Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dünya tv - tirşik
dünya tv
(5) (4) (3)
di mijarê de bigere

1. yekemîn televîzyona taybet ku bi kurdî weşanê dike li tirkî. navenda televîzyonê li dîlokê ye. û di bin banê samanyolu yayin grubuyê de weşanê dike.



26.07.2013 23:11 | seydayê_peyvan

2. Televîzyona Fetûllah Gulenê ye. Xwe mîna ji me nîşan dide lê televîzyona neyarê ye. Bila neyê temaşekirin



27.07.2013 01:49 | ramanwer

3. televîzyona cemaeta fethullah gülen e.. lê bernameyên gelek xweş yên wêjeyî û siyasî û derheq hÎnkirina zimên de tê de hene.. eger ew çend bernameyên ku ji stv û kanalên din ên cemaetê distînin û werdigerînin kurmancÎ jî nebûna min ê gotibûya kanala herî serkeftî ye di halê hazir de.. heta kurd 1 hebû wekê ji navê xwe jî diyar bû kanala yekem û serkeftîtirîn bû li ber dilê min di nav kanalên kurdî de lê niha ji bo vê meqamê ez tu kanalan mûnasÎb nabînim..



27.07.2013 19:33 | endazer

4. Ji bo asîmîlasyona kurdan vebûye. Cemaatê Fetullahê ji kurdan re qencî qet nayê.



27.07.2013 19:44 | keçkacindî

5. ne yekemîn televîzyona taybet ya kurdî weşanê dike, ye. ji ber ku yekemîn televîzyona kurdî ya taybet kurd1 bû.

camêrê di vê televîzyonê de dersên kurdî dide, bi rastî jî serkeftî ye. lê qenal bixwe stv ya dublajkirî ye.



27.07.2013 20:26 | simurg56

6. camêrê ku di vê kanalê de dersê dide navê xwe nezir gümüş e û berê li cizîrê dema ku ez diçûm dersxaneyê di dersxaneya surê de niha navê wê bûye dersxaneya femê mamostetiya zimanê tirkî dikir.. hê hingî jî di ber dersê re zimanê kurdî û zimanê tirkî hevber dikir û bi nimûneyan dewlemendiya zimanê kurdÎ şanî me dikir û ji helbestên melayê cizîrî û ehmedê xanî û feqiyê teyran û eliyê findikî ji me re beyt dixwendin.. yanî dikarim bêjim ku yekem mamosteyê min ê kurdî ye..



27.07.2013 20:34 | endazer

7. her çiqac bernameyek-didu ê baş hebejî, bi giştî netûye! Kurdên li vê dinyayê ewqas çavtirsî bune bestir nayê ditiîn kû, hewil didin kurda bi dinya din jî çav tirsî bikin. yekemîn armanca qanalê eve.Kurdên gûneh jî rudinin, temaşe dikin û salavat dikşînin. merîv dikari bêji ev tv, ji kurdistanê zêdetir li ser kurdê anatolîya tesîr dike.xwedê bela xwe bide wan kesa kû ê olê diki polîtîka xapandin û mûnafiqîye!



27.07.2013 21:10 | urartu3000

8. televîzyona ku min nû bihîst ku li dîlokê ye. 2 sal in li dîlokê me hê rastî tu dewsa wê nehatime, ya sosrettir: ez hema bêje hê li sûka dîloka heram rastî mirovên kurdî-axêv nehatime. loma ji xwe re dipirsim, ji bo navenda televîzyonek kurdî ma çima dîlok?



27.07.2013 22:43 | simurg56

9. Zilamekî ku bi navê "mêvan" bernama çê dike. Ez jî qanalê hez nakim lê ew bernama bala min dikşîne.



27.07.2013 22:57 | kurdmisê

10. televîzyona ku navê wê bi tirkî ye.* ewqas jî samîmî ye.



19.08.2013 21:54 | simurg56

11. cemaeta fetocuya ber di samanyolî de bi tirkî ji kurda ra didan xebera niha jî bi kurdî.



19.08.2013 22:21 | newenda

12. tv'ya qiseyê fethullah gûlen û reklaman bi tirkî weşan dikin.dublajê xwe ji bo rêzefîlmên stv'yê vala xerc dikin.



20.08.2013 13:28 | bayesar

13. ji bo asÎmÎlasyona kurdan vebÛye. kurdên ku bi imc tvyê asîmîleyÊ tirkî bÛyîn cardin dike kurd.

her çiqas ez dijî kanalÊn fethullah gulen bim jî ev kanal xweş e. especially, çendÎn bernameyên wÊ yÊn edebÎ hene ew pir cuda ne. her kî ku bîstikek xizmet ji kurdî re dike divê em destÊ wan maç bikin. emma welakin karên din ên cemaata fetullah gülen ne ji xêrê re ne. ez şaş dibim wî çawa musaade daye vÊ televîzyonÊ...



15.09.2013 17:59 | cinorek

14. kanalek ya cemaatê ye.kengî ez rastê bêm bernameya werzîşê li ser heye.nizanim gelo ev bername evqas zêde tê temaşe kirin ji bo wê dubare dikin an bêbextîya min e.niha jî li ser rewşa rîhaspor ê a di lîga ptt deye diaxivin =)



22.01.2014 21:15 | feqiyêteyran

15. tê de bi navê rû bi rû bernameyeke xweş heye.. bername li nivîskar û rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ên ji her parçeyên kurdistanê dibe mêvan û çîrok û serpêhatyên wan ji dev û dengê wan radigihîne.. camêrekî bi navê nevzad keskîn bernameyê Çêdike û birêve dibe..



08.06.2014 23:02 | endazer

16. karekî baş dikin, kilamê xweşavaz diweşîn e. Hew qisurek wê he ye fîlmê 'ashabi kehf-heft hevalên sikeftê' du roja carekî diweshîn e:/



06.09.2014 19:27 | serpale

17. Bultena nûçeyan naweşînin. Yan jî qet rastê min nehat



06.09.2014 22:07 | mîr

18. ji zû ve ye ez ji televizyonê dûr ketibûm. jixwe li malê ji xeynî dêûbavê min herkes mijûlahî û sebra xwe bi telefûn û kompîturê dianîn. piştî ku min televizyoneke nû kirî, qenal û qenalokên kurdî bala min kişandin. nexasim li turksatê bi dehan qenalên bereday ên kurdî hene ku bes karê wan firotina hingivan e. heke ku ew qenalên hingivfroş jê derxin û ji ber ku ji xeynî nûçeyan tişteke din lê nîn e stêrk/rûdaw filan bêvan jî derxin hewcehiya mirov bi qenalekê dibe ku lê bernameyên taybet, fîlm û belgefîlman temaşe bike. di vî warî de jî her çi qas ku bi destê xayinan ve hatibin vekirin jî trt 6 û dunya tv bi pêş dikevin.rojên septan melayeke zoqeydî lê ye ku dêûbavên min ji bernameya wî têr nabin



28.12.2014 20:39 | oxir

19. Navê trt 6 ê hate guhertin û bû trt kurdî navê vî qenalê jî bihata guhertin baş dibû. Ji ber ku ev nav ne kurdî ye.



11.01.2015 13:52 | mîr

20. Qenala nuçeyên samanyolu tvyê rasterast û bi tirkî dide.



11.01.2015 13:59 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dünya tv

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî