Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 67 peyam
çewlika heywanan - tirşik
Çewlika Heywanan | 2015
Nivîskar: George Orwell | Kurdî | Roman | 118 rûpel

Romana ku ji alîyê Salih Agir Qoserî ve hatiye wergerandin bo zimanê Kurdî, heyama Stalîn û rewşa Yekîtîya Soveyetan a berî Şerê Cîhanê yê Duyem radix...
çewlika heywanan
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê pirtûka george orwell ew ji aliyê Salih Agir Qoserî ve bo kurdî-kurmancî hatiye wergerandin. ji weşanxaneya lîsê derketiye.



26.04.2015 18:26 | xendekî

2. rêdûr dîjle li ser wergerê rexneyek nivîsiye:



Wergera "Çewlika Heywanan a George Orwell"iyî* û Gilî û Gazindek Min



Tişta dizanim di wergerê de kar û barê wergêr ne hêsan e. Wergêr bi vê pêngavê berpirsiyariya karekî zehmet hildigire ser xwe. Lê mixabin, dema xwe li vî karî xist mecbûr e li gor rê û rêbazên vî karî tevbigere û peywirên wê bi cih bîne.



Kar, bar û peywira wergêr, bo alema xwe veguhestina berhema/ên alemeke/ên din e. Bo vê jî divê wergêr beriya her tiştî hikumranê ziman û çanda xwe be. Bi vê hikumraniyê divê nîzama kefikên mêzêna zimên zevt bike. Li gel hikumraniya nîzama ziman û çanda xwe, divê hikumraniya ziman û çanda biyaniyî jî di asgariyeta muqayese û berawerdiyî de be.



Û berî ku berhem çap bibe û bigihê ber destê xwîner divê di hin merhaleyan re derbas bibe, da ku tam bistrê:



☆ Sererastkirin**: Divê ji aliyê kesekî teshîhker ku hem di zimanê berhemê yê resen (biyanî) hem jî di zimanê hedefiyî de pispor e bê nirxandin.



☆Xwendina Dawî: Bi awayekî din ku jê re dibêjin "proofreading" yanî xwendina provayiyî divê bê kirin.



☆Ewleyiya Qalîteyiyî: Ev merhale ji aliyê rêvebirê pêşnûmayê tê kirin. Rêvebirê pêşnûmayê di vê merhaleyê de, di metn an jî deqa wergeriyî de qalîteya ziman, veguherînên metrîk, wesfên xwemaliyî, şablona teşeyiyî hwd. asas digire. Û li gor van asasan ger di berhemê de kêmanî û şaşî hebin, li gor rê û risman ev kêmanî têne senifandin û bi pergaleke pûantajiyî têne nirxandin.



Wexta berhemeke wergeriyî di van merhaleyan re derbas bibe û bê hêrandin ew berhem berhemdariya wergêr, rêvebirên pêşnûmayê û weşanxaneyê diyar dike. Ev merhale tahm û ekla berhemê hê biçêjtir dikin û şikl û şemal, xeml û xişra berhemê xweşiktir dike. Wê ji atmosfera wergerê dûr dixîne, atmosfera wek berhemeke ku di e'slê xwe de bi zimanê hedefiyî hatibe afirandin li xwe bar dike. Bi vê jî xwendin û têgihiştin hêsantir dibe.



Wergera Salih Agir Qoserî ya "Çewlika Heywanan"a George Orwell tu dibê qey ji van merhale û analîzên jorîn hinekî bêpar e. Niza'm bê rêvebirên pêşnûmayê hene yan tune ne, ger hebin bê çiqas serê xwe pê re êşandine? Divê meriv ji wan bipirse.



Lewra wergera Çewlika Heywanan di xwendina xwe de hinekî min betiland. Hem di warê ziman hem jî di warê têgihiştinê de. Ez dibêm sedema têgihiştinê ji ber keremkotiya ziman bû. Çimkî zimanê wergerê ne zimanekî hewqas fesîh bû, zimanekî kulek û çolaq bû. Di xwendinê de zêde zêde teql li zimanê min diket. Wek motorek di nav vilçoqiyê de badanaş bike. Min pir badanaş kir. Ev badanaşî him zêde ji dema min xwar him jî dibû sedema têgihiştineke lerizok. Lê min berhem xitim kir.



Helbet rêzdar Salih Agir Qoserî karekî pîroz kiriye. Serê xwe pêre êşandiye û ji dema xwe feregat kiriye û li CVya xwe berhemek din zêde kiriye. Ez van gotinên jorîn û jêrîn bes bo cenabê wî serf nakim. Bo weşanxaneyê û ekîpmana wê hemiyan dikim.



Lewra wek xwîner xwe dispêrim hiqûqa navbeyna berhemdar û xwendevan.



Bo nimûne:

Berga vê pirtûkê jê bikin û bila bu ti awayî ne navê George Orwell, Çewlika Heywanan û ne jî navê wergêr hebe. Bi vî awayi bi hinan bidin xwendin, ger piştî xwendinê ji we re got ev berhemeke wergeriyî ye, wê çaxê nexwe werger bi ser neketiye.



*George Orweel-Çewlika Heywanan

Werger:Salih Agir Qoserî

Weş. Lîs, Avrêl 2015



26.04.2015 18:27 | xendekî

3. Navê romanê ê orjînal animal farm e.
di sala 1945 an de alîyê george orwell va hatîye nivîsandin.

Sala 1954 an de alîyê ciayê fîlmeke wê a anîmasyon hatîye çêkirin. Lê hinekî guhartine.
di heman salê da ji alîyê halide edip adıvar bi zimanê tirkî hatiye wergerandin.
lê mixabin eva teze çend sal e bi Kurdî hatiye wergerandin..

min roman ji Wergera celal üster a Türkî ,can yayınları xand..
lê teze hîn bûm ku kurdîya wê jî heye. Waxta min dixand, mi jî dilê xwe da digo xazika bi kurdî jî Wergera wê hebûya. Lê paşê min tirşikê da mijar gerîya, derket..
xwedêkirî tirşik heye..

.. ez tavsiye dikim ku Kurdên bakûr vê pirtûkê bixwînin. (Taybetî xortên me ê fanatîk partîzan..) Ji ber ku tê da peyva önderlik zehv derbas dibe.. önderlik çi bêje ew rast e, önderlik xelete nake....

en vegerine romanê.. roman rexneya stalinizmê ye.
heywanên çîftligê hemberî jonesê xwediyê çîftligê serî radikin û çîftlik dikeve destê heywanan.. di wir da sîstemekî çêdikin.. heft qanûnên çîftlige..
serokatiya heywana destê Berazan da ye.
lê çiqas waxt derbas dibe serokê çîftligê napoléon dibe dîktatorekî hed û hesabê xwe..

heft qanûn diguherin, beraz û kuçik dibin serdest, heywanên dinê jî bindest..
dawiyê da Domiz û însan dibin yek û însanekî xwediyê şewlikan kêlekê dibêje napoléon da "em tebeqeya însanên xwe ên binî ra mijûl in, hun jî tebeqeya heywanên xwe ên binî ra mijûl in"..



03.08.2017 14:54 | bûtîmar

4. Çewlika heywanan (bi îngilîzî: animal farm ) , cefeneke distopyayî ye û ji aliyê nivîskarê îngilîz George Orwell ve hatiye nivîsandin. di sala 1945 hat weşandin.

Pirtûk derbarê serhildana ajalan de ye ku li hemberê ferwerdariya sahibê xwe mirovanî ku ajalan paşguhkirî û serifandî dike. Di pey serkeftînen ji serî de û dewlemendiya destpêkî berazan hema herî zêdê rêberî xwe re hildidin û zordestiyekî tê damezrandin ku ji ya berê xirabtire. Ji sewa ku naverok, roman wek kurteçîrokeke li ser dîroka Yekitiya Sovyetê sirûştkirî bû li ku şoreşa reşemiyê bi gelê çê dibû û paşê zordestiya Stalin ava bû.



19.06.2020 20:29 ~20:29 | yûsiv

5. Duyemîn pirtûka George orwel ku min xwendibû.
Şikir ne wek 1984 bû. 1984 heya min bi dawî kir nava min reş kir. Herdû jî bi di cîhaneke ûtopîk de derbas dibûn, lê çewlika heywanan bêhtir bi min xweştir hat.



13.08.2021 13:04 | merwano

6. dibe ku pirtûka herî kin û herî baş be.



13.08.2021 16:48 | hueyn

7. Pirtûka ko piştî dîya min xwendîye jê re dibêje" ma law beraz jî diaxivin, heta min qedand çavê şêytên derket! Û dilê min xelîya!"
Ax, ez qûrbana dîya xwe bim law!

Nîşe:
Min pirtûk ecibandibû bes ne qasî rojên Brimanya( ing.Burmese days). Ew gelek xweş bû. Lê min hîn 1984 nexwendîye dibê ku ew jê xweştir be...



14.08.2021 01:50 | pîroz

8. (bnr: origin of the hewal taqtîk)

Here lînkê

Kîtêbekî dibê her kurd ciwantîya xwe de bixwîne, ne hewceye xwe dawîya hinik kesa perîşan bike.



15.07.2023 12:59 ~13:00 | lewendî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» çewlika heywanan

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî