Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
alan turing - tirşik
alan turing
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di 23'ê pÛşpera 1912an de li londona ji dayik bûye. NAvê wî yê dirêj alan mathison turing e. Matematîker û zanyarê kombersê ye. Di dîroka teknolojiyê de mirokevî pir girîng e. lewra bi dîtinên wî zanistiya kombersê û herwiha teknolojî gelekî bi pêş ketiye. Yek ji avakerên zanistiya kombersê ye. di şerê dinyayê yê duyemîn de bi makineya xwe ya bi navê the bombe şîfreyên dizî yên elmanan ango enigma'yan bi dest dixe û navdar dibe. Weke min li jor jî got yek ji avakerên zanistiya kombersê ye. Li ser algorîtmayê xebatên mezin kiriye û makîneyeke bi navê turing machine dahênandiye. Bi vê dahêna xwe bingeha kombersên pêşketî avêtiye. di nav waneyên endazyariya kombersê de waneyeke bi navê automata theory heye. ev wane agahiyên di der barê bingehên kombersê de dide. di vê dersê de gelek caran qala alan turing tê kirin.



alan turing hevzayend bû û di zagonên wê demê de hevzayendî qedexe bû. lewma ji ber vê taybetiya xwe kete hepsê. di hepsê de demeke dirêj hormona ostrojenê didin wî. alan turing piştî wextekî di hepsê de mirî tê dîtin. li gorî polêsan wî bi jehr vexwar û xwe kuşt lê hîn jî sedemên mirina wî ne diyar in.



Alan turing di 7'ê pûşpera 1954'an de li bajarekî îngîlîstan'ê koça xwe ya dawîn kir. Hîn jî li ser navê wî xelata turing ji bo mirovên ku zanistiya kombersê bi pêş dixe, tê dayîn.



Hema hema meriv dikare bibêje ku ger ew tunebaya dê mirovahî di warê teknolojiyê de ne di vî astî de baya.



05.04.2015 16:02 | mergehez

2. dibêjin logoya apple-ê ji sêva bi sîyanur a alan turingê ku bi xwarina wê xwe kuştiye, hatiye afirandin. ev çend dem e, kampanyayek gelek fireh tê li darxistin ku ji bo qraliyeta îngilîz bi rêya fermî lêborîna xwe ji kesayeta alan turîng ve ji hevzayendan bixwaze.



05.04.2015 16:38 | biruya hayao miyazaki

3. Sala borî li ser wî fîlmek hat kişandin. Fîlm qala jiyana wî dike. Min duh lê temaşe kir. Heke ku meriv weke belgeselekê lê temaşe bike, belgeseleke xweş e lê belê weke fîlmekê meriv binirxîne meriv dikare bêje fîlmeke nooormal e. Lewre tu tişt li sînemayê zêde nekiriye..



Sererastkirin: navê fîlmê the imitation game e.



18.05.2015 10:28 ~10:29 | mergehez

4. yê ku maşîneya kodan ya meçhûr ya naziyan dişkîne û saya vê bûyerê, li gor texmînan şer 2 sal kurt dibe û 14 mîlyon kes xelas dibe.

sêvek bi siyanûr dixwe û dimire. hinek dibêje xwekujî ye, hinek dibêje mêrkujî ye. bi rastî jî dehayek e. di emrê xwe ye kurt de(42 sal) ku tê de salên bi şer derbas bûyî jî pir in, xebatên bêhempa çêkirye..

jiyana bi mîlyonan mirovan xelas kiriye, ji bo paşeroja zanistiye teorî û xebatên gelek giring çêkiriye lê dîsa jî mirovan ji ber ku ne heteroseksuel e, wî ciza kirine. belkî jî kuştine an jî bûna sedema mirina wî.



01.12.2015 23:34 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» alan ciwan

Kategoriyên mijarê:: zanistifeza
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî