Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
fuad onen - tirşik
fuad onen
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rewşenbîr û nivîskarekî kurd e

ji dêrîka çiyayê mazî ye..



19.04.2015 14:10 | ferhenga şikestî

2. siyasetmedarek kurdewar e, bi kurt û kurmancî ez dikarim wiha bibêjim. niha li hember min daniştiye bi awayek zelal behsa komkujiya ermenan û xebatên kurdan di warê nivîs û vegotinê de li ser vê buyerê bi zelalî vedibêje. çima kurd evqas pir li ser vê komkujiyê disekinin? li hmber kurdan komkujiyek zêdetir û mezintir tê meşandin û hêjî berdewam e, çima komkujiya ermenan cihê wî digre?

welhasilî kelam hişek wî yê cihê heye, dika deriyek nû ji kesan re veke, di hevpeyvînê wî de ev xweş diyar e.



01.09.2015 16:03 | xewnname

3. du pirtûkên mamoste fuad hene. "ray raman û bîranîn, jiyan û helwest". mamoste nahêle pirtûkê wî wergerînin tirkî. mirovekî komunîste. carekî bi abdullah ocalan re tên cem hev. ocalan dixwazê fuad onen jî tevlî pkkê bibe. lê mamoste fuad ji ocalan îzaha şerê beriya 1984 yê di navbera pkkê û rêxistinên kurd yên din de dixwaze. ocalan bersiv nade. ji ber vê yekê mamoste jî tevlî pkkê nabe. dibêjin di ciwantiya wî de dilê nivîskarê tirk alev alatlı di fuad onen de bûye. alev alatlı di pirtûkekî xwe de behsa mamoste fuad kiriye lê min kir nekir wî pirtûkê bi dest nexist.



27.11.2015 02:26 ~03:22 | mahîr amed

5. ev jî malper a mamoste ye Here lînkê



27.11.2015 02:41 ~02:42 | mahîr amed

6. nivîskarê ku min wî li (bnr: medya kitabevî) dit û pir kêfxweş bûm bi naskirina wî. kurdiya wî, axaftina wî zehf xweş bû. piştre min wî li weqfa îsmaîl beşîkçî guhdar kir mirovekî hêja ye.



29.12.2018 22:04 | gêjê

7. Ji Dêrikê ye
Bi salan e li ser doza Kurdistanê dixebite
Girêdayî ti fraksîyonan nîne
Digel vê wek her endamê malbata Onenan Fûad Onen jî xwe nêzî malbata Barzanî dibîne



30.12.2018 20:55 | zimansist

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fuad 2005

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî