverên ku ev heft sal e ez tê de dimînim e. salên xwe yên zêrîn min li wargehên dewleta tirk bi ergenên faşîst î gêj re derbas kir. şikur ji xwedê re êdî li derdora min bêtir xwendekarên kurd hene.



29.07.2013 02:49 | filankes

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wargeh

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî