1. nivîskarê nû yê tirşikê ye. bi navê wî meriv dibê êzidî ye. bi xêr hatiye. |
|
17.06.2015 15:29 |
berxweda
|
2. li gorî agahiyên profîla xwe, li berlînê ye. bi xêr hatiye. belkî yekemîn nivîskarê ji dîasporayê ye. |
|
17.06.2015 21:03 |
simurg56
|
3. nivîskarê dibe navê xwe şaş nivîsandibe rastîya wî ola êzîdîya be dibe jî kêfî jî wisa nivîsandibe werhasil bi xêr hatîye. |
|
17.06.2015 23:37 |
shorbevan
|
4. nivîskarê ku hêvî dike îslam jê re bêje "erê wê hemû mirov herin cinnetê. misilmantî, xweda, perestin û hwd. ne formalîte ye." |
|
19.06.2015 23:25 |
simurg56
|
5. Ew jî kurd e em jî kurd in.ol tiştekê wîcdanê ye.divê dev ji dijminetî ya islamîyetî berde.bila birneke pyd pdk mislimanin,gihane hewara şingalî.anha jî kampekê êzîdîyan sêrtê he ye.çi alîkarî destên me hatiye me ji bo wan kirye.me ne got ola wan ola şeytanî ye.(ku em zanin ne wisa ye jî)bi şexsîyeta xwe bila êzîdîyan ji çawên me reş neke. |
|
20.06.2015 01:00 |
ronahî
|
6. nivîskarê ji misilmana tije bûye hetanî qirkê lê mafdare xuyaye ku êzidîye û di vê ferqêdaye ku ezîdî û yahudî....heqê jîyanê tuneye ji wanra ji alî hinek misilmanada. |
|
20.06.2015 01:30 |
shorbevan
|
7. Hol Hola Siltan Êzîdê Sore |
|
20.06.2015 01:49 |
hola êzîda
|
8. Xuyaye ronahî ji min aciz buye. Eslê wê ji mala adiya ye |
|
20.06.2015 02:22 |
hola êzîda
|
9. Em eslî xwe inkar nakin.her derî dibijîn eslî me çîye ku bi vî jî serbilindin.lê dijminetîyan olan tukesî nayê ji êzîdîya qet nayê |
|
20.06.2015 03:12 ~03:12 |
ronahî
|
10. kê dijminatî kiriye vira? |
|
20.06.2015 03:19 |
hola êzîda
|
11. (bnr: don't feed the troll) |
|
20.06.2015 08:54 ~08:58 |
simurg56
|
12. nivîskarê ew ronahî, hogir elegez, aynştayn, simurg56 û çendhebê din jî hene navê wan nate biramin li gorî formatê na nivîsînin tu dibê qey hatine malpareka chatê ez cardin we nebînim ez bibînim ezê berê entryê we jê bibim paşê we girêdim çend dara li wexim û dawîya dawî ezê we sürgün bikim allah wekîl min acis nekin zû herin formata tirşikê bi xweynin. |
|
20.06.2015 14:56 |
shorbevan
|
13. troll e.îxtimalek mezîn êzîdî ninû û dike ku hesûdiyek di navbera kurdên misilman û kurdên êzidî derxine. |
|
20.06.2015 15:03 |
kaşanî
|
14. tirşikvanekî ku tim di destpêka nivîsa xwe de pênasek datîne, çawa format jê dixwaze. Lê mixabin ew ji aliye misilmanan bi trolltiyê û binpêkirina formatê tê sûcdarkirin. |
|
20.06.2015 15:04 |
hola êzîda
|
15. trooleke. armanca wî cûda kirina misilman û êzidiya ye. ev rewş ewqasî mezin bûye ku êdî kurd giş ketine min navê misilmanan. yanî li gorî wî kurd misilman in û ji xwe êzidî jî êzidî ne. |
|
20.06.2015 19:14 |
berxweda
|
16. Armanca wî qet ne trooltîye. Ma ev karê trollaye (bnr: lêkolînvan)? (bnr: ethnocentrism) |
|
20.06.2015 21:59 |
hola êzîda
|
17. dibe ku armanca wî ne trooltî ye. lê li gorî wî êzidî ne kurd in. û kesên ku wek wî nafikirin jî bandora barzanî mane. lê xelet difikire. ka ji mer bêje ezidî bi kurmancî diaxifin an na? an jî ji me re bêje têkiliya nijad û ol çi ye ? heke kurd navê ji piştî misilmanbûyina êzidî ye, wî wext kurdên ne misilman ( ne jî êzidî) kî ne ? |
|
20.06.2015 22:12 |
endazyar
|
18. Niha 4şem tv veke tu yê tiştna bibîne. |
|
20.06.2015 23:01 |
hola êzîda
|
19. nivîskarê nizane ku kurd neyarê hevin, bixwe bixwe hev di kujîn, kurdîstan kirine çar perçe, gelê kurd yê misilman jî yê ezîdî û yên din jî perîşan kirine... bes bira gazina bike em jî weka wîne ji misilmana tije bûne lê ka em çewa bikin.. hima bira ji bû xatir û qedrê melekê tawis, û şêx serfedîn û beyta laleş bike bira di tirşikêda propaganda ji bû perçebûna gelême neke kurdîstana çar perçe ew neke pênc şeş perçe. |
|
21.06.2015 14:46 ~22:25 |
shorbevan
|
20. Nivîskarê ku xêr hatiye * rengek nû ye bila herdem li vir be * |
|
21.06.2015 14:55 ~14:56 |
brusk56
|
21. Kêfa wî gelekî ji tirşikê tê. lê mixaben, ew rastî êrîşên tund û tûj tê (bnr: terora psîkolojî) ji aliyê tirşikvanên radîkal tê. |
|
21.06.2015 19:07 |
hola êzîda
|
22. li tirşikê bi kêfxweşî hatiye pêşbazîkirin lê ew bixwe ji sibeh heta êvarî êrîş û îftîrayên bêqalîte û bêbingeh dike. mirovan bi pedofîlî, kujerî û hemû tiştên din yên gemarî tawanbar dike lê yê gilîker dîsa ew bixwe ye. |
|
21.06.2015 19:37 |
simurg56
|
23. eger wî tiştek ji bêrîka xwe derxistibe, hingê ew neheqe. ê? |
|
21.06.2015 19:50 |
hola êzîda
|
25. rêvebiriya ku fermana vekişandina berî jin zarok kal û pîr dide, bi namûse. Ew kesên wan jin zarok kal û pîr diparastin jî bênamûsin? Dîsa dengê def û zirna Barzanîciyan hat haaa |
|
21.06.2015 19:56 |
hola êzîda
|
26. xwe ji tirşikê vedikişîne |
|
21.06.2015 20:03 |
hola êzîda
|
28. xwediyê zimanek dûrî rêzgirtinê ye û piraniya fikrên wî jî ji pêşdaraziyan pêk tê: |
|
21.06.2015 20:56 |
simurg56
|
29. - xwedê (eger hebe) xêra herkesî qebûl bike, bê firqiya dîn û hertişt. |
|
21.06.2015 23:40 ~23:49 |
hola êzîda
|
31. nivîskarê wî li halê wî bihêlin ew jî wekî meseleya mirîyaye dibêjin meriv çiqas mirîya mizdide hewqas tirra dikin ew jî ewe gere meriv zêde wî nede xeberdan. |
|
21.06.2015 23:57 |
shorbevan
|
36. xatirê xwe ji we hemiyan dixwaze. ji ber ku karekterê wî û vanê din qet bi hev nakeve. xeydok û dilmayînok û tirşok nahêlin ew rihetî karê xwe bike. hema tiştê herî kêm bila bersiva wî nedin û wi aciz nekin. (bnr: xwedê xeydoka nexeyidîne) |
|
22.06.2015 01:03 |
hola êzîda
|
38. merax meke me tû zaten sîlmîş kirî. |
|
22.06.2015 01:48 |
kaşanî
|
39. kaşanî, pêlava Duran Kalkan li ser serê te ye. û êzîdî cilsipî ne, tu jî bextreşî. me tenê pirsek kir meriv çawa hesab sîlmîş dike, pirsek normale, lê tu ne normale |
|
22.06.2015 02:03 |
hola êzîda
|
40. bi rastî jî nivîskare yan trolle, kî ye, heye yan tuneye, kurd e yan na, heta êzidî ye yan na nizanim... ez ji xwe gelek caran misilmaniyê rexne dikim, rexneyên min xweşa gelek kesan jî naçe, heta ji ber rexneyên min hêrsa gelek kesan tê û heqeretan jî ji min dikin. yanê parastina misilmaniyê ji min re nemaye. lê heya niha min kesek nedît ku wek vî nivîskarî rexneyên bê manê û ya girîngtir jî rexneyên nelazim dike. |
|
23.06.2015 15:44 |
nazim tolhildan
|
41. nivîskareke ku tiştek ji bêrîka xwe dernexistiye. eger rast derxitibe, bila tirşikvanên din li gorî formatê mijarê serrast bikin. ev ferhengek înteraktîv e. mijarên "bê mane" û "nelazim" hene di ferhengekê da? civat çi bêje çi nebêje, hola êzîda dimîne tirşikvanek azad. bila pkk di daxuyanîyek fermî di televîziyonê bide û bêje ku ew êzîyên ku îslamê rexne dikin qebûl nakin. wê çaxê gûftûgo wê bi awayekî din berdewam be. |
|
23.06.2015 16:15 |
hola êzîda
|
42. nivîskarek pir bi aqile lê pir ne bi mantiqe çavê wî timî li îbnetîyaye |
|
23.06.2015 16:21 ~16:46 |
shorbevan
|
43. îcar yekî ku pkk diparêze nikare îslamê rexne bike? (bnr: mafê azadiya derbirrînê) |
|
23.06.2015 20:24 |
hola êzîda
|
45. ji aliyê derqamij rastî rexneyên bêbingeh tê. behsa nasnameya xelkê dike. bûye wek tirkan, ku behsa nasnameya kesên ne tirk dikin. lo de ji her nasnameyê re rêz bigre, ew jî bila rêz ji nasnameya te re bigrin. û tu sax. rexne mafê her kesî ye, her alî ye. derbarê şeytên, derbarê ayetan, derbarê her tiştî de. |
|
23.06.2015 21:27 |
hola êzîda
|
47. zane ku ji vî zimanî re herwiha kurmancî jî tê gotin. û ji kurdên bi şeref û namûs hez dike. |
|
23.06.2015 22:48 |
hola êzîda
|
49. baş e qenc e lê zêde zêde zorê dide entryan yanê gelek entryên camêr ji eyar ketî ne, ne bo dêrê ne jî bo mizgeftê ne, bêhna trollî jê tê lê bila xwudê bi xêr ke* |
|
07.07.2015 00:09 |
ferhenga şikestî
|
51. êzîdî ye. ne erebe ne almane ne kurde ne tirke ne faris ne nizainim çi ye. ji ber vê jî ne bo dêrê re û ne jî bo mizgeftê re dibe. tenê ji qubê re dibe. quba xas û çakên êzîdiyan. ewê dîsa formatê bixwîne ji ber gilî û gazinên tirşikvanan ji wî hene. berxwedan jiyan e. |
|
07.07.2015 01:55 |
hola êzîda
|
52. potansiyela faşîzm û bêtehemûliyê ya di dilê gelek nivîskaran de derxistiye meydanê û daye ber tavê, bi kurmanciyeke fesîh dinivîse, çavkaniyên ku jê vedixwe -bi baweriya min- şêlo ne, cihê ku pal û pişta xwe dayê û xwe pê girtiye leq e lê retorîkeka wî ya xurt heye, dikare bersiva xwe bide.. |
|
07.07.2015 03:50 |
endazer
|
53. rebenê hêjî ji ştrê qey wîda ez moderatorim xuyaye jimin bizdîyaye lê ez jêra îtiraf dikim ez ne moderatorim û xwedê neke ez moderatorbim. |
|
07.07.2015 14:17 |
shorbevan
|
54. nizane derbarê çi de çavkanî jê tê xwestin. |
|
07.07.2015 22:39 |
hola êzîda
|
55. mafê wî ye jî xwe tenê êzîdî bibîne, eger heftêûheft bavê xwe ve êzîdî be. herwiha mafê wî ye, xwe wek kurd bibîne, eger heft bavê xwe ve êzîdî be. lê ew li ser eslê xwe dimîne û xwe kurd nabîne. |
|
08.07.2015 00:27 |
hola êzîda
|
57. ji gelekan re silavek taybet şandiye lê kesek xwe aciz nekir, tenê yek bersivên tûj dide û meriv mecbûr dike ku hîn tûjtir lê vegerîne. îcar pirsgirêk li aliyê kê de ye, hûn ji xwe re binirxînin |
|
08.07.2015 01:05 |
hola êzîda
|
58. Dema tê gotin êzîdî kurd in faşîst bun e lê dema ew bîjê êzîdî ne kurd in ne faşîsbun e.dema ew reşkirna islamê dike ne ecêb e.lê heman tiştî em bikin (ku xwedê ne ke) ecêb u şermekê mezin e.wele babo xweş bazar e. |
|
08.07.2015 01:11 |
ronahî
|
59. tu caran olên xelkê reş nake, tenê rexne dike. rexne kirin tiştek e û ji mafekî bêtir wacibek e civakî ye. û reşkirin û heqaret tiştek din e. eger yek entriyek hebe ku reşkirin tê de hebe, ez ê lêborîna xwe bixwazim. lê ez bawerim tune ye. |
|
08.07.2015 01:17 |
hola êzîda
|
60. rengekî cuda ye lewma jî ji hebûna wî kêfxweş im, ez hez nakim ku mîna zarokan serê carê behsa formatê bikim, mirûzê xwe tirş bikim lê ez çi bikim simurg56 axa ez kirime moderator lewma pêwîst e karê xwe bikim |
|
08.07.2015 01:25 |
ferhenga şikestî
|
63. ê hêdî hêdî entryên dijî formatê sîlmîş bike. sonra em ê bibînin ka moderator çawa konûşmîş dikin. |
|
08.07.2015 13:12 |
hola êzîda
|
64. nivîskarê ku hol hola wî ye, de lêxe hola êzîda. lê hinekî rehet, sakîn, aram. |
|
08.07.2015 21:01 |
xendekî
|
65. nivîskarê tiştina ji kîdera xwe derdixe nizanim. di vir elegez/71665 gotiye. peyva "ha" ji bo dewaran tê gotin. wele li qisûrê menere ê ev tişt hînî te kiriye dewar e. em heta ji dê û bavê xwe re dibêjin "ha yadê" "ha baba". |
|
08.07.2015 22:29 ~22:46 |
berxweda
|
67. tenê gotinên elegez derbarê "ha" û "dewar" vegotiye. ew ne gotinên wî bûn. |
|
08.07.2015 22:40 |
hola êzîda
|
68. nivîskarê ez êdî tenê nivîsên wî yên çandî dixwînim e. ji nivîsên din tenê îdeolojî û demagojî difûre. |
|
12.07.2015 17:15 |
berxweda
|
69. (bnr: don't feed the troll) |
|
12.07.2015 21:09 |
hola êzîda
|
70. trol e, ne trol e nizanim. lê ew nivîsa wî ya li vir hînbûna tirkî/71529 min dîtiye vir ve ji min re bûye kul û derd. kesê bi hawiyekî tirkmancî dibêje "li zora min diçe" bila nebêje ez dixwazim tirkî hîn bibim. jixwe an tirkî dizane, an jî li derdorek tirkî û kurmancî dibe çeqilmast maye. ma ne ku "zora min diçe" "zoruma gidiyor"a tirkî ye? |
|
13.07.2015 23:28 ~23:32 |
fethî ronî
|
71. nivîskarê carna bi peyamê xweyî bi meriv dikene û silava xwedê ji meriv kêm nake xwedê pêxember jê razî. |
|
13.07.2015 23:54 ~2015.07.14 00:00 |
shorbevan
|
72. Nivîskarê ku nifşa bavê wî hemû tirkî zanin. Lê ew li almanya mezin bûn, tirkî nizanin. Lê dibe ku bandorên tirkî li ser zimanê me hebe. Ma ne berî 30-40 sal em jî li wê cihê we ya niha bûn. |
|
14.07.2015 01:06 ~01:15 |
hola êzîda
|
73. nivîskarê xwediyê helbesta axa çû. |
|
14.07.2015 23:40 |
hola êzîda
|
74. Nivîskarê ku Da'wa modaratoriyê dike. divê yekî êzîdî jî bibe modarator. gelo dê misilman wî bikin modarator? |
|
15.07.2015 00:21 |
hola êzîda
|
75. nivîskarê pêwiste dilopek av bi devê wî nebe. çima? heq nake.inca radibe ji me dewa moderatorîyê dike jî bû bibe moderator gere di qûlika derzîyêda derbas bibe an heft teşt nanê tendûrê bixwe... wisa rihete qey bûna moderatorîyê. |
|
15.07.2015 01:31 |
shorbevan
|
76. niha bûye moderatorê tirşikê. destxweşiya hemû tirşikvana dike. hûn her hebin. |
|
15.07.2015 22:56 |
hola êzîda
|
77. nivîskarê ku hê shorbevan nasnake tê pêra kapa daveje tiştê jê hîn dike dilê wî heye bi faîz bidê.. |
|
16.07.2015 21:56 |
shorbevan
|
78. nivîskarê ku dipirse: wax, çi bi vî shorbevanî hatiye? |
|
18.07.2015 14:26 |
hola êzîda
|
80. pirr beredayî ye.. |
|
29.07.2015 14:30 ~14:32 |
ferhenga şikestî
|
81. nivîskarê ti sebr û tebata ferhenga şikestî nehiştîye edî ferhenga şikestî pîyê xwe li mesê xistîye ti pêvajo nehiştîye û ferhenga şikestî rast dibêje em li pişta wîne bê mehne bira hola ezîda rexne bike lê belê heqaret neke. |
|
29.07.2015 16:02 |
shorbevan
|
82. nizane çima ewqas kurd ewqas bi hêrs in, yaw. ez bawerim wan ê min bixwara. hola êzîda niha fam dike çima êzîdî wek êzîdî di nav kurdan de nikarin bijîn û tim reviyane. |
|
30.07.2015 13:43 |
hola êzîda
|
83. hêrsa çi halê çi? û reva çi halê çi? |
|
30.07.2015 18:02 |
ferhenga şikestî
|
84. aresto momentum! riya merlîn, berçavka miyazaki! wey lo lo hun li vir çi kirine law! tofan li vira rabûye, ecêb e carekî jî çavên min li vir neketiye. minê bigota ka vî tirşikvano li van rojan nigên xwe li malperê nade qey, çi li serê wî hat ma mere ji ber xatirê silav jî nade! eyb e lo, hinek fedî bike. * |
|
17.09.2015 01:50 ~01:52 |
biruya hayao miyazaki
|
85. misilmanê bira min ji dîn û îman dernexe... |
|
25.09.2015 21:58 |
shorbevan
|
86. duh li mijara 24.09.2015 li hecê mirina 700 heciyan wisa henekê xwe bi mirina 700+ kesan kiriye; |
|
25.09.2015 22:11 ~22:16 |
simurg56
|
87. Derbarê qezaya hecê de ne henekê xwe bi qurbaniyan kir, lê rexneyek kir. Heta îro ji me re dibêjin şeytanperest û diherin li hecê keviran diavêjin ji "şeytanê me", û ji dêlva hecî mesrefa xwe bidin qurbaniyên daeş, û Siûd A. Jî wan cadirên li hecê têra milionan însanan bidin pênaberan, binêrin çi dikin. |
|
25.09.2015 23:07 |
hola êzîda
|
88. dixwaze hin nêrîna xwe derbarê tawanbariyên sîmûrg56 yên pir giran bibêje: |
|
26.09.2015 13:40 |
hola êzîda
|
89. di vê peyama xwe de (vbnr:hola êzîda/76838) çi qa gotinên beredayî kiriye, ew xwe nizane. divê di serî de fêhm bike têgeha "şeytan" a di îslamê de û têgeha "tawisê melek" ne heman tişt e. divê mirov binêre felsefeya herdu olan. di felsefeya îslamê de şeytan ew tişt/kes e ku li hemberî xwedê serî hildaye û berê mirovan dide nebaşî û xirabiyê. lê di felsefeya êzidîtiyê de tişteke din e, alîkarê xwedê ye, melekê herî mezin e, baş e, têgeha başiyê ye. du tiştên cuda ne. |
|
26.09.2015 13:58 ~13:58 |
xendekî
|
90. zilam di peyama xwe ya ewil de îroniyeke xweş û baş kiriye li ser tawanên şeytanperestiyê yên silmanan. pêşî qala nebaşiyên qraliyeta siûdê jî mîna îroniya xwe bikira wê çêtirîn bihata fêmkirin lê car din jî li wir tiştên nayê fêmkirin çi ye, nizanim... ha pareziya xwe ya li hemberî sîmûrg kiriye, bi ya min jî ne baş e. tenê navê wan hevpar e. HATİYE GOTİN; têgih û peywir û hebûnên melek tawisî û şeytên ne yek in, û gelek ji hev du cuda ne. mixabin xuya ye ku mêrxas hola êzîda mÎna silmanên nezan (ji dûrî wî) ketiye şibandina wan her du afirîdeyân. divê li ser vê yekê xweş û baş bifikire. bi dilgermî. |
|
26.09.2015 15:03 ~15:05 |
biruya hayao miyazaki
|
91. Kesê ji ku dera xwe dibêje û ji ku dera xwe dibihîse ne aşkere ye. (bnr: hola êzîda/76838">hola êzîda/76838) |
|
26.09.2015 15:28 |
azadixwaz
|
92. eger behsa şeytên dike, gorî têgihiştina wan kesan ên ku ew behsa wan dike, dike; jo bo ew têbigihêjin. yanî ne gorî têgihiştina êzîdiyan ji wan re behsa tawisî melek dike, ji ber ku wê çaxê ji xwe ew tênagehêjin ji ber ku ew naxwazin têbigihêjin. |
|
26.09.2015 16:01 ~16:36 |
hola êzîda
|
93. bila hola êzîda va provokasiona barde. ez dixazim bêjim ez jî êzdî me. dîne min minra ye dînê kurd-bisilmana wanre ye. gereki bîra neke îro pkk aliyê êzdiyada ye. hata pkk hebe em gerek bona xatirê pkk dijî kurda xever nedin gerekî em ji pkk ra bêjin bona safîkirnê. |
|
29.09.2015 01:53 |
ded hesen
|
94. êzîdîyê hêjayê ez bi vê peyama wî ketime gumana gelo rastî wî nivîsîye.. gelo ez bigrîm * /83702 werhasil ez çepik û piştgirî didimê.. |
|
13.01.2016 00:20 |
shorbevan
|
95. nivîskarê ku hê ferqên di navbera olan û neteweyan de nizane ye. (bnr:/88594) |
|
25.04.2016 11:48 ~11:48 |
nazim tolhildan
|
96. tirşikvanê ku ferqa ol û netew dizane, jiberku ne ewqasî jî bê aqile. û herwiha dizane ku gelek car ol netewan dike netew. mixabin gelek mirov fêm nakin. pirsgirêk dîsa jî tune, kî bixwaze lêkolîn bike, zanyarî pêşketiye. herkesekî dikare bixwîne. |
|
25.04.2016 20:05 |
hola êzîda
|
98. Nivîskarek êzidî ye lê belê kurdî dizane * |
|
28.08.2016 21:26 |
biaqila malê
|
99. Nivîskarê ku kengî peyamên wî dixwînim bi dengekî eşkîna dikenim û dibêjim lol * |
|
28.08.2016 22:10 |
biaqila malê
|
100. Here lînkê |
|
02.03.2021 03:46 |
heval.js
|
101. Nivîskarên ku piraniya peyamê wî li ser reşkirina kurdê misilman e, her tişt aliyekî cihên ku mafdar e jî hene, wek hin fermanên ku ji aliyê kurdên misilman hatibin kirin. Lê ev nayê wateya ku hemû kurdê misilman tawanbar bin. |
|
13.08.2021 12:50 ~12:50 |
merwano
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |