Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 30 peyam
cemil bahri köhne - tirşik
cemil bahri köhne
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. serbazeke kurd e, sala 1892an li helebê ji dayik bûye, li stembol li deniz harp okulu (dibistana şerî ya deryageriyê) yê dixwîne û bi payeya mülazım-ı evvel (serpel, efserê yekstêr, üsteğmen) mezun dibe, saleqî hiquqê dixwîne lê ber dila nagire, xwendina xwe ya hiquqê di nîvî de dihêle û ji bo xwendina xwe diçe brîtanyayê, sala 1912an dema şerê balkanan derdikeve vedigere û beşdarî şer dibe, ji ber serkeftinên xwe yên di şer de wî teltîf dikin, paşê diçe li bêrecûka navçeya urfayê li ber çemê feratê kargeheke çêkirina qeyîk û kelekan çêdike, sala 1915an dema dewleta osmanî fermana ermenan radike, birrek ermenên eyntabê ji bo bi qeyîk û kelekan ji çemê feratê derbas bibin û herin dêrezorê ku navenda kombûna ermenên koçber bû, lê cemîl behrî kohne ligel hemû rîsk û metirsiyên wî çaxî hemû ermenên koçber li kargeha xwe ya kelek çêkirine wekê karker dide qeydkirin û wan ji ber devê rêya çûnûnehatê xilas dike.. mirov dikare jê re bêje schindlerê kurd.. ji vê lÎnkê Here lînkê hûn dikarin derheqê meseleyê de bêtir zanyariyan bixwînin, di nivîsê de tê gotin ku yekî bi navê ümit kurt xwe kar dike ji bo vê çîrok û serpêhatiyê bike belgefîlm, xwezî derhênerek kurd derketibûya û ji vî qumaşê saxlem fîlmek xweş fesilandibûya, heqê vê çîrokê fîlm e ne belgefîlm!



26.04.2015 03:13 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
biwêjên kurdî yên di tirkî de jî hene [2]
gelek in. çend nimûne di romana şampazê de. ji bo min ava ç...
navdarên başûrê amerîkayê yên ku bi eslê xwe ji rojhilata navîn çûne wir [1]
(bnr: diego rossi marachlian), malbavana dayîka wî ji ermeniyên maraşê...
python [4]
Python zimanek bernamekirinê ye ku ji bo afirandina bername û çalakiyê...
reels [3]
Taybetmendiyek Instagram-ê ye ku vÎdyoyan bi hilkişandinê tîne ber mir...
nowadays [3]
single'a rockurd ku di derbarê pandemîyê de çêkiriye; (youtub...
belki ev jî bala te bikişînin
» cemil oğuz

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî