Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
yılmaz güney - tirşik
yılmaz güney
(47) (10) (5)
di mijarê de bigere

1. derhêner û listikvanê kurd e ku mohra xwe li sinemaya tirkiyê û ya cihanê daye.



26.07.2013 15:03 | arami

2. di sinemya tirkiye u cihane de cihek cuda ava kirye..ev derhênerek realiste..deme ku karker pembu tomar dike stirî péçiya karker qul dike u xwin diherike..

minak duvar ,yol,sürü,..



26.07.2013 15:22 | roj

3. bixaltîyê ernesto che guevara...



26.07.2013 18:16 | devliken kelogiri

4. Li Girê sor (Urfa-Siverek) ji dayikê bû. Şoreşgerek mezin e. Ew jî wek Ahmet Kaya hunermend û şoreşgerek nemir e.



27.07.2013 01:55 | ramanwer

5. xeletiyeke mezin ku cenabê wî wekê lehengê mîtos a sînemaya kurdî têyî nîşandan..



10.08.2013 15:39 | kelha bayê

6. derhênerEKÎ HÊJA YE Û GELEK DERHÊNERÊN NÛ di bin bandor a wî de mane. yek ji wan alejandro gonzález iñárritu ye.



18.12.2013 12:23 | nazim tolhildan

7. di sala 1982 de bi fîlma rê (yol) xelata cannesê girt



18.12.2013 18:25 | newenda

8. (1 nîsan 1937 edene - 9 êlûl 1984 parîs) aktor, derhêner, nuskarêko kurd o. Zey hewt qeçekanê malbatêka rencber û paleyî ra jew, edene de dayika xwo ra bîyo la bi eslê xwo sêwregij û kurdêko dimilî yo.



temayê zafaneyê filmanê ci trajedî û dramayê şarî yo, derheqê karker, rencber û şaro sosyal tebaqayo cêrîn sero gelek filman viraşto û dej û neçarî û belengaziya înan kirişnayo perda spî ser. bi filma xwo ya "yol" (ray) serra 1982 de festivala filman ya Cannes'î de xelata palmiyeya zerrîn girewto û serra 1984 de nêweşiya penceşêrî ver koça peyên kerdo. bi aktorî, derhênerî û nûskariya xwo ya pîya, yilmaz guney heman wextî de şairêko berhemdar bi..



21.02.2014 00:10 | prode_pasha_chinyo!

9. ROJÊK



Kamcîn zehmetî

heq ra nêvejîyayo merdimahî?

Tew eger zerrîya ci de

bibo no heskerdişo însanî.

Rojê rindî badê zehmetîyan

yenê cîgeram.

Dalpe bi dalpe

debeno merdim.

Dalpe bi dalpe delalam...

Rojêk ma do biherikîyê

bikewê heyatî mîyan.

Dîwarî do birijîyê,

kêberî do abibê heme

tiya bizana.

Zerrîya mi

ti ya nika

qey to dana pro...

Û fina dalpe bi dalpe

tiya bena gol mi zerrî da.



Yilmaz GUNEY



Qandê dimilî: prode pasha chinyo



21.02.2014 00:12 | prode_pasha_chinyo!

10. semir aslanyürek bÎ navÊ lal fÎlmek Ji bo bîranîna yılmaz güney kişandiye. 25 avrêlÊ wÊ kevÊ vÎzyonÊ.



20.04.2014 14:30 | xwelî li ser

11. Her wiha nivîskar û helbestvan e jî. Ev jî helbesteke wî ye:



Berê min nedizanî bi tenêtiyê

Çawa ku darek ne tenê be

di daristana xwe de,

Çîçekek di çiqilê xwe de,



Berê min nedizanî bi tenêtiyê

Di hundirê tenêtiyê de

Niha tenê, tenê me gelo?

Ji çiqilê xwe jêbûyî me?

Ma dûrê daristanê mame?



Yilmaz GUNEY

Wergêr: Rênas XENDEKÎ



17.01.2015 19:53 | xendekî

12. Ev jî helbesteke wî ye:



Jiyanê şensê şabûnê

Nedaye me.

Me ji xeynî xwe

êşa herkesî

kir êşa xwe,

qehra herkesî kir qehra xwe.

Lewre giriyê

kesek li wî aliyê cîhanê

ku em nas jî nakin dilê me diperitand.

Em ji pîsikan re digiriyan

Me şîna çûka digirt.

Dilnazikiya me

Carna li hemberî jiyanê

Em zeîf kirin.

A rast ya herî spehî ye

Dilşewitîna mirov ji bo mirovan

Delalê…

Çiqas xweş e qehirîna ji bo derdê

Kesek nenas û ji bo wê lêgerîna çareyan.

Ez di her dema jiyana xwe de her

Diqeherîm, her dişewitîm.

Jiyîn çi tişteke xweş e delalê

Bi dilxweşî û bi hezkirin û werî hezkirin,

Û bi fikirînê…

Û bi bihîstina sancên jiyanê

yên ku mirov nikare dev ji wan berde.



Yilmaz GÛNEY

Wergêr: Rênas XENDEKÎ



17.01.2015 20:03 | xendekî

13. ji bo bîranîna wî zêde gotin ne hewce ye. ew mêrxasî û bi berhemên xwe her roj di dilê gelê me de dijî.

ev gotinên wî bi xwe dîroka daxwaziya aştîxwaziyê ye. daxwaz ji dil in. û giş cîhan dizane ku gelê me tu car ne şerxwaz bûye. ew li dij dagîrkerên şerker her tim ji bo aştîxwaziyê têkoşîye û ji bo azadiyê meşîyaye. di vê em têkoşerê xwe yê azadiyê ji bîr nekin û hertim bi bîr bînin!



min dixwest



…min dixwest şerê li ser pelê binivîsim,

ji bo, dema payîz were pel biweşe.

min dixwest hêrsê li ser ewrê binivîsim.

ji bo, dema baran bibare dê ewr biqede.

nefretê, min dixwest li ser berfê binivîsim.

dema roj derkeve ew dê bihele.

...min dixwest hogiriyê û xoşewîstiyê

li ser dilê hemû zarokan binivîsim,

ji bo, bi wan re mezin bibe û hemû cîhanê dagire.



yilmaz guney



19.03.2015 21:00 | remlavêj

14. Yilmaz guney li Edenê dema filma diltirsî(endişe) dikşîne di navbera film kişandinê de tevê tîma filmê diçin gazînokek. Li wir doznêrek Tirkiyê çêra li hevjina wî dike û tewşo mewşo diaxive, Yilmaz Guney çekê xwe ji ner xwe dikşîn e û lê direşînê.. Pismamî wî vî bûyerê digire li ser xwe û Yilmaz guney difilite..



02.04.2015 12:41 ~12:43 | ozjan xwenas

15. Sînemagerê di vî wêneyî de li kêleka cegerxwîn û kendal nezan sekiniye:

Here lînkê



28.04.2015 20:46 | xendekî

16. lîstikvan, derhêner, senarîst,... û kesek di jiyana xwede serketîbûye û piçek dînbûye..



28.01.2016 17:58 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene