1. Bi tirkî "kuzey kıbrıs türk cumhuriyeti" bi kurtî "kktc" |
|
27.04.2015 23:03 ~23:30 |
mîr
|
2. dewletokan duh serokkomarê xwe yê nû hilbijartiYe. û serokkomarê nû û recep tayip erdogan hê niha pev çûne. Ji ber khe serokkomarê nû gotiye kktc û tirkiye du dewletên bira ne, erdogan xwe aciz kiriye û gotiye bila ew hay ji gotinên xwe hebe, hûn axa me ya piçûk in (yavru-vatan) e, em her sal bi mîlyar dolarî pere li wir xerc dikin. filan bêvan. |
|
27.04.2015 23:17 |
xendekî
|
3. ji xeynî dewleta tirk tu kes nas nake, piştî ku serxwebûna xwe radigihîne pêşiyê dewleta pakîstan û bangladeşê jî îtîrafê bi serxwebûna wê dikin, lê ji ber pest û pêkutiyên amerîka û brîtanyayê poşman dibin.. di çavê neteweyên yekbûyî de herêma tirk jî ligel herêma rum parçeyek ji komara qibrisê ye.. pêşiyê navê resmî yê herêma tirk dewleta federe ya tirk ya qibrisê bû lê paşê navê xwe guherî kir komara tirk ya bakurê qibrisê.. |
|
27.04.2015 23:39 ~23:41 |
endazer
|
4. ji aliyê tirkiyê ve weke welatê ferxik tê dîtin. lê mustafa akıncı yê ku weke serokkomarê nû yê kktcê hatiye bijartin, êdî vî navî qebûl nake û dibêje êdî divê em hev û din weke bira bibînin, ne dê û zarok. |
|
28.04.2015 19:41 |
simurg56
|
5. gundê me jê mezintir e. mala cîranê min Xeloyê heto ku 7 lawên wî tev di înşaatê de dixebitin (mehan ez dibêjim 50-60 milyar e) veqasî vî welatî heye. |
|
03.05.2015 19:12 |
sîyaûyê bekirî
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |