Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
instagram.com - tirşik
instagram.com
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. malpereke medyaya sosyal e. endamên malperê bi rêya malperê û hastagan wêneyen xwe parvedikin. tiştê ez dibînim di nav kurdan de zêde nayê bi kar anîn ango em wêneyen xwe bi rêya dîwarên malan parvedikin ne di dîwarên instagram minstagraman de.









27.07.2013 22:24 | seydayê_peyvan

2. Aplikasyona ku him di androidê de û him jî di iosê de mewcûd e. Bi saloxan dibêjin ji aliyê bikarhêner û parvekirinan ji tivitterê mezintir bûye.



25.12.2014 23:50 | seydayê_peyvan

3. şaxeke din ya medyaya virek e ku qet nebûme endamê wê. qene hê nizanim zêdehiya wê ji facebookê çi ye. tenê zanim ku piştî popûlerbûna wê herkes xwe wênekêş û fotoşopker dibîne.



25.12.2014 23:55 | simurg56

4. du hisabên kurdî hene ku gelek kêrhatî û xweş in.

1. @wejeyacihanebikurmanci Here lînkê
peyvên ku li ber fonên xweş dinivîsînin bi xwe -reng e ji tirkî- diwergirînin. kêfa meriv jê tê.
min nuha hisabê wan a faceê dît: Here lînkê

2. @ferhengio Here lînkê
ferheng e û peyvan li fona xêzên vektorî dinivîsînin.

di van rojan de gelek çalak in. hêvîdar im ku mîna hisabên din ên kevn ên ku demeke çalak dibin lê dawiyê dev ji weşaninê berdidin. divê ev hesaban bibin kolektîv ku emirdirêj bin an na bi destekî nabe.



10.12.2017 13:44 ~13:45 | biruya hayao miyazaki

5. bihaya firotina wê 100 mîlyar dolarê derbas kiriye. ç'îşê min e!



28.06.2018 16:34 | biruya hayao miyazaki

6. Hama bêje hemî hevalên min vê jehrê rexne dikin. Dibêjin her kes jiyana xwe ya rojane û taybet Parve dike. Ez jî bi kar tînim lê ez sepana wê ji telefona xwe jê dibim bi qasî mehekê şûnde dîsa bar dikim rojek an du roj lê dinêrin û dîsa jê dibim. Belkî du sal in ez wisa bi kar tînin.
Min behsa hevalên xwe kiribûn. Wek min got min ên ji derûdora hevalên xwe yekî/ê nedîtiye ku rexne li bikarhênerên vê sepanê neanîbin lê mixabin ew hemî rexne dar bixwe her roj ji hikayeyan jiyana xwe ya rojane û taybet Parve dikin. Pirr dikenin.
Belê maden ew bixwe dikin çima rexne dikin? Çimkî ev jehr e ketiye di nav damarên her kesî/ê û her kes dizane ku parvekirina jiyana taybet ne tiştekî qenc û rast e lê ew bixwe nikarin Parve dikin paşê rexne dikin ji bo ku nîşan bidin ku ew cuda ne, taybet in ne mîna xelkê ne. Keçik diçe şanoyê Parve dike, çimkî Parve neke kes nizane diçe şanoyê. Destê wê birîn dibe Parve dike çimkî dixwaze her kes eleqe pê nîşan bidin û berra xwe taybet hîs bike. Diçe betlane, konser, spor hwd... Her roj Parve dike law diçe derve pêl li pêlan dike dîsa Parve dike. Çimkî ew hay jê heye ku ji demsalan payîz e aniha û ew loma xembar e hestyar xelk hay jê hebîn ew cuda ye.
Mixabin hûn ne cuda ne wek cotikan hûn ji heman zikî welidîne.



30.11.2019 23:13 ~23:15 | ferhenga şikestî

7. Malpera/sepana ku bi rastî wekî jehr e. Meriv bi xwe re da dide û barnade. Carinan dema dikevinê hema bi seetan li wêne û vîdeo û çîrokên (story) xelkê dinihêrin û bi demên wan ên xweş dihesîdûn lê xîret nakin derkevin derve roja xwe bixwe xweş bikin.

Ez bixwe jî bi kar tînim lê di hedê xwe de û bi pirranî ji bo peyam şandinê.



30.11.2019 23:23 | xelîl

8. Malpera ku ego û xweperestina mirovî/ê radike asta jorîn. Ez bixwe tenê ji bo hinek malpera dixebîtinim.
Ji bo temaşe kirina videoyên kurdî, malperên çand û hûnerê ji bo şopandina malperên girêdayî karê mirovî pir xêra wî çêdibe.



30.11.2019 23:29 | azad30

9. piştî 2011an min dev ji karpêkirina facebookê berda. hewce nake, mîna bazara sêşemê ye, her kes û her tişt li her derî ye. lê cihê xwe berda instagramê. şukir min ew jî gav bi gav ji jiyana xwe hindiktir kir, dûr xist. niha li dora twitterê ye. bêhna min ji xelkên egosantrîk teng dibe. tenê tê de rûpelên gelek xweş û kêrhatî hene ku mirov bi şopandina wan kêfxweş dibe, agahî û zanyariyên xwe pê zêde dike. tenê youtube ji wan cihêtir e. li wir nas û meriv, heval û hogir tune ye.



30.11.2019 23:39 ~23:40 | biruya hayao miyazaki

10. malpera ku wisa xûya dike ku dawiya wê hêdî hêdî dibe weke facebook'ê.
malperên wisa ger gelek kes parvekirinan bike xweş e. lê aniha hesaba min de nêzikî 500 kesan heye. lê 450 ji wan tenê temaşe dike. 40 ji wan mehê carekê wêneyek parve dike. en mayî rojê 10 caran tiştan parve dikin. ji ber wê jî êdî mirov êdî naxwaze, ew kesên ku dixwazin hema çava hemû kesî herdem li ser wan bin bibîne.

ji xeynî wê jî hinek hesabên ku aîdê hevalekî ye lê reklama karê xwe dike bêhna mirov pir teng dike. welhasil, tama wê her ku diçe direve bawerke..



01.12.2019 01:22 | brusk56

11. di van rojên karantînayê de herkes, heval û hogir, meriv û nas vîdyo û wêneyên xwe yên nançêkirinê tê de parve dikin. tê bêjî ji xelayê derketine emirdirêjno. ya ecêb gelek ji wan digotin nan ji bo siheta mirov nebaş e û dev ji xwarina nên berdabûn.



19.04.2020 16:21 | biruya hayao miyazaki

12. kêf dike.



10.02.2021 22:17 | hueyn

13. Sepana ku min îro girtîye. Diz e. Gava pêl sepanê dikim piştî yek du vîdeo dibînim nîv saet derbas bûye. Bi vî wext virt û vala dawî dibe.



08.04.2021 10:59 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» instagram.com

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî