Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 22 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; çewlika heywanan
peyamên çepikkirî

67121. navê pirtûka george orwell ew ji aliyê Salih Agir Qoserî ve bo kurdî-kurmancî hatiye wergerandin. ji weşanxaneya lîsê derketiye.



07.06.2013 18:27 | brusk56

67122. rêdûr dîjle li ser wergerê rexneyek nivîsiye:



Wergera "Çewlika Heywanan a George Orwell"iyî* û Gilî û Gazindek Min



Tişta dizanim di wergerê de kar û barê wergêr ne hêsan e. Wergêr bi vê pêngavê berpirsiyariya karekî zehmet hildigire ser xwe. Lê mixabin, dema xwe li vî karî xist mecbûr e li gor rê û rêbazên vî karî tevbigere û peywirên wê bi cih bîne.



Kar, bar û peywira wergêr, bo alema xwe veguhestina berhema/ên alemeke/ên din e. Bo vê jî divê wergêr beriya her tiştî hikumranê ziman û çanda xwe be. Bi vê hikumraniyê divê nîzama kefikên mêzêna zimên zevt bike. Li gel hikumraniya nîzama ziman û çanda xwe, divê hikumraniya ziman û çanda biyaniyî jî di asgariyeta muqayese û berawerdiyî de be.



Û berî ku berhem çap bibe û bigihê ber destê xwîner divê di hin merhaleyan re derbas bibe, da ku tam bistrê:



☆ Sererastkirin**: Divê ji aliyê kesekî teshîhker ku hem di zimanê berhemê yê resen (biyanî) hem jî di zimanê hedefiyî de pispor e bê nirxandin.



☆Xwendina Dawî: Bi awayekî din ku jê re dibêjin "proofreading" yanî xwendina provayiyî divê bê kirin.



☆Ewleyiya Qalîteyiyî: Ev merhale ji aliyê rêvebirê pêşnûmayê tê kirin. Rêvebirê pêşnûmayê di vê merhaleyê de, di metn an jî deqa wergeriyî de qalîteya ziman, veguherînên metrîk, wesfên xwemaliyî, şablona teşeyiyî hwd. asas digire. Û li gor van asasan ger di berhemê de kêmanî û şaşî hebin, li gor rê û risman ev kêmanî têne senifandin û bi pergaleke pûantajiyî têne nirxandin.



Wexta berhemeke wergeriyî di van merhaleyan re derbas bibe û bê hêrandin ew berhem berhemdariya wergêr, rêvebirên pêşnûmayê û weşanxaneyê diyar dike. Ev merhale tahm û ekla berhemê hê biçêjtir dikin û şikl û şemal, xeml û xişra berhemê xweşiktir dike. Wê ji atmosfera wergerê dûr dixîne, atmosfera wek berhemeke ku di e'slê xwe de bi zimanê hedefiyî hatibe afirandin li xwe bar dike. Bi vê jî xwendin û têgihiştin hêsantir dibe.



Wergera Salih Agir Qoserî ya "Çewlika Heywanan"a George Orwell tu dibê qey ji van merhale û analîzên jorîn hinekî bêpar e. Niza'm bê rêvebirên pêşnûmayê hene yan tune ne, ger hebin bê çiqas serê xwe pê re êşandine? Divê meriv ji wan bipirse.



Lewra wergera Çewlika Heywanan di xwendina xwe de hinekî min betiland. Hem di warê ziman hem jî di warê têgihiştinê de. Ez dibêm sedema têgihiştinê ji ber keremkotiya ziman bû. Çimkî zimanê wergerê ne zimanekî hewqas fesîh bû, zimanekî kulek û çolaq bû. Di xwendinê de zêde zêde teql li zimanê min diket. Wek motorek di nav vilçoqiyê de badanaş bike. Min pir badanaş kir. Ev badanaşî him zêde ji dema min xwar him jî dibû sedema têgihiştineke lerizok. Lê min berhem xitim kir.



Helbet rêzdar Salih Agir Qoserî karekî pîroz kiriye. Serê xwe pêre êşandiye û ji dema xwe feregat kiriye û li CVya xwe berhemek din zêde kiriye. Ez van gotinên jorîn û jêrîn bes bo cenabê wî serf nakim. Bo weşanxaneyê û ekîpmana wê hemiyan dikim.



Lewra wek xwîner xwe dispêrim hiqûqa navbeyna berhemdar û xwendevan.



Bo nimûne:

Berga vê pirtûkê jê bikin û bila bu ti awayî ne navê George Orwell, Çewlika Heywanan û ne jî navê wergêr hebe. Bi vî awayi bi hinan bidin xwendin, ger piştî xwendinê ji we re got ev berhemeke wergeriyî ye, wê çaxê nexwe werger bi ser neketiye.



*George Orweel-Çewlika Heywanan

Werger:Salih Agir Qoserî

Weş. Lîs, Avrêl 2015



07.06.2013 18:27 | brusk56

101235. Navê romanê ê orjînal animal farm e.
di sala 1945 an de alîyê george orwell va hatîye nivîsandin.

Sala 1954 an de alîyê ciayê fîlmeke wê a anîmasyon hatîye çêkirin. Lê hinekî guhartine.
di heman salê da ji alîyê halide edip adıvar bi zimanê tirkî hatiye wergerandin.
lê mixabin eva teze çend sal e bi Kurdî hatiye wergerandin..

min roman ji Wergera celal üster a Türkî ,can yayınları xand..
lê teze hîn bûm ku kurdîya wê jî heye. Waxta min dixand, mi jî dilê xwe da digo xazika bi kurdî jî Wergera wê hebûya. Lê paşê min tirşikê da mijar gerîya, derket..
xwedêkirî tirşik heye..

.. ez tavsiye dikim ku Kurdên bakûr vê pirtûkê bixwînin. (Taybetî xortên me ê fanatîk partîzan..) Ji ber ku tê da peyva önderlik zehv derbas dibe.. önderlik çi bêje ew rast e, önderlik xelete nake....

en vegerine romanê.. roman rexneya stalinizmê ye.
heywanên çîftligê hemberî jonesê xwediyê çîftligê serî radikin û çîftlik dikeve destê heywanan.. di wir da sîstemekî çêdikin.. heft qanûnên çîftlige..
serokatiya heywana destê Berazan da ye.
lê çiqas waxt derbas dibe serokê çîftligê napoléon dibe dîktatorekî hed û hesabê xwe..

heft qanûn diguherin, beraz û kuçik dibin serdest, heywanên dinê jî bindest..
dawiyê da Domiz û însan dibin yek û însanekî xwediyê şewlikan kêlekê dibêje napoléon da "em tebeqeya însanên xwe ên binî ra mijûl in, hun jî tebeqeya heywanên xwe ên binî ra mijûl in"..



26.10.2013 23:54 | endazer