Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
çarînên omer xeyam - tirşik
çarînên omer xeyam
(2) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûka ku ji alî weşanên evrenselê hatiye weşandin.. wergera pirtûkê jî ji alî îkram balekanî hatiye kirin..



27.04.2015 15:38 ~16:14 | rûbar payîz

2. "te şerbika şereba min şikand ey xweda..

te şûşa dilê min jî pê re şikand ey xweda..

ez vedixwim, tu ji bo çi dikî bed-mestî..

bê lome be, ma qey tu mest î ey xweda.."



27.04.2015 15:42 ~15:58 | rûbar payîz

3. (bnr: çarînên omer xeyam)



pirtûka wergera rûbaîyên omer xeyam e, ji aliyê îkram balekanî ve ji parsî(farisî) hatiye wergerandin, ji weşanxaneya evrenselê hatiye çapkirin. tê de 240 rûbaî hene, 84 rûpel e.



27.04.2015 18:05 | xendekî

4. " tu dibêjî çemê şerabê tê de heye

gelo qey bihuşta te meyxane ye?

dibêjî ji bo her oldarekî du horî hene

ma qey bihuşta te kerxane ye?"



29.04.2015 22:23 | rûbar payîz

5. "nehêle kul û dert dora te bigre

xem û jan a pûç dema te bigre

ji xwendin û dîtin û gerê nemîne

berî ku ax, dev û çavên te bigre"



29.04.2015 22:24 ~2015.05.02 23:26 | rûbar payîz

6. "li dinyayê kes qîmetê nade aqil madem

yên ku bêaqil in, malê wan zêde ye madem

de bîne şerabê, bila hiş û aqilê me jî here

belkî wê çaxê qîmetê bide me xelk û alem"



30.04.2015 22:51 | rûbar payîz

7. "qewmek bi dû vir û derewan ketiye

qewmek bi du horiyên bihuştê ketiye

dema perde ket û ji wan re diyar bû

wê bibînin kî bilind firî û li erdê ketiye"



30.04.2015 22:53 | rûbar payîz

8. "qurtek mey ji milkê key kawûs çêtir e

ji textê key qubat û şarê tûs çêtir e

her ax û nalîna ku evîndar ji dil dikşîne

ji ax û nalîna sofiyên xazok çêtir e"



02.05.2015 23:30 | rûbar payîz

9. "îşev ez ê bi dilê xwe meyê vexwim têr

ez ê xwe xenî bikim, vexwim bi cama zêr

pêşî ez ê dîn û aqil bi sê telaqan berdim

paşê bizewicim bi keça rez re wek camêr"



02.05.2015 23:32 | rûbar payîz

10. "ger qencî û xirabî ji pênûsa wan be

tê çi bikî û çi nekî, ji berê de diyar be

ger tiştên naxwazî bikî qedera te be

nekêşe kul û derdan , bila xem dûrî te be"



02.05.2015 23:35 | rûbar payîz

11. kesê kû bixwaze ji rê derê yanjî bikeve rê bira evan çarîna bixweyne yek biyeke.



02.05.2015 23:53 | shorbevan

12. "emanetê min li te be, tu zirarê nedî xelkê

heta bijî li cîhanê, agirê xwe bernedÎ xelkê

madem jiyanekî ebedî daxwaza te ye

ku diêşînî, serê xwe biêşîne, ne yê xelkê"



09.05.2015 15:04 | rûbar payîz

13. "şabûn û mey-noşî ayîna min e

destkişanda ji kifr û dîn, dînê min e

min ji bûka dînê pirsî; qelenê te çi ye

got; dilxweşiya te qelenê min e"



09.05.2015 15:06 | rûbar payîz

14. "ey tu ku ketî ber darê qezayê wekî gû

çivan nede xwe, tiştên ku çûn nede dû

her ew zane, ew zane û ew dizane

yê ku tu avêtî vê qadê bê pirs û rû"



09.05.2015 15:09 | rûbar payîz

15. "em gişt kukle ne felek kuklebaz

hema wek rastî, ne wekî mecaz

demekê me dihejîne li ser dika jîne

ku em ketin sandoqê, her dimîne raz"



14.05.2015 17:10 | rûbar payîz

16. "heyf ku çû bihara emrê ciwan

çi zû çû payîz û çi zû hat zivistan

ew teyrê ku jê re digotin ciwanî

kengê hat û çi zû çû bi êş û jan"



14.05.2015 17:12 | rûbar payîz

17. "heta sibê ku derkeve tava zêrîn hilde jor

mey vexwe bi dilxweşî, ji bîr neke heye dor

ger dora te hat, tu qet neke ax û nalîn

herkes vedixwe ji vê camê dor bi dor"



14.05.2015 17:13 | rûbar payîz

18. "berî sibê dengek hat ji meyxana me

got rabe ey rind-meyxurê civata me

were em tijî bikin piyale bi mey

berî ku tijî bikin deftera emrê me"



14.05.2015 17:14 | rûbar payîz

19. şerap çimeyê ciwîya bêpeynî ya, bişime;

layê şayîya cîwanî ya, bişime;

xemî veşnena helnena sey adir,

awa sihhetin ra şîfayêr a, bişime



15.05.2015 08:28 | endazyar

20. kamî vato omer nêzano çi yo heram?

ez helal û heramî nêkena têmîyan:

şerabêka to reyde şimîyaye helal a,

awêka mi bê to şimite heram.



15.05.2015 08:28 | endazyar

21. nameyê şerap vejîyaye xirab, bi xo xoş

eke ti bi weş bişima, hîna xoş

heram o şerap, wa bo, mi rê hewa xoş

hem, eke mi ra bipersa, heme çîyê heramî xoş



15.05.2015 08:29 ~2016.03.26 00:03 | endazyar

22. dil va: ez çi ya ke, tena dilopêk;

Ez ça de, deryayêka mi nêdîya ça de!

Gama Dilê ke wina va resa derya

Nîyada xo ra teber çîyêk çin o dîmen de.



16.05.2015 04:58 | endazyar

23. "şerabê vexwe ku ji bo rih derman e

dermanê kul Û derdan, rihetiya can e

ger di alemê de bahoz Û tofan rabÛ

xwe bispêre mey, gemiya nûh e, sitara can e"



17.05.2015 11:30 | rûbar payîz

24. "heta kengê em hêsîrê aqlê erzan

çi sed sal be çi rojek be, ev e jiyan

bi dilşadî rake tasê û vexwe mey

berî ku me bikin cer hosteyên nezan"



17.05.2015 11:30 | rûbar payîz

25. "ez heyran Û mirîdê dînê zerdeşt

yê ku îslam red kir û ket dol û deşt

heta kengê tê li delalan binerî û binoşî

rÛne omer, wê te jî bikujin wekî zerdeşt"



17.05.2015 11:31 | rûbar payîz

26. "dibêjin wê bihuşt tijî horî û kewser be

wê tijî mey û şîr û şehd û şekir be

tu tijîke şerbikê ji şereba çê û bîne

ya pêşîn wê ji sed deynan çêtir be"



17.05.2015 11:31 | rûbar payîz

27. "dibêjin wê herne dojehê evîndar û mest

bi vê gotinê keniyam û min tiliya xwe gest

ger ku evîndar û mest hemû herin dojehê

wê sibê vala bimîne bihuşt wekî lepa dest"



21.05.2015 22:59 | rûbar payîz

28. "ger mebesta te mey û şerab e,neke tobe

tê poşman bi ji toba xwe, sed carî bikî tobe

va ye guk dibişkivin û bilbil li ser wan dixwînin

di demek wiha de ma rewa ye ehd û tobe?"



21.05.2015 23:00 | rûbar payîz

29. "dema bi ewrên newrozê ruyê xwe bişon gul û giya

tu rabe bi şerab Û meyê here seyranê derkeve çiya

niha ew seyrangeha ku tu lê temaşe dikî bi xweşî

wê sibe ji axa te çêbe seyrangeh û şîn be gul û giya"



21.05.2015 23:00 | rûbar payîz

30. "ey dilê ku tim te xemgîn dike dem Û dewran

ji bîr neke, wê ji nişka ve here rih û giyan

di nava xweşî Û bedewiya cihanê de baş bijî

berî ku ev xweşî û bedewî ji te bibe goristan"



21.05.2015 23:00 | rûbar payîz

31. "dema ku şiyar im, dilşadî ji min dûr û pinhan e

ger ku mest im, hiş û aqilê min kêm û nivîşkan e

di nava şiyarÎ û mestiyê de hal û rewşek cûda ye

ez dîl û bendewarê wê me ku ew bixwe jiyan e"



21.05.2015 23:01 | rûbar payîz

32. "bi bişkivîna gulên newrozî re qedehê bigre bi dest

ger hebe derfet, bi delal û lalerûyekê re dest bi dest

mey binoşe, demekê kêfxweş û dilşad bijî

berî ku çerxa felekê bi axê ji te bistîne jîna serbest"



23.05.2015 11:46 | rûbar payîz

33. "li seyrangehê, tevî yar û gul û bilbil

heta bikarim ezê bijîm, kêfe bikim ji dil

hebûme, heme û ezê her hebim madem

min vexwar, vedixwim û ezê vexwim ji dil"



23.05.2015 11:50 | rûbar payîz

34. "were heval em xweş bijîn, xema sibê nexwin

qedrê jiyanê bizanin têr şerabê vexwin

ku sibê me ji vir bar kir û ji vê dinyayê çûn

bi yên heftê hezar salî re wekhev in, xem nexwin"



23.05.2015 12:21 ~12:21 | rûbar payîz

35. "ger milkê te be misir,rom û çîn

kevirê gulîska te be ev axa zêrîn

bizanibe ku li vê dinyayê para min û te ye

deh gaz kefen û du gaz erd û zemîn"



23.05.2015 12:25 ~12:42 | rûbar payîz

36. "dem û dewran bê mey û saqî pûç e

cîhana fanî bê nalîna ney pûç e

çend dên û bala xwe didim cîhanê

ya qenc rastî ye, wekî din her tişt pûç e"



23.05.2015 12:42 | rûbar payîz

37. "ey serwerê serweran, xwedanê şev û roj

tu dizanîmey dermanê rih e, çend şev û roj

yekşem û duşem, sêşem û çarşem

pêncşem, în û şemî, heft şev û heft roj"



23.05.2015 12:48 ~12:48 | rûbar payîz

38. çarinek ji wergera kamûran alî bedîrxan:



Binêre ji dinê kara min çi bû? hîç

Ji rojên borî destê min de çi ma? hîç

Ku çira xweşîya min vemirî çi ma? hîç

Ez piyana şerabê me ku şkiyam çi ma? hîç



28.05.2015 23:04 | ceso

39. “Te dinya dit u te çi dit hiç e

u te çi got u te çi bihist hiç e

tu sertaser aleme bigere hiç e

u tu li mala xwe ji bimini hiç e



Devrana cihane be mey u saqi hiç e

be zemzemeya neya Iraqi hiç e

ez çiqasi li ehwale cihane dinerim

hasil hemu işret e u ye di hiç e”



“Hatin u çuna me wek daireyeke ye

je re ne destpek u ne dawi heye

kesi bi ti şikli fehim nekiriye ku

ev hatin ji ku u çun bi ku ve ye”



29.05.2015 11:07 | ciwanqoser

40. Raste ez serabê vedixwum

Kesê aqılê wî hebe wê min mafdar bibîne

Xweda zanibû ezê vexwum

Ewê xweda şaş be kû ez venexwum





ev çarîn jî ji vergerandina shorbevan hînkî xoro moro çê bûne îdare bikin



çarînên ti dibêjî qey bi tirkî hatine nivîsandin pirî xweş vergerandine



29.05.2015 11:48 ~11:51 | shorbevan

41. Heyf ke şî wisaro emrê ciwan

Çi lez şî payîz çi lez ame zimistan

O teyro ke ci ra vatêne ciwanîye

Key ame û çi lez şî bi dej û jan



(çarînên omer xeyam/68761 ra ame açarnayîş. )



26.03.2016 00:03 | endazyar

42. şerab bişime ke seba ruh derman a

dermanê kul û derdan, rihetîya can a

eger alem de bahoz û tofan rawurişt

xo bispare mey, keştîya nûh a, sitara can a"



(çarînên omer xeyam/68896 ra ame açarnayîş.)



26.03.2016 00:08 ~00:11 | endazyar

43. ez heyran û mirîdê dînê zerdeşt

yê ke îslam red kerd û kewt dol û deşt

heta key ti biewnî delalan ra binoşîye

ronişe omer,do to zî bikişê sey zerdeşt



(çarînên omer xeyam/68898 ra ame açarnayîş)



26.03.2016 00:10 ~00:12 | endazyar

44. eger milkê to bo misir,rom û çîn

kemerê gulîska to beo no erdo zerrnîn

bizane ke na dinya de para min û to ya

des gaz kefen û di gaz erd û zemîn



(çarînên omer xeyam/69292 ra ame açarnayene)



26.03.2016 00:19 | endazyar

45. dem û dewran bê mey û saqî pûç a

cîhana fanî bê nalayîşê ney pûç a

çend hiş û bala xwe dana cîhane

yê baş rastî ya, sewbîna her çî pûç a



(çarînên omer xeyam/69293 ra açarnîya)



26.03.2016 00:22 | endazyar

46. meverde kul û derd dora to bigro

xem û jan a pûç demê to bigro

wendene û dîyene û gêrok ra memane

verî ke erd, fek û çimanê to bigro"



26.03.2016 01:06 | endazyar

47. Ma pêro kukle yê felek kuklebaz

hema sey rastî, ne sey mecaz

demêkî ma roneno sehneya cuye ser o

ke ma kewtê sandoqe, tim maneno raz"



(çarînên omer xeyam/68760 ra açarnîya)



26.03.2016 01:35 | endazyar

48. ey serwerê serweran, wayîrê şew û roje

ti zanî mey dermanê ruh o, çend şew û roje

yewşeme û dişeme, sêşeme û çarşeme

panşeme, îne û şeme, heft şew û heft roje"



(çarînên omer xeyam/69294 ra ame açarnayîş)



26.03.2016 01:57 | endazyar

49. Ez şerabê vedixwim

Ji çep û rast, qîr û qal e

Dibêjin ew dijminê dîn e venexwe! betal e

Ku min seh kir şerab dijminê dîn e

Bi xwedê ezê vexwim; xwîna dijmin helal e.



26.03.2016 02:24 | bûtîmar

50. ji dengê rêşad sorgul çarînên omer Xeyam:







26.03.2016 11:47 | xendekî

51. kesên ku di dinyê de gunehan nekiriye,kî ye,bibêje

û kesê ku gunehan nekiriye, çawan jiyaye, bibêje

min xirabî kir û te jî bi xirabî li min vegerand

êdî di navbera min û te de çi ferq heye,bibêje...



27.03.2016 21:28 | quşxaneli

52. ji duh ku derbas bûye qet yad neke
sibehê ku hê nehatiye feryad neke
ber nehatî û çûyî bingeh neke
halekî xweş be û jiyan berbad neke



18.04.2018 03:31 | sloujouc

53. Doh li ber meyxanê derbas bûm bêhiş û mest
Û min pîrek serxweş dît misîn bi dest
Min ji pîr re got ma tu ji xwedê şerm nakî lo
Go kerem ji bo Xwedê ye her şerabê vexwe lo


Ji pirtûka Kamîran Elî Bedirxan...



16.11.2020 22:27 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» çarînên baba rasteqîn î amedî
» omer hawer

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî