Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 41 peyam
tûz xûrmatu - tirşik
tûz xûrmatu
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê navçe û deverekî ye li parêzgeha selahaddîn ya bi ser îraqê ve.. (bi tirkmanî; tuzhurmatu, bi azerbeycanî; tuz xurma, bi îngîlîzî; tuz khormato an tuz khurmatu navê navçeyê li gorî wîkîpediya îngîlîzî bi eslê xwe bi turkmenî ye û ji sê peyvan pêk tê; tuz (dusty, xwelî û xubar, toz), khorma (dates, xurme), and tau (hill/mountain, gir û banî û çiya) yanî dusty dates hills (girê bi xwelî û xubar yê xurmeyan), li gorî wîkîpediya soranî jî; navê navçeyê bi eslê xwe bi kurdÎ ye; ke nawe rastîyekeyi be kurdî xûrmatuwe û katî 'usmanî wêjeyi tûzî xiraye pêş (navê rastî ya navçeyê bi kurdî xûrmatû ye dewra dewleta osmanî de peyva toz jî lê zêde bûye)

bi qasê 70 km dikeve başûrê kerkûkê û 170 km jî ji bexdayê dûr e, ez ne xelet bim berê ev navçe bi kerkûkê ve girêdayî bû, paşê ji kerkûkê veqetandin û bi selahaddînê ve girêdan, wîkîpediya soranî jî dibêje ji berê de ev navçe ser bi kerkûkê ve tê hesabê, dîsa li gorî wîkîpediya soranî dibêjin pirraniya niştecihên navçeyê kurd û turkmen in, lê wîkîpediya îngîlîzî dibêje 70 ji sedê nûfosa navçeyê turkmen in lê li navçeyê nÛfoseke berkeftî (large minorities) ya kurd Û ereban jî heye.. ev çi qas e di nûçeyan de navê navçeyê bi êrîşên xwekujî derdikeve.. gava dî min nûçeyek xwend dibêje ekÎba nurî el malîkî ya di hikûmeta îraqê de bi serê xwe ev navçe kiriye parêzgeh, dîsa di nÛçeyê de dibêje berê jî ereb û turkmenan hewl didan ku navçeyê bikin parêzgehek lê nûfosa kurd ya li navçeyê di ber de derdiket..

wextekî navçe ketibû destê daîşê de, lê niha di destê kê de ye xwudê zane..



22.05.2015 22:03 ~22:04 | endazer

2. Navçeyeka ji deverên Kurdistanî yên derveyî idareya Kurdistanê ye. Ji 23ê nîsanê ve şer û pevçûnên dijwar di navbera pêşmergeyên Kurdistanê û çeteyên şîe yên bi navê heşda şe'bî de diqewimin. Di encama şer de heya naha 6 pêşmerge şehît ketine û nêzîkê 20 çeteyên Heşda Şe'bî sekitîne..

xwedê li hember van cehşan çeka pêşmergeyên Kurdistanê xurt ke. Bi izna xwedê û bi hêza pêşmergeyan wê ev kûçikên îranê ji axa pîroz a Kurdistanê bêne avêjtin...



25.04.2016 21:00 | nan û av

3. piştî bobelata Kerkûkê, li wir jî Tirkmenan êrîş dane li ser malên Kurdan û şewitandine.
Kurdan malê xwe terk kirine û wisa canê xwe xilaz kirine.

Here lînkê



17.10.2017 03:35 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» tûzik

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî