Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
sibel can - tirşik
sibel can
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xewn û xeyala bavik, mamik ên kurd ên doxinsistok.



27.07.2013 23:56 | bazirgan

2. jina ku bavê min her dem û daîm wekî mînak nîşanê diya min dide ye.



28.07.2013 00:00 | bazirgan

3. bi qewlê başûriyan ve, sîbil kan



28.07.2013 00:04 | quto

4. lîstikvan , pêşkêşvan û hunermend ê tirke (bnr sibel can )



28.07.2013 05:26 | hêvîdar

5. ya ku kurd kêmasiya wê hîs dikin.

vîdyoyên ku ji pêşkêşiya slaytan pêk tên yên di youtube'ê de, kurdên me her tim wêneyên sibel can'ê jî dixin tê de û bi rengên keskesor jî dixemilînin. ez nizanim ev çi hezkirina sibel canê ya kurdan e.

yanî çavek pozê wê kesk, çaveke wê sor û ê din zer be, çî ye? ma ji bo kurd û kurdan qet nebe tiştek jî gotiye ku kurdên me ev çend jê hez dikin?

vê jinikê de tiştek heye lê min hê tê dernexist.



04.08.2013 03:16 | simurg56

6. stranbêja ku kes nizane bezê bin guhê bavê wê ji kû ye lê bi strana xwe ya bi navê berivanım ku ez ne xelet bim cara pêşîn di rêzefîlmekî ku li ser tore û edetên feodal yên li kurdistanê ya ji çav û perspektîva tirkên spî û oryantalîst hatî kişandin de gotibû cihê xwe hem di dilê kurdên bakur û hem jî di dilê kurdên başûr de xweş kiriye.. wek melûmê herkesî ye ku kurdên me bi taybetî jî yên navsere û demdagerayî hej jinên qelew û goştgirtî dikin heta niha jî dema bavê min behsa jinên ku li gorî qistas û krîterên xwe bedew û levhatî ne dike dibêje 'zend û navmilê wê nedighan hev' yanî ew qasî gir û bilind bû.. yanî yek jê eger û sedema eleqe û heyranî û hejêkirina zêde ya vê ciwanikê ya ji aliyê kurdan ve taybetmendiyên wê yên fîzyolojîk yên ku tam li gorî dev û gilêz û doxîna wan e..



04.08.2013 05:58 | endazer

7. gori pivanê estetik ê kurdan delale, xweşike, hespe ,hogire de bajo. . Lewre hêt û qamên wê çav û biriyên wê tam gorî devê mêrên kurdane. ji ber vê yekê min di gelek caran şûn şopa wê wek fenomeneke seksê li çavê kurdan de dit.icar ku hûn ne bawerbin li strane emin erbanî a ku ser vê hurmetê derxistiye guhdar kin. tişteki din ku hûn dixwazin gor ilmê seksolojiyê pivanên ecibandina jinan bizanin emin erbanî,mirado,bismilli zeko guhdar bikin.gotinê wan ne ji daxwazeke şexsî an fanteziyeke ezezî tê rast raste daberkiriana hiş û nêrineke kolektife ku navê vê kolektizmê civaka kurde veşartiye. helbet ev nifş ro bi roj kêm dibe berê me dikeve MArilyn more, angelina jolie ye.KEngê bavê me di şûna sibel canê de dil bijinda van hurmetan ew çax bizanin dawiya kevneşopiyê hatiye a modernizmek bi kul û derd destpêkiriye.



04.08.2013 14:52 | tivirloismail

8. xwişka beytocan e *



04.08.2013 17:42 | brusk56

9. li derveyÊ welat li rojhihata navÎn pir binavÛdeng e. ewÊn welatÊn wan derevan dibejin; antalya, ibrahim tatlises Û sibel can...



18.10.2013 02:05 | şoreşa penûsa kurdî

10. ya ku levên xwe bi peş ve dixe mîna zarokên xeyidî * nizanin çi xweşikbûna wê heye zilamên kurd bi teybetî yên niha 35-45 salî jê hêz dikin? pîrekên kurmanca hê jî dibêjin keça filankes weke sîbil can e *



06.01.2014 13:54 | gêjê

11. zehv rikê min vê jinikê tê nizam çima.
berê nava me kurmanca da zehv pesnê wê didan.
Tê bîra min cîya min waxta ku dihat pesnê jinekî bide, digo filankes weke Sîbel canê bedew e.
aha eva sîmanê wê ye *
kekê min jî digo eeyyyğ sibel cana qûn çêlek *



03.08.2017 15:04 ~2017.08.04 11:07 | bûtîmar

12. Kurd jinên jar zêde hez nakin, dixwazin jin hinekî qelew, gir be loma sibel can ber çavê wan de jina rêjeya zêrîn e (altin oran)

Yekî gundî me heye, jinekî xurt hez dike, jinik û mêrik gava ser romorkê traktorê de diçine zewiyê her derê bedena jinik dihêje, mêrik dibêje, xwezî traktor wergeriya xurto biketa ser min,



24.04.2020 20:47 | mîr

13. (bnr: jinên wek hespan)



03.08.2017 23:05 ~23:08 | serpale

14. Digel ibrahim tatlises li iranê pir meşhûr in.



04.08.2017 06:53 | cinorek

15. Stranbêjeke. Emînê erbanî di sala 2002 de Sîbel can li Mêrdînê di seta rêzefîlma berivan de ziyaret dike li ser vê mijarê de di mynetê de nûçeyek bi sernivîsa "doğunun Tarkanı emin arbani sibel can ile görüştü" derketiye Here lînkê
Her wiha emîn erbanî jî wek gellek kurda heyranê vê jinikê bû o ji bi wê stranek jî çêkir.




Peyvên stranê:

Eman eman lê Neman lê eman eman Sîbel can

Ax eman lê eman delala dilêm Sîbel can

Gava tu hatî Mêrdînê lê tu qlîba dikşînê

Wexta tu hatî ye Mêrdînê lê tu qlîba dikşînê

Te ez kuştim hal di min de Neman lê ez qurbana çavê şînê

Ax eman lê Neman delala dilêm Sîbel can

Dawet Dîlan geriya lo min jêr tembûr aniya

Govend dawet geriya lo min jêr tembûr aniya

Gava min xist destê wê lo kêfa Sîbel hatiya*

Gava min da mista wê lo kêfa Sîbel hatiya*

Ax eman lê eman delala dilêm Sîbel can

Sûka mêrdîn meşiya lo Meşa wê wek a horiya

Ê go li ba wê razê ser bextêm cinnetiya*

Ê go lo ba wê razê ser bextêm cinnetiya

Ax eman lê eman delala dilêm Sîbel can.

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



21.04.2020 17:44 ~2020.04.22 02:12 | f

16. Başûrî navê wê kirine sîpel.



31.08.2020 13:10 | ezcan

17. kalkê min gelekî hej wê dikir , çû ye ser dilovaniya xwedê.

jixwe mantixa kurda hemû yek e .
bila çavşîn be û hepkî qelew be bi bejn û bal û girs be jin jê çêtir tinne.
sîbel can bi temamî li gor van qanûma ye ez texmîn dikim gava kalên meyî anha xort bûn bêhemd lê diferricîn .



31.08.2020 21:15 ~21:15 | shwinsherm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sibel can
» canim

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî