Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 48 peyam
gurê manco - tirşik
gurê manco
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Têgehek e kû cara pêşiyê min di pirtûka Fewaz Husen ya bi navê Barê Şevê de bihist.. Min ji çend hevalan pirsî lê ti kesî nezanî ka wateyawê çî ye.. Hin hevalan jî gotin ev têgeh li aliyê Dêrikê tê te bi karanîn..



27.07.2013 22:19 | nan û av

2. ew ez im.



27.07.2013 22:28 | gurê manco

3. gurê mahco, li cem me Mêrdiniya jî dihê bikaranîn. zaroktî gava diya me çavên me ditirsandin digotin "wa gurrê mahco hat wê we birrevîne yan bixwe" , tiştekî weke pîreboka ye herhalde lê ez hîn jî jê ditirsim gelo ew peyva "mahco" ji ku hatiye?



27.07.2013 23:05 | felek

4. motîfeke tirsehêz yê çanda kurda ye. gorî ku dibêjin zilameke pir qirase bû û jê re bi vî awayî dihate gotin lê bi demê re her ku çû û bû (stûr: xewreşka zarokan) ku dema ranedizan dayîkên wan digot: "wê gurêmanco were te!" û wan radizandin. lê bûye karektereke lîstikeke zarokan ya bi̇ NAVê " (bnr: hÊza zarokan)" ku (bnr: navenda çand Û hunerÊ ya bihar) derandiye. Ev jÎ dÎmeneke ji wÊ lÎstikÊ ye.

gurê manco ya hêza zarokan



)





/ ev girêdanka vê lîstika zarokan e... Sêrbaş!



24.09.2013 23:01 | shanogero

5. Wekî esker û polêsan nebe jî, zirava zarokên kurda diqetîne.



25.09.2013 00:37 | seydayê_peyvan

6. yek ji fîgûr û motîfên tirsê yên çîrokên kurdî ye.. wekê din;



(bnr: dêwê heftserî)

(bnr: hûtê heftserî)

(bnr: cazû)

(bnr: pîrebok)



25.09.2013 01:29 | endazer

7. fîgûreke mayîn ji serheda rengîn;



(bnr: gurê dîdo)



25.09.2013 01:34 | serhednişîn

8. kuro min navê gurÊ manço bihîst purta min bijû bijûyÎ bû *



lê ji ber ku em serhedê jê re dibêjin gurê dîdo, gurê manço tenê bariş manço tîne bîra min. jixwe simbêl û minbêlên wî jî wekî pûrta ber devê kuçika li kêleka devê wî de xar dibû...



25.09.2013 01:40 | nîgarvan

9. biweşekî serhedî....



28.09.2013 22:03 | hozanagirîn

10. Cenewarê xewnên meyî zarokatiyê “Gurê Manco” . Ya Xwedayê Mezin me çi ji destê vî gawir bavê “ Gurê Manco” kişand û me çi ne kişand.ji tirsa vî mîratî re , em nema diwêriyan ku bi şev derkevin rehetxanê , çewa li me dibû sibeh xwedê tenê pê zane.Me ji tirsa vî gawir bavî re nema diwêrîbû 100 mîtro ji malê dûr biketana.



Wê bê bîra we jî , dema ku em diketin nav livînan xeyal û lîstikên me destpê dikirin û çend saetan dewam dikirin.Diya me jî li ser serê me û me dixist xewê.



- Tu hîna ranezayî emir qesifyo ?

- Na yadê xewa min nayê

- De bitemir ku em ji te xelas bibin.

- Yadê ma xewa min nayê, tu ji xwe re razê.

- Kurrê min wellehîn tu ranezê wê “Gurê Manco” were te.

- “Gure Manco” kî ye yadê ?

- “Gure Manco” , gurekî meezzzine , lêvek wî li erdê ye û lêva vî yadin jî li ezmanaye , diranê fîq û herdem xwîn ji ber diranê wî diherikin , çavên wî wek cîncoqê dibiriqînin û wek xwînê sorin.Zarokên ku bi a dê û bavê xwe nekin wan digrin û dixwin.

- Temam Yadê ji bo xwede bila neyê va ez razam.



Roj ew roj e Gurê Manco hat û bi xewn û xeyalên me de rît. Erê îja xewn û xeyal çûn man lîstikên li nav erdan û li kûçan. Roj dîsa roja dawiya heftê hat , heval hatin li derî xistin emê herin nav erdan - bi gokê ,dar û qîtikê , zimba û gelek lîstikên din hebûn navê wan nema tên bîra min - emê bilîzin.



-Yadê va ezê herim nav erda ji xwe re bilîzim.

-Na kurrê min ner.

-De yadê hii hevalên min hatine emê herin zû werin welleh.

-Temam her , hima tu dur nerî , ”Gurê Manco” zarokê tenê dibîne , wan digre û dixwe.



De yabo îja wer û her bilîz. “Gurê Manco” bi lîstikan jî de rîtibû .Alla Wekîl ji tirsa wî kafir bavî jiyan li me herimî bû.*



01.11.2014 21:08 | xwelî li ser

11. gurê ku li ba me tune bû û loma zarokatiya min neherimandiye. heta navê wîî ji min re sempatîk jî tê )



01.11.2014 22:33 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
threads [1]
Hevqedera tirşikê ye bawer kim. Nişkave bilind bû paşê nişkave têk çû....
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
belki ev jî bala te bikişînin
» gurê manco

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî