1. ferhenga ku min entryên xwe ên pêşîn ên bi kurdî lê nivîsiye ye. Wekî her projeya wan(a) mixabin emrê wê jî nebû salek. |
|
24.07.2013 18:45 |
bazirgan
|
2. ferhenga înternatîf ya herî mezin yê aîdê kurdan e. min negot yê herî mezin yê kurdî. ji ber ku ferhenga bijwen mixabin duzimanî bû. heta hema bêje temamê wê bi tirkî bû lê rast e aîdê kurdan bû. |
|
24.07.2013 19:10 ~2015.09.05 13:13 |
simurg56
|
3. ferhenga ku wextê xwe de min jî tê de nivîs nivisîbû. carinan weke hewesek min bi kurdî jî dinivîsand, lê ev yek hema bêje ji bo herkesî wisa bû. |
|
24.07.2013 21:46 |
brusk56
|
4. ez niha lê entryên xwe ên berê digerim û wan copy paste dikim tînim vê derê, ji ber ku di vê germahiya havînê de nivîsandina tiştên teze ji bo min pêçekî zehmet e. *) |
|
24.07.2013 21:52 |
bazirgan
|
5. Ferhenga ku nayê bîra min bê ka min xwe bi çi navî qeyd kiribû. |
|
21.10.2013 07:30 |
ceso
|
6. ji ber ku ferheng bi piranî bi zimanî tirkî bu bi girtana wî pir zêde xemgîn nebum.. dibe ku girtina wî bu sedema avakirina vê ferhenga kurdî. |
|
21.10.2013 19:48 |
bawero
|
7. mixabin devê neyaran de bûye benîşt; |
|
27.10.2013 01:33 |
simurg56
|
8. ferhenga ku carinan di ber xwe de dibêjim xwezî ji bo nivîskarên xwe yên berê yên kurdîzan û kurdînivîs bang û gaziya nivîskariya tirşikê kiribûya.. li ser hesabe wan ê facebookê min carekî li ser vê mijarê peyamek jî ji wan re şand, lê camêran qene bersiv jî nedane min.. |
|
05.12.2013 01:55 |
endazer
|
9. ferhenga ku min ecemîtîya xwe li wir derbas kir. tê de gelek nivîskarên jêhatî hebûn. lê bele ez bawer dikim ku alîyê giranbûnê de piçek sivik dima. kêmasîyek jî, du zimanî bû. ez metel dimam ku gelo bi kurdî binîvîsînim an bi turkî? eger bi kurdî binîvîsînim her kes ê fêhm bike an na? |
|
05.12.2013 09:23 |
nazim tolhildan
|
10. ji ber ku pirraniya endamên vê komê kurd in û bi tirkî tevdigerin û dinivîsin, bi ya min, bijwen bi rêya mîzahê otoasîmîlasyonê zêdetir û vê rewşê jî normal dike.. |
|
05.12.2013 13:48 |
mîrêhekarya
|
11. (bnr: kîjan nivîskarê bijwenê jêhatî bû) |
|
16.12.2013 06:56 |
dijber
|
12. mala xwudê ava ku hatiye girtin. asîmîlasyona ku dewleta tirk anîbû heta astekî wan bi rengekî din û dilxwazî didomand. |
|
27.03.2015 21:13 |
xwînhingivîn
|
13. ferhenga miriye lê kes meytê wê ji erdê ranake. |
|
22.11.2017 13:09 |
berxweda
|
14. Ferhenga ku min piştî tirşik.net naskirî ye. Sala 2010’an de hatine damezrandin. Tenê salek jîyaye. 10 deh sal li ser borîye. Dinêrim çend nivîskarê vî ferhengê niha li vir jî dinivîsin mala wan ava be. |
|
08.04.2020 14:00 |
kajav
|
15. ferhenga Bijwen , ferhengek tirkî ye lê nivîskarên wî wisa dixûyê ku çepgir/humanîst/dewletnexwaz/wekhevîparast in. |
|
08.04.2020 14:43 |
brzn
|
16. ferhenga qasî tê bîra min xwerrû tirkî, siyasî, rexneyî, nuktedanî bû. wan deman siyaseta pkkê gur bû, sempatîzan jî wek agir bûn. |
|
08.04.2020 21:29 |
hespêsor
|
17. ferhenga ku aniha miriyê lê kesî ax pê de nedakiriye, di gora xwe de li stêrkan temaşe dike * |
|
18.03.2021 09:40 ~09:41 |
merwano
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |