1. rengê însên yê herî xweşik... |
|
25.07.2013 00:13 |
devliken kelogiri
|
2. eşq şehwetek e ezîzekem wekê pûşa kayê zû vêdikeve û zû ditemire.. Û wekê gurên har çav bi çi dikeve mirarî dike û dihêle.. ya girîng rehm e sidq e dilovanî ye şefqet e dilsozî ye.. eşq şehwet e, çavsorÎ ye, çavbirçîtî ye.. |
|
25.07.2013 00:28 |
endazer
|
3. bêjeya eşq rihê xwe ji erebî distîne. Erebî wateya wê; tiştê ku nikarê werê tarifkirin e. |
|
25.07.2013 00:33 |
fuad hemedxan
|
4. eşq şehwet e, wekê liba nîskê bê ber û pişt e û wekê kela nîskê zû dikele, zû difûre û zê datîne! |
|
12.10.2013 01:53 |
endazer
|
5. eşqa dila zorê....... |
|
12.10.2013 09:35 |
newenda
|
6. eşq; meşk e. ev meşk carinan tijî dimse, carinan dew. |
|
12.10.2013 13:20 |
dîno
|
7. çalakî: Ez ji te hez dikim |
|
12.10.2013 13:52 |
mem alan
|
8. bela serê keç û xortan e...dema yek ji wan aşiq dibe,serma paşiya çilêyê germ dibe... |
|
12.10.2013 13:55 |
mem alan
|
9. Li gorî melayê Cizîrî derdekî bê derman e. |
|
06.09.2021 23:49 |
bûtîmar
|
10. Li gorî min jî derdekî bê derman e welle |
|
07.09.2021 07:01 |
xabûrî
|
11. kelecana ku dixe dilê mirov ne weke tiştekî dî ye. laşê mirov bi şiklekî ecêb dixebite. dibe ku ravekirina vê ya zanistî hebe. belkî di derbarê vî tiştî de belgefîlmek jî hebe zahf balkêş e bi rastî. |
|
08.09.2021 00:48 |
hueyn
|
12. Min hîn derb jê nexwarîye, Xwedê bistirîne ku ez nexwim jî lê stranek xweş anîye bîra min... Dîyarî hemû tirşikvanan dikim.. Wesen distire: vîdyoyê veke |
|
08.09.2021 09:40 |
pîroz
|
13. Ez dixwazim behsa serpêhatiya dotmama xwe bikim. keçik dil ket mêrekî zewicî , zilam jî jê hez kir û Îjar hat ji bo xwezgînî . Apê min got ez ê çawa keça xwe bidim ser hewî? û neda . Neda îjar xwezgînî dihatin bo wê, nav xelkê da belav bû ku keçik dibêje bû Hesen nebû Hesen!( Navê zilam hesen bû) êdî nema kes keçikê xwest . De de bû neh deh sal navbera keçikê û ya malbata wê nema , ne axaftin ne tu tiştek, destê xwe ji hev şûştin. Bav û diya keçikê ji hev veketiyan ne ew alî xwest keçik li cem wan be ne jî ew alî . Keçikê got ger wiha ye qene min bidin ( zilam jî hê pê wê bû) . Bi alîkariya nasekî çêbû û zewicîn. Gelo Niha çawa ne? Xwe dikin qurbana hev. Wate eşq heye Hevalno. |
|
11.09.2021 20:18 ~20:17 |
navîgiranmezelîwêran
|
14. (bnr: mirina bi saxî) |
|
01.10.2021 21:25 |
xabûrî
|
15. (bnr: xwedê zêde bike) |
|
02.10.2021 19:26 |
pîroz
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |