Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
hînbûna tirkî - tirşik
hînbûna tirkî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tiştek e ku ez li ser difikirim ku hîn bibim, lê nizanim êz ê pê çi bikim. carnan ez tiştan dibînim û fam nakim, zora min diçe, ji ber ku ez meraq dikim. lê jê wêdetir qet ji min re lazim nabe. bîr îkî ûc dör bes alti sekiz yüz kirmizi



07.07.2015 01:22 | hola êzîda

2. Weke jehrê ye ji bo kurdên li tirkiyê dijîn. Hema ev jehr bi wan bikeve êdî jê xilasbun ne pêkan e. Xwedê me biparêze.



07.07.2015 01:25 | azadixwaz

4. du rêyên hêsan hene,

her roj nîv saetekî darî rêzefîlmeke tirkî bike

here qendîlê an tu li ewropayê bî here li nav sazî û komeleyên nêzikî pkkê bigere.. li van deran yên ku bi kurmancî jî diştexilin bi mantiqê tirkî diştexilin, tu neelimî tirkÎ jî tu wê bizanibî ka tirkÎ zimaneke çawa ye û bi mantiqek çawa hatiye darêjtin..



07.07.2015 04:11 | endazer

5. hînkirîna zimanê hetanî meriv hîndike meriv dinya wî alî dibîne min li dibistanê hetanî pola çara jî hê baş hîn nebûbûm çeva polê derbas dikir ez jî nizanim. niha axaftin ne têda lê nivîsandina min ji ya tirka çêtire.



07.07.2015 14:33 | shorbevan

6. Tiştekî zehmet e bo min. min di zarokatiya xwe de ji mecbûrî televziyon tirkî temaşa dikir, tiştek jê fam nekir, heta îro jî dikeve guhê min ê rast û ji guhê çepê derdikeve. Û zimanekî pir bê aheng û bê awaz e.

Werhasil, ne wextê min jê re heye, û kara zanêbûna wê beramberî mesrefa hînbûnê kêm e.



07.07.2015 20:04 | hola êzîda

7. serê xwe neêşînin ji xwe ger hûn li Tirkî dijîn dê darê zorê we hîn bikin na hûn li tirkÎ najîn wê demê jî hewcê nake



08.07.2015 00:53 | gûndîyav

8. ez dibêm qey hêsantirîn zimanê cîhanê ye, bi saya serê kurdên me yên ji parçeyên dî yên kurdistanê fêr bûm ku meriv cîhde dikare hînî vî zimanî be

zimanê tirkî bi qertefan çêdibe ango qertaf tê dawiya peyvê û bi vî hawî peyvên nû tên afirandin, têgihîştina vê mantiqê pir basîd e lewma ger meriv piçek serwext bibe pirr bi hêsanî dikare hîn bibe



08.07.2015 01:29 ~01:29 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» hînbûna tirkî
» tirkî fikirîn û kurdî gotin

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî