Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
sebra min nayê - tirşik
sebra min nayê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyva gelo bi tirkî sabrım gelmiyore min kir nekir ev peyv ne ket tirkî.



09.05.2015 12:01 | shorbevan

2. (bnr: canım sıkılıyor)



10.05.2015 11:48 | azadixwaz

3. peyvek beramberî wê di tirkî de nîne. lê ser vê meselê bîranînek min heye.

min lîse li şirnex xwend. rojekê di navberek an jî waneyek vale de li gel çar-pênç hevalan em çûn meydanê. hevalên cigarekêş ji bufeya rex mala mamosteyan (öğretmenevi) livên cigaran kirîn da difnên xwe de bînin. dikandarê 30-35 salî got "hûn hemî telebe ne, ezê pisyarek ji we kim hey we zanî!" jixwe miletê me yê nezan û ne xwenda her tim nav bizavê de ye ku bi xwendekaran re bikevin nîqaşê. Vicê got sebra min nayê tirkî çiye. hingê em dibêjin "sıkıldım, canım sıkılıyor, bunalıyorum, sabrım gelmiyor..." ew dibêje no û dikene. Wisan li me dinêre, wisan ji xwe bawer dibêje "no" tu dibêy qey ew zimanzanê kurdî û tirkî ye. Lê manîpulatoreke çawane sebab, we l' me kir em hêvî jê bikin tu b' xwidê ka bêje. Lê me kir nekir bersiv neda. got herin bizanin bi dengê ordînaryusan. Ji vê şeva biharê ku sebra min nayê peyama min bo te kurê kerê: heger bizanî çiye binivîse!



27.03.2020 23:52 | hespêsor

4. Di rastiyê de bêhna yekî teng bê yan jî dernakevê bi tirkî sıkılmak û bunalmak e.

Ku sebra yekî newê yan jî tune bê bi tirkî teselli olamamak, avunamamak û teselli, avuntu bulamamak e.

Lê belê di nav gel de wan biwêjan giş ji cihê hevdî dihên bikaranîn. Ango ti pirsgirêk nîn e, kîjanê dixwazê ewê bikarbihêne.

Biya min.
Here lînkê



28.03.2020 22:22 ~22:38 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
şivanê kurmanca [2]
zimanê romanê zimanekî sirûştî ye. çimkî erebê şemo dema vê pi...
peyamên têr û tije [3]
ev entry, ehmeqên hatine li vir peyamên tije digeriyên nîşanî me dide....
sendroma tourette [3]
Sendroma ku ji tîkan pêk tê. Kesên ji vê sendromê  hereket û dengên xw...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Sir û seqem Ba û bager Kesên bêveger Dîl digrin par bi par, her mi...
nifşa z-yê [5]
Yek ji wan jî ez im. Lê ez ne wek wan im! Tesîra medyaya civakî û în...
belki ev jî bala te bikişînin
» sebra malan
» minêkar
» nayê vexwarinê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî