1. mûzîsyen û awazdanereke tirk e, sala 1969an li enqereyê xwudê daye, kurê dêûbaveke dîplomat û endazyar e, hêj di temenê xwe yê biçûk de ji mamosteyên bijarte dersên taybet yên piyano û kemanê wergirtiye, li enqereyê çûye konservatuwarê (peymangeha mûziqayê), terzê mûzîka wî mûzîka new age e, ji bo gelek fîlmên sînemayê, rêzefîlm û belgefîlman mûzik çêkirine, wekê pirraniya mûzîkên bi terza new age di mûzîkên vî camêrî de jî hizn û hizur bi hev re tên dîtin, ji milkî ve bêhna mirov fireh dike, ji milê dî ve jî mirov dixe di nav hizn û melankoliyê de.. bi navê hamamda ilk gözyaşları (hêsirên pêşîn li serşokê) mûzîkeka wî ya gelek xweş Û popûler heye, lê wekê dî bi navê kollarında ölmek istiyorum (min di divê di nav destê te de can bidim) û bir ceylanın kalbi (dilê xezalekî) gelek mûzîkên wî yên xweştir jî hene ku hêj zêde xebera tu kesî jê nîne.. |
|
18.05.2015 21:33 |
endazer
|
murat bektaş [1] |
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |