Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
qêmîşkirin - tirşik
qêmîşkirin
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. peyva ku di pirtûka ronî war ; dewrêşê evdî û edûlê de 2 caran derbas dibe.. *

(bnr: kıyamamak)



ji bo ku yên tirkî nizanibin: ev peyva ti zimanê tirkî de wekî "heyf li tiştekî neanîn" tê bikaranîn, lê qey vê peyva nehatiyê bîra ronî beg ku çûye kelîmeyê tirkî bikaraniye.. hem jî kelîmeyê bi "mîşk" *



(bnr: tirkmancî)



25.04.2015 23:56 ~23:58 | rûbar payîz

2. li ba me de jî tê bikaranîn. mînak: keçikekê ew qas delal bû te qêmîş nedikir lê binêrî.



wekî wê çend peyv jî hene bi kurdên serhedê û kurdên êzidî yên li ermenistan* û gurcistanê* jî tê bikaranîn êpêce, begem kirin damîş bûn hwd.



*jêrenot: jixwe kurdên li ermenistan û gurcistanê dijîn, ji herêma serhedê hatiye nefî kirin.



26.04.2015 00:00 ~01:55 | mîr

3. qêmîşkirin ne peyveke nûye û ji zû de ye li gelek deverên kurdîstanê tê bikaranîn. her çiqasî peyvek -mişlî jî be û bi me re nexweş be, ketiye zimanê kurdî.



26.04.2015 00:45 | giyanstêr

4. Gotineke xweru tirkî û ji hinek hereman ve hatî qebulkirin. Weke hemu peyvên tirkî û bi kurdan ve weke kurdî bin tên bikar anîn hişê min jê diçe. Li ser peyveke wisa bi nivîskareke rojavayî re jî ketibum heftûheşteke biçuk.

(bnr: dêmek)



26.04.2015 16:40 | azadixwaz

5. serenot: ji ber hawara shorbevanî vê entryê dinivîsim*

niha ev lêkera ha ji tirkî ketiye kurdî wek li jor jî hatiye gotin ji kıyamamaka tirkî bi awayekî deforme ketiye nava kurdî..

bi kurdî em ji bo vê rewşê dibêjin destê min naçe

mesela: qêmîş nakim te şiyar bikim/ destê min naçe te şiyar bikim..

karanîna wê xelet e lê ferqa vê lekerê ji yên dî yên ku bi vî şeklî xira bûne, ew e ku ev lêker bi hawî nivîskî jî ketiye vî zimanî, ango lêkerên din ên tirkî bi tenê devê xelkê de jîndar in lê ev lêker di paxşanê de jî he ye..

rojeke ji rojan min ji nivîskarekî pirsî; mi go yav tu vê lêkerê bi kar tînî, lê ne şaş e? got belê şaş e lê mesele dirêj e ji bela ku cihê vê lêkerê bi formeke kurdî nayê dagirtin, em jî bi kar tînin..

wek encam: bi kar nêyînin hevalên hêja hama qet vê rewşê jî di nava hevokên xwe de nexebitînin, ma zimanê we jêbe? helbet na! dest neçûyîn heye û bi a min têra xwe jî dikare cihê vê rewşê dagire



04.05.2015 19:39 | ferhenga şikestî

6. (bnr: qiyme)



04.05.2015 19:40 | elegez

7. peyva kû pêwiste ezjî hinek pêxwazîya xwe nîşan bidim vê peyvê bidizim. wan bi hezara peyva ji me dizîne em hebekî bi dizin ewê dinya xerabibe.

peyva kû bûye sedema hewara shorbevan û spasîya kesê kû li hewarê çûne.



04.05.2015 20:03 | shorbevan

9. ''Ez dil nahêlim û ez dil nadim'' gotinên zaf xweşin ku meriv dikare di şûna qêmîşkirin da bikarbîne jixwe me'ne jî h ev digre.



23.05.2017 01:11 | roberz

10. (bnr: dil nehiştin)
(bnr: guneh kirin ku ... kirin)



23.05.2017 19:45 | simurg56

11. Qêmîşkirin her çiqasî peyvek bi tirkî be jî. Peyvek gellek xweşe. Peyvek bi watedar e. Belkî ew peyv her zimanî tine. Peyvek ku alîkî jî balkêş e.
Kurdîya wê êşandin e.
Hûn dikarin hîn jî dirêj bikin.
* dil nehiştin
*heyf tiştekî naynin
Ez dikarim mînak bidim



06.01.2021 01:03 ~01:05 | dilreş

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» qêmîşkirin

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî